Mihemed Seydi
Ev serê çend salan e ku her tê gotin ger Rojava şîv be, ew ê Başûr jî paşşîv be. Di vê derbarê de hişyarî hatin dayîn û bi taybet di dema êrişin DAIŞ li ser Hewlêrê de di sala 2014’an zêdetir xeterî hat ber derî. Ji bo Kurd nebin berxê ber kêrê, ciwanên Kurd xwe kirin mertal û di sengerên şer de pêşî li vê xeteriyê girtin. Di dema şerê di van sengeran de jî bang dihat kirin ku rayedarên Kurd û serokên Partiyan li hev bicivin û mecliseke ku derbarê çarenivîsa Kurdan de biryarê bidin ava bikin. Hin hewldan di salên 2013’an de hatin dayîn û alî li hev civiyan, lê paşê ji ber sedemên ku heta niha jî nehatine eşkerekirin, hemû ji hev belawela bûn. Hewlêrê ji aliyekî, Silêmaniyê aliyê din û Qamişlo û Amed jî li aliyekî. Ji wê demê ve û heta dema me ya niha, hîne jî li nava bajaran, kolanan û malan, Kurd hêvî dikin da ji bo wan jî mecliseke aqilmendan a hevgirtî hebe da hemû him barê Kurdan rakin û him jî bibin lêvegera siyaset û jiyana Kurdan li hemû deverê. Ji ber ev yek pêk nehat û hemû aliyên siyasî pir teng li mesela Kurd dinêrin, Efrîn ji aliyê Turkiyê ve hat dagirkirin û hin aliyên Kurd pesna vê dan û ji wan be ger PYD li cihekî wenda bike, ew ê ji bo wan qezenc be. Li Kerkukê heman tişt û heta Serê Kaniyê û Şêxmeqsud. Tevî van hemû bûyerên ji bo Kurdan bi êş, hîne jî hin alî di bin navê ku siyaset dikin, dixwazin hevdû zeif bikin û derban li hev bixin. Di hefteya derbasbûyî de, ji rêveberên PYD’ê Aldar Xelîl di bernameyeke Platforma EL-Mubaşer de, eşkere kir ku Hewlêrê di pişt wan re çûye ji bo ENKS’ê bi Şamê re civîn organîze kirine da lihevkirin bi dizî çêbibin. Heta nivîsandina vê gotarê jî Hewlêrê li ser van tohmetan bersiv nedaye, lê ger rast be, gelo çiqas di cih de ye ku di pişt hev re ji bo berjiwendiyên teng, çarenivîsa miletekî bixin bin erdê?
Li aliyê din, di pîrozbahiya salvegera avakirina YNK’ê de li Silêmaniyê serokê partiyê Bafil Talabanî axivî û çend gotinên dilê Kurdan xweş dike kirin. Talabanî bang kir ku ew li pêyî wê ne da lêvegereke giştî ji bo Kurdan çêbikin ku hemû alî di nav de hebin û êdî çarenivîsa Kurdan li Kurdistanê û li Ewrûpa nebe bêxwedî. Ev helwest li aliyekî dilê mirovan xweşbîn dikin lê bûyerên diqewimin, tirsê dixin nava Kurdan. Îro serokê Amerîka Donald Trump careke din Tomas Barack kir nûnerê xwe yê Sûriyê û Îraqê. Ev kes jî bi siyaseta xwe ya divê xweseriya miletan di nava van welatan de nemîne, tê naskirin û vê yekê eşkere dibêje. Lewma îro tişta ku li Rojavayê Kurdistanê pêk hat, dixwazin Başûrê Kurdistanê jî heman tiştî pêk bînin. Yanî, hişyariyên ku bi salan ji bo başûr dihatin kirin, îro ew pê re rûbirûye. Birêz Ocalan lewma bang li birêz Mesud Berzanî kir ku bi lez kongreya Netewî pêk bînin û ew bila xwe wekî serokê wê diyar bike, da Kurd li ber lehiyê neçin. Lê heta niha ne tu kongre û ne jî tu Lêvegereke bi niyeta Kurdparêziyê li holê heye. Ger ev alî erka xwe bi cih neyînein, destê xwe nexin bin bar û erkên ku bi wê bang dikin pêk neyînin, tu xweseriya Kurdan li holê namîne.






