Rojnameya Ronahî

Hijmara jinên ku di salekî de li Tirkiyê hatin kuştin

Ayşa Silêman/Qamişlo

Li gorî rapora Federasyona Komeleyên Jinan a Tirkiyeyê, rapora kuştina jinan a di sala 2023’an de bûye sedema fikaran.  Di salekê de 438 jin hatin qetilkirin; Ji van jinan 196 bi çekan, 86 bi amûra birîn, 36 jin bi ketina ji bilindahiyê, 17 jin jî bi xeniqandinê hatine kuştin. Sedema mirina 103 jinan jî weke ‘gumanbar’ hatin qeydkirin.

 Jinên ku di sala 2023’an de hatîn kuştin

Federasyona Komeleyên Jinan a Tirkiyeyê (TKDF) eşkere kir ku di sala 2023’an de di navbera 1’ê Çile heya 31’ê Berfanbara sala 2023’an de 438 jin hatin qetilkirin. Hat ragihandin ku jinên di sala 2023’an de hatine qetilkirin 180 jin zewicî bûn, 102 jin bi tena serê xwe bûn, 27 jin berdayî bûn. Her wiha diyar bû ku ji jinên hatine qetilkirin rewşa 117 ji wan nehatiye zanîn. Ji wan zilamên ku jin kuştine nasnameya 7 kesan   nehat tespîtkirin. 135 gumanbarên jin ji aliyê mêrên ku nas dikirin ve hatin kuştin, 14 ji aliyê mêran ve têkiliya keç, xwişk û dayika wan pê re hebû, 69 ji aliyê endamên malbatê ve bû. 69 ji aliyê mêrên ku di pêvajoya berdanê de bûn û 115 jî ji aliyê mêrên ku jin bi wan re di nava têkiliyan de bûn, hatin kuştin.

Kuştina jinên ku di çapemeniyê de cih digirin

Di sala 2023’an de jinên ku di çapemeniyê de cih girtin, di navbera 1’ê Çile û 31’ê Kanûna 2023’an de 438 jin hatin qetilkirin.

Di sala 2023’an de dewleta Tirk di nav 146 welatan de, di rêza 124’an de ye, ku di zêdebûna kuştina jinan de berdewam dike. Her wiha di nav 438 jinên kuştî de 135 jin mirina bi guman bû û 303 jê bi kuştinê hatine tomarkirin. Dema em li rewşa zewaca jinên di sala 2023’an de hatin qetilkirin dinêrin; Wêneyê kuştina jinan derdikeve holê.

Ev yek neheqiyeke mezine di derheqê jinê de tê kirin, em di wê baweriyê de ne ku daneyên ku li ser mijarên wekî zewaca di temenê biçûk de, asta perwerdehiyê, xizanî, rewşa koçberiyê û temen de hatine bidestxistin, dê wekî polîtîkayek pêşîlêgirtinê encamên baş derxe holê. Di heman demê de Peymana Stenbolê ya ku di sala 2021’an de bi yek îmzeyê hat betalkirin, di rastiyê de li ser çar stûnan hatiye avakirin: pêşîgirtin, parastin, darizandin û polîtîka.

Jinên ku di sala 2024’an de hatin kuştin

Di Çileya 2024’an de 31 Jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin, 21 jin jî bi rêyên bi guman mirî hatin dîtin.

Di Sibata 2024’an de 36 Jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin, 17 jin jî bi rêyên bi guman mirî hatin dîtin.

Têkoşîna ji bo rawestandina kuştina jinan li Tirkiyeyê ev 14 sal in didome. Weke platformê, ji sala 2010’an û vir ve pêwîstî bi vê helwestê hebû, her wiha Federasyona Komeleyên Jinan hertim vê daneya kuştina jinan ji raya giştî re eşkere dike.  Mixabin, wezaret bi awayekî sîstematîk daneyên kuştina jinan diparêzin û parve nakin.

Bêdengiya dadgehê rê li ber qetilkirina jinan vedike

Ji bilî ravekirina rastiya kuştina jinê û mirinên bi guman ên jinan, ji bo rawestandina kuştina jinan jî peywira dewletê ye ku pêşniyarên çareseriyê yên berbiçav pêk bîne. Wê her tim jin têkoşîna xwe bidomînin da ku hemû wezaretên têkildar û hemû mekanîzmayên ji bo pêkanîna vê erkê seferber bikin. Di meha Adarê de 25 kuştinên jinan pêk hatin û 21 jin jî di nav şert û mercên bi guman de mirî hatin dîtin.

Ji 25 jinên hatin qetilkirin 3 jî bi hêncetên weke hevberdanê, aşitî û ne qebûlkirina wan ji zewacê re û 1 jî bi hincetên aborî hate qetilkirin. Sepandina cezayên astengkirinê, nepêkanîna tedbîrên pêşîlêgirtinê û qebûlkirina hincetên kuştinê ji aliyê dadgehan ve jî dibe sedema zêdebûna şidetê.