Sunday, June 7, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Koreya Bakur hilberîna Uranyomê du qat zêde kiriye

07/06/2026
in CîHAN
A A
Koreya Bakur hilberîna Uranyomê du qat zêde kiriye
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un ragihand ku welatê wî di pênc salên dawî de hilberîna Uranyom ku di çêkirina çekan de tên bikaranîn ji du qatan zêdetir kiriye.

Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un roja çarşemê di dîroka 4’ê Hezêrana 2026’an de ragihand ku hilberîna materyalên nukleerî di pênc salên dawî de ji du qatan zêdetir bûye, herwiha tekezî li ser xurtkirina şiyanên nukleerî yên leşkerî di nava pilanên demdirêj û ji bo pêşxistina pergala astengkirina statîjîk de, kir.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navendî ya Koreya Bakur, ev daxuyaniyên Kim di dema seredana meydanî ya tesîseke hilberîna materyalên nukleerî de ku vê dawiyê dest bi xebatê kiriye, hat kirin.

Serokê Koreya Bakur diyar kir ku pêşketina ku welatê wî di vî warî de bi dest xistiye, guhertinek mezin di rêya bernameya nukleerî de temsîl dike. Di heman demê de destnîşan kir ku planên wan ên pêşerojê ji bo pêşxistina şiyanên nûkleerî û xurtkirina pergalên parastinê yên dewletê, hene.

Pêşketina berdewan ji bo pêşxistina şiyanên nûkleerî

Serokê Koreya Bakur Kim tekez kir ku welatê wî xurtkirina hêza xwe ya nûkleerî wekî pêşanîyek stratejîk dibîne û destnîşan kir ku tiştên ku di salên dawî de hatine bidestxistin qonaxek girîng di pêşxistina bernameya nûkleerî ya Koreya Bakur de pêk tîne.

Wî Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un zêde kir ku berfirehkirina hilberîna materyalên nûkleerî di çarçoveya vîzyonek berfireh de tê, armanc dike ku asta amadebûna leşkerî bilind bike û şiyanên astengkirinê li hember pirsgirêkên ewlehiyê yên ku welat pê re rû bi rû ye xurt bike.

Pyongyang di helwesta xwe ya redkirina rawestandina cebilxaneya xwe ya nukleerî de didomîne, ji ber ku hebûna çekên nukleerî garantiyek bingehîn ji bo ewlehiya neteweyî û parastina serweriya wê, dihesibîne.

 Nakokiya berdewam bi Dewletên Yekbûyî re

Koreya Bakur tevî ambargo û zextên ku ji aliyê Dewletên Yekbûyî û hevalbendên wê ve tên kirin, bangên navneteweyî yên ji bo ku dev ji bernameya xwe ya nûkleerî berde, red dike.

Desthilata Koreya Bakur dibêje ku şiyanên wan ên nûkleerî tedbîrek parastinê ye li dijî tiştê ku ew wekî gefên leşkerî ji Koreya Başûr û hêzên Amerîkî yên li herêmê bi cih bûne, dibînin.

Mijara dosyaya nûkleerî bi dehan salan e yek ji xalên sereke yên aloziyê li Nîvgirava Koreyê ye, di çarçoveya binketina hewldanên dîplomatîk ji bo gihîştina rêkeftineke mayînde li ser bêçekkirina nûkleerî.

Dîrokek ji cezayan û tecrûbeyên nukleerî

Koreya Bakur di sala 1993’an de ji Peymana Qedexekirina Belavbûna Çekên Atomî vekişiya û ji wê demê ve bernameya xwe ya nukleerî û leşkerî pêş dixe.

Pyongyangê di deh salên borî de şeş tecrûbeyên nûkleerî pêk anîne, ku ev yek bûye sedema dorpêçên berfireh ên navneteweyî û yên NY li dijî wê.

Gelek welat bernameya naûkleerî ya Koreya Bakur wekî gefek li ser ewlehî û aramiya li Rojhilatê Asyayê dibînin, di heman demê de Pyongyang destnîşan dike ku çalakiyên wê di çarçoveya mafê wê yê parastina xwe de ne.

 Testên leşkerî yên berdewam

Daxuyaniya Kim piştî rêze tecrûbeyên leşkerî yên ku Koreya Bakur di demên dawî de pêk anîne, tê. Pyongyang hefteya borî jî ragihand ku wan sîstemeke nû ya avêtina roketên piralî yên sivik, herwiha sîstemeke mûşekên krûz ên taktîkî ceribandiye.

Beriya van tecrûbeyan jî, raporên ji Koreya Başûr hatibûn belavkirin ku di gera herî dawî ya tecrûbeyên leşkerî yên ku Koreya Bakur îsal pêk anî de, çend mûşek, di nav de mûşekek balîstîk jî, ber bi perava rojava ve hatine avêtin.

Ev geşedan nîşan didin ku Pyongyang bi berdewamiya şiyana xwe ya leşkerî digel berfirehkirina bernameya xwe ya nûkleerî hevdem e, di çarçoveya domandina rageşiyên herêmî û nakûkiyên bi Dewletên Yekbûyî û hevlabendên wê re.

ShareTweetPin

Herî Dawî

CIWAN DÎNAMÎKÊN PÊKANÎNA SERKEFTINA ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK IN
HAJMARA PDF

CIWAN DÎNAMÎKÊN PÊKANÎNA SERKEFTINA ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK IN

07/06/2026
QUNCIK NIVÎS

Gelo wê lêvegera Kurdan ava bibe!

07/06/2026
‘Piştî azadbûnê em bi hêztir bûne’
CIVAK Û JIYAN

‘Piştî azadbûnê em bi hêztir bûne’

07/06/2026
Cotkarên kartolan li Ewropayê ziyanên madî yên mezin dibînin
CîHAN

Cotkarên kartolan li Ewropayê ziyanên madî yên mezin dibînin

07/06/2026
Koreya Bakur hilberîna Uranyomê du qat zêde kiriye
CîHAN

Koreya Bakur hilberîna Uranyomê du qat zêde kiriye

07/06/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lihevkirinên Şam-Moskovayê: Pergala kevn tê nûkirin û Sûrî ji mafên xwe bê par dimînin

07/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.