Navenda Nûçeyan
Li gorî raporek di “The New York Times” de hatiye weşandin, cotkarên kartolan li Belçîka mehan e bi hezaran ton ji berhemên kartolan diavêjin û di encamê de ziyanên madî yên mezin dibînin.
Di gaveke kêmdîtî de, cotkarekî Belçîkî vê mehê neçar ma ku dîsa berhema xwe ya kartolan biavêje nava zeviyên xwe li rojhilatê Belçîkayê, ev rêya herî erzan ji bo ku xwe ji mîqdarên mezin xelas bike, ku têra hilbirîna nêzîkî 200 milyon firingiyên kartolên qelandî dikir.
Belçîkî Dehayeri bi tenê bû; cotkarên din jî heman vebijarkê bikar tînin, di demekê de ku Ewropa bi zêdebûneke ku tê texmînkirin bi qasî 5 mîlyon ton kartol di hilberîna kartolên ku ji ji bo qelanidinên tê bikar anîn, rû bi rû ye.
Ji berî çend mehan ve, buhayê tonek kartol li bazara Belçîkayê ku mezintirîn hinardeya cîhanê ya kartolên qelandî ên cemidî ye – sifir e. hêjayî gotinê ku berî sê salan nêzîkî 600 euro bû.
Sedemên li pişt kirîzê
Zêdebûna mezin a kartolan di sala 2026’an de ji ber tevlîheviyek faktorên hevbeş e, hin ji wan avhewa û hin din jî jeopolîtîk in.
Di 8 salên dawî de, şert û mercên hewayê yên baş bûn sedema bidestxistina mezintirîn berhema kartolan li Ewropayê, di demekê de ku cotkar ji ber bacên ku ji hêla rêveberiya Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump ve li ser hawirdekirinê hatin ferzkirin, herwiha hatina kesên nû ji Asyayê ku beşek ji bazarê girtine, ji bo firotina berhemên xwe zehmetî dikişandin.
Di demên dawî de jî, şerê li Îranê bû sedema zêdebûna lêçûnên enerjî û gubreyan, ku di encamê de xerîdar neçar man ku lêçûnên xwe kêm bikin û bi vî rengî zext li rêjeyên qezencê bûn yên ku ji xwe teng bûn.
Ziyanek mezin û kêmkirina rûberên çandiniyê
Li gorî rojnameya “New York Times”, cotkarê Belçîkî Dehayeri ku temenê wî 58 salî ye got: “Bê guman rewş xirab e, lê jiyan ev e.” Wî diyar kir ku kartolên ku nehatine firotin dest bi mezinbûnê kirine, ev yek dihêle ku firotina wê ne mumkune be, herwiha li gotinên xwe zêde kir ku ji ber lêçûna xakê, tov, gubre û xebatkaran, windahiyên wî gihîştine nêzî 160 hezar euro.
Cotkar ji bo demsala bê rûbera çandinina kartolan kêm kir heya 17 donimî, li gorî 170 donimî ku bi gelemperî di zeviya wî ya 370 donimî ya li Hermal-su-Hoi, de ye.
Li Almanya jî, cotkarekî din ku 4 hezar ton kartolên nexwestî çandibû, bi awayekî cuda rû bi rûyê krîzê bû û li Berlînê kampanyayên belavkirina bê dirav li dar xist, ku niştecihên wê wekî “zêdebûna kartolê” bi nav kirin.
Belçîka di navenda kirîzê de ye
Lê bandora herî mezin li Belçîkayê, ku mezintirîn hinardeyê cîhanî yê kartolên qelandî ên cemidî, tê dîtin.
“Firits” li welêt semboleke neteweyî ye, erebeyên firotina wan li meydanên giştî pir belav in, li wir bi cûrbecûr sosên wekî Andalus û Dallas re têne pêşkêşkirin.
Li gorî rapora dawî ya New York Times, hinardekirina kartolên pijandî û cemidî yên Belçîkayê di sala 2025’an de gihîştiye nêzîkî 3.3 milyar dolarî, ku ev hejmar nêzîkî sê qat ji asta deh sal berê zêdetir e, lê belê, li gorî raporê domandina vê mezinbûnê di serdema pêş de dijwartir xuya dike.
Şer û enerjî zextê li ser bazarê dikin
Christophe Vermeulen, serokê komeleya hilberînerên kartolan ên Belçîkî (Belgapom), ji rojnameya The New York Times re diyar kir ku şerê li Îranê zextên nû li rêzedabînkirinê zêde kiriye
Lêçûnên bilind ên enerjiyê lêçûnên sarkirin û veguhastinê zêde dikin, herwiha buhayên gubreyan bi awayekî mezin bilind bûne, di demekê de ku keştiyên ku bi madeyên wê yên barkirî ne, ji ber girtina Tengava Hurmuz, nikarin ji Kendavê derkevin.
Di heman denê de ev girtin hinardekirina kartolên qelandî bo welatên Kendavê, ku bazarên sereke ne, dijwar kiriye, di demekê de ku tê payîn daxwaz ji ber kêmbûna hejmara geştiyaran kêm bibe.
Kêmbûna daxwaza cîhanî
Li hundir, zêdebûna enflasyonê li Ewropayê lêçûnên xerîdaran li ser xwaringehan kêm kiriye, ku piraniya kartolên qelandî li wir têne xwarin.
Baca Dewletên Yekbûyî bandor li ser hinardekirina kartolên Ewropî jî kiriye, ku DYA piştî Birîtaniya duyemîn bazara herî mezin e. Hinardekirin heta dawiya Sibatê li gorî sala borî ji sedî 8 kêm bûye.
Firotina bo Erebistana Siûdî, sêyemîn bazara herî mezin, ji sedî 11 kêm bûye û ji destpêka şerê bi Îranê re tê payîn ku kêmbûnek din jî dê çêbibe.
Zêdebûna pêşbaziyê di bazaran de
Herwiha hilberînerên Ewropî bi pêşbaziyek zêde ya welatên wekî Çîn, Hindistan û Misrê re rû bi rû ne, ku dest bi hinardekirina kartolên qelandî bi buhayên pir kêm kirine.
Her çend hinardekirina van welatan hîn jî ji sedî 10 tevahî hinardekirina Ewropayê temsîl dike, sala borî ew du qat zêde bû.
Analîst destnîşan dikin ku pêşbazî êdî ne tenê li ser kalîteyê ye, lê di heman demê de li ser buhayê jî ye, nemaze ji ber zexta li ser marjên qezencê.
Reftarên xerîdaran hatine guhertin
Ev pirsgirêk bi guhertinên avahîsaziyê yên di daxwazê de re hevdem in, ji ber ku xerîdar ber bi hilbijartinên xwarinên tenduristtir ve diçin.
Li Dewletên Yekbûyî, nêzîkî yek ji heşt kesên mezinan ragihand ku dermanên kêmkirina giraniyê ên wekî “Ozempic” bikar tînin, ku xwesteka xwarinên qelandî û çêkirî kêm dike.
Her çend daxwaza gerdûnî ya ji bo kartolên qelandî berdewam dike, leza wê salane daketiye ji sedî 2.5, li gorî ji sedî 5 di pênc salên berê de.
Pêşerojeke nediyar
Hin cotkar dibînin ku krîz dibe ku demkî be, lê yên din kêmtir geşbîn in.
Cotkarekî Belçîkî got ku ew hêvî dike ku di pêşerojê de zeviya xwe bide keça xwe, lê Dehayeri nêrînek nebaş nîşan da û got, “Ez bawer dikim ku salên baş bi dawî bûne.”






