Sunday, June 7, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Piştî azadbûnê em bi hêztir bûne’

07/06/2026
in CIVAK Û JIYAN
A A
‘Piştî azadbûnê em bi hêztir bûne’
Share on FacebookShare on Twitter

Dilîn Ehmed/Qamişlo

Şervanê bi nave Alan Hesen ku tevî bi sedan ji hevalê xwe ji aliyê hikumeta demkî a Sûriyê ve hatibû dîlgirtin diyar kir ku  ewê rêya berxweanê dewam bikin û wiha got: “Divê her kes bizanibe ku ti tişt nikare me bê hêvî bike, piştî ku em azad bûn em bi hêztir bûn û me soza xwe ya domandina têkoşînê bi şehîdên xwe re nû kir.” 

Di welatê ku alozî û şer lê heye her tim armanca dijmin têkbirina destkeftiyan e. Lewra ew şerê teybet mîna şerê çekdarî dide meşandin. Ji bo ku destkeftiyên Şoreşa Rojava ya keda 15’e salan têk neçe, di navbera Hêza Sûriya Demokratîk (QSD) û hikumeta demkî ya Sûriyê 29’ê Çileyê peymanek hat çmzekirin. Li gorî peymanê wê xebatên entegrasyonê bên meşandin û di mijarên leşkerî, siyasî-îdarî, jin, aborî, perwerde û koçberiyê de gav werin avêtin.

Bi erêkirina her du aliyan li gorî peymanê Hêza Sûriya Demokratîk (QSD) bê şerê çekdarî ji bajarê Reqa, Tepqa û Dêrazorê derkevin, lê hin eşîreyên Ereban, hikumeta demkî ya Sûriyeyê û komên çete yên girêdayî dewleta tirk bi lîstokên xwe yê xapandinê, beriya seatên ku li ser hatibû li hevkirin, êrîşî şervanan û sivlên wê derê kirin bi taybetî gelê Kurd. Di encamê de bi sedan şervanên Kurd û Ereb ji aliyê hikûmeta demkî ya Sûriyê ve hatin dîlgirtin. Di nav wan de ciwanê kurd yê bi navê Alan Ebdulhadî Hesen yê 27 salî, di 17`ê Çileya 2026`an dîlhatibûn girtin û di 23`ê Gulanê de azad bû.

‘Gotinên wan berovajî rastiyê bû’

Ji dîroka girtinê heta ya azadiyê Alan Ebdulhadî Hesen wiha behsa çîroka xwe dike: “Em bi soz û gotinên wan yê berovajî rastiyê hatin dîlgirtin. Agahî ji me re hat ku em hêza xwe ji Dêr Hafirê bikşînin, me jî li gorî lihevkirina di navbera her du aliyan, hêza xwe kom kir da ku em ji Dêr Hafirê derkevin. Em gihiştin bajarê Meskena, destpêkê du gurûpên hevalên me derketin, li ser xala kuntrolê ya ewlehiyê ya bajarê Tebqayê hatibûn dîlgirtin lê ji ber qutkirina têkilya di navbera me de, me ev yek nizanî bû. Piştî wê bi kêliyan hinek komên Hemzat û Emşata em dîtin ji me re gotin lihevkirin çêbûye tenê hinek agahî û pirs hene emê ji weke bikin. Berê me dan Helebê, li wê derê me hevalên xwe yê ku beriya me derketibûn hatibûn dîlgirtin, wê demê me naskir ku em jî hetin dîlgirtin. Tişta ku ez pir bê êşiyam ewe bû ku, gelê me wan ji mirinê rizgar kir û hevalên ku me bi hev re şerê DAIŞ`ê kir, me dana dîlgirtin.”

Piştî girtina Alan û hevalên wî li zindana Helebê ku li gorî Alan destnîşan dike ku di her odeyeke zindanê jimara girtiya digihişt 140 kesî. Alan diyar dike ku piştî soza wan ya ji rastiyê dûr bû, rojbiroj denûstandina wan û gotinên wan bi girtiyan re dihat guhertin. Alan Hesen wiha dibêje: “Piştî 15`e rojên min li zindana Helebê ez birim zindana Îdlibê, li wê derê min xistin zindana bitenê. Beriya ku ez hevalên xwe li zindanê bibînim, min nizanî ku hejmara dîlgirtina gihiştiye vê hejmarê, ne jî hejmara şehîdan.”

Ji ber vê yekê kêliya ku Alan azad bû gotina destpêkê got (Em deyndarê şehîdên xwe ne) herwiha cihê yekê ku Alan ziyareta wê kir, şehîdligê bû û bi hisrê xwe lêbûrîna xwe ji şehîdan xwest.

‘Berxwedan jiyan e’

Bûyera her zêde ku di zindanê de bi Alan re derbasbûye û nayê ji bîrkirin ewe ku, dema bi ciwankî Kurd re ku ji bajarê Efrînê bi kurdî diaxive Alan wiha behsa wê bûyerê dike; “Min rûyê wî ciwanê Kurd jî ne dîtibû tenê min dizanî bû ku ew Kurd e. Ew jî ewke min di odeya bi tenê de bû. Ji bo em moral bidine hev min jê re got (Berxwedan Jiyane) di wê kêliyê de kesê ku li ber deriyê me dima dengê min kir û me her duyan îşkence kirin.”

Alan diyar kir ku weke ku şerê taybet li ser gel dihat meşandin, li ser dîlgirtiyan jî bi rêbazekî hîn dijwartir dihat bikar anîn. Alan bibîr xist ku di zindanê de herî zêde dixwestin ku moralê dîlgirtiyan bişkînin bi gotinên mîna QSD nema Hesekê û Qamişlo jî ketiya bin kontrola hikumeta demkî ya Sûriyê, diaxivîn. Alan li ser gotinên wan axaftina wiha berdewam kir: “Jixwe armanca wan ya sereke ji dîlgirtina ev yek bû ku bi gotinên xwe yê ji rastiyê dûr, hevalên me bişkînin û wan ji doza wan dûr bikin. Lê her kes vê yekê baş bizane ku wê ti tişt nikaribe me bê hêvî bike. Heta mirinê emê li ser vê fikir û felsefeyê bijîn, piştî ku em azad bûn em bi hêztir bûn û me soza xwe bi şehîdên xwe nû kir.”

Alan Ebdulhadî Hesen di dawiya axaftina xwe de bang li tevahiya gelê azadîxwaz kir ku ji bo dîlgirtinan tevlî çalakiyên xwepêşandana ji bo dîlgirtiyan dakevin kolanan.

ShareTweetPin

Herî Dawî

CIWAN DÎNAMÎKÊN PÊKANÎNA SERKEFTINA ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK IN
HAJMARA PDF

CIWAN DÎNAMÎKÊN PÊKANÎNA SERKEFTINA ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK IN

07/06/2026
QUNCIK NIVÎS

Gelo wê lêvegera Kurdan ava bibe!

07/06/2026
‘Piştî azadbûnê em bi hêztir bûne’
CIVAK Û JIYAN

‘Piştî azadbûnê em bi hêztir bûne’

07/06/2026
Cotkarên kartolan li Ewropayê ziyanên madî yên mezin dibînin
CîHAN

Cotkarên kartolan li Ewropayê ziyanên madî yên mezin dibînin

07/06/2026
Koreya Bakur hilberîna Uranyomê du qat zêde kiriye
CîHAN

Koreya Bakur hilberîna Uranyomê du qat zêde kiriye

07/06/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lihevkirinên Şam-Moskovayê: Pergala kevn tê nûkirin û Sûrî ji mafên xwe bê par dimînin

07/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.