Cemîl Xoce
Tiştê ku îro di navbera Şam û Rûsyayê de diqewime, berdewamiya siyaseta kevn e. Hêzên mezin bêyî ku ji sûriyeyiyan bipirsin, çarenûsa wan bi tena xwe diyar dikin. Piştî guhertinên siyasî yên mezin ên di dawiya sala 2024’an de, rêveberiya demkî ya li Şamê bi Moskovayê re li ser mayîna baregehên leşkerî yên Rûsyayê li “Hmeymim” û “Tartusê” li hev kir. Ev peyman piştrast dike ku zihniyeta navendîbûnê û piştbestina bi hêzên derve ve hîn jî serdest e, li şûna ku li çareseriyeke niştîmanî ya rasteqîner bigere ku mafên hemû herêm û pêkhateyên civaka Sûriyeyê bi rêya pergaleke demokratîk a nenavendî ku gel hêzdar dike, garantî bike.
Balafir û Keştî: Ji bo sepandina rastiyeke leşkerî
Keştiyên barhilgir ên rûsî yên ku digihêjin bendera Tartusê û balafirên leşkerî yên ku li baregeha hewayî ya Hmeymim dadikevin, ne tenê piştgiriyeke normal e. Ew hewldaneke eşkere ya Rûsyayê temsîl dike ku rastiyeke leşkerî li Sûriyeyê ferz bike. Rûsya dixwaze axa Sûriyeyê wekî rawestgehekê bi kar bîne, da ku bandora xwe li Afrîka û Rojhilata Navîn berfireh bike. Ev rasterast bi ramana ku Sûriye dewleteke azad û bi rastî serwer e re nakok e, ji ber ku serwerî ji hêla gel ve tê afirandin, ne bi rêya peymanan bi artêşên biyanî re tê dayîn.
Pevguhertin: “Elektrîk û sotemenî” li hember “Erd û biryarê”
Lihevkirina nû mîna bazirganiyekê ye; Rûsya petrol û sotemeniyê dişîne û alîkariya çakkirina torên elektrîkê û rêyên ku di şer de wêran bûne dike, li hember vê yekê, mafê mayîn û kontrolkirina bingehên leşkerî ji bo salên dirêj werdigire. Ev pevguhertin rîskên mezin dihewîne:
Radestkirina dewlemendiyên welat:
Radestkirina sektorên enerjî, elektrîk û saziyan ji bo kompanyayên Rûsî tê wê wateyê ku aboriya Sûriyeyiyan her girêdayî derve bimîne û rûniştvanan ji birêvebirina dewlemendiyên xwe bê par dike.
Sepandina kontrola ewlehiyê ji paytextê:
Di peymanê de hatiye diyarkirin ku Rûsya dê li baregeha Hmeymîmê artêşa Sûriyeyê ji nû ve perwerde bike û bi rêxistin bike. Ev tê wateya ku Şam dixwaze vegere serdestiya ewlehiyê ya navendî ya tund û hêzên herêmî yên ku herêmên xwe bi salan e parastine û şerê terorê kirine, paşguh bike.
Reva ji çi çareseriyeke rasteqînî:
Tekeziya li ser razîkirina Rûsya û baregehên wê, hewleke ji bo nepêkanîna biryarên navdewletî û paşxistina her çareseriyeke siyasî ya giştgirtî ku hemû Sûriyeyiyan bîne cem hev.
Rûsya tenê li pey berjewendiyên xwe dikeve
Dema ku Amerîkayê hebûna xwe ya leşkerî li Sûriyeyê di destpêka sala 2026’an de bi dawî kir, valahiyeke mezin li dû xwe hişt û Rûsyayê tavilê destwerdan kir da ku wê valahiyê bi kar bîne. Ya balkêş li vir ew e ku hêzên Rûsî ji hinek herêman li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (mîna firokexaneya Qamişlo ya leşkerî) vekişiyan û hemû giraniya xwe li perava Sûriyeyê (Hmeymîm û Tertûs) kom kirin. Ev vekişîn îsbat dike ku Rûsya ne xema parastina hemû xaka Sûriyeyê ye yan dabînkirina aramiyê ye ji bo herêmên ku rûbirûyî xetereya şaneyên DAIŞ’ê dibin, lê tenê parastina berjewendî û baregehên xwe yên li ser deryayê ji bo wê girîng e.
Binpêkirina mafên qurbaniyan di bin navê “Lihevhatinê” de
Tevî ku Şam hewl dide peymanê xweşik bike û dibêje ku Rûsya dê di “Edaleta Veguhêz” de alîkariyê bike, lê rastî berevajî vê yekê dibêje. Çawa dikare ew aliyê ku ji sala 2015’an ve bajar û bajarokên Sûriyeyê bi balafirên xwe bombebaran kiriye û bûye sedema kuştina hezaran sivîlan û wêrankirina nexweşxaneyan, bibe parêzvanê edaletê? Raporên navdewletî ev sûc belge kirine û nabe ku xwîna qurbaniyan û mafên malbatên wan bi peymaneke siyasî bêne jêbirin. Edaleta rasteqîn hewceyî hesabpirsîneke navdewletî ya zelal e, ne dayîna parêzbaniyê ji kesên ku beşdarî şer bûne re.
Hevalbendiyeke kevin bi rûyekî nû
Di encamê de, tiştê ku îro diqewime, ne hevalbendiyeke nû ye, lê ji nû ve avakirina sîstema navendî ya kevin e bi rûyên nû yên pragmatîk ku li gora sala 2026’an in. Hewla guhertina Sûriyeyê ji bo ku bibe tenê rawestgehek yan rêyeke bazirganiyê ji bo xizmeta berjewendiyên navdewletî, tu carî aramiyê nayîne. Aramiya rasteqîn û tenê wê demê dest pê dike dema ku hemû artêş û baregehên biyanî ji welat derkevin û Şam mafê herêman di birêvebirina karûbarên xwe de bi awayekî xweser nas bike, da ku Sûriye bibe dewleteke demokratîk û nenavendî ku tê de dewlemendî û desthilatdarî bi edalet li ser hemû welatiyan dabeş bibe.
Hesabên nû yên di navbera Şam û Moskovayê de li ser baregehên leşkerî “lihevkirineke ji jor ve ye” ku tenê xizmeta berjewendiyên dewletên mezin dike. Di vê peymanê de erd û dewlemendiya Sûriyeyê bi sotemenî û elektrîkê hatine guhertin. Ev lihevkirin daxwazên gelê Sûriyeyê yên ji bo birêvebirina herêmên xwe paşguh dike û hewl dide mafên qurbaniyên ku di encama bombardûmana Rûsyayê de di salên borî de jiyana xwe ji dest dane, bide aliyekî.






