Fermandariya Giştî ya QSD`ê derbarê rizgarkirina tevahiya çolistana Dêrazorê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyê Demokratîk QSD wiha ye:
ʺHemleya me ya ji bo rizgarkirina bajarokê Deşîşa di 3’yê Hezîrana borî de, di çarçoveya dewamkirin û ewlekirina sînorê Sûriye-Iraqê de û rizgarkirina tevahî gundewarên parêzgeha Hesekê ji bermahiyên terorîstên DAIŞ’ê de dest pê kiribû û plankirina wê hemleyê bi hevrêzî li gel artêşa Iraqê û hêzên Koalîsyona Navneteweyî hatibû kirin.
Hemleyê ji her du aliyên Şedadê û Holê ve dest pê kiribû û erdên bi rûberiya 7 hezar û 136 kîlometrekare û bi dirêjahiya 191 kîlometreyan li seranserî sînorê Iraqê di nava wê de jî bajarokê Deşîşa yê stratejîk û tevahî gundên girêdayî wê jî tevî rizgarkirina gundên girêdayî bajarokên Elsuwer û Merkede yên çema Xabûrê, her wiha deriyê Tel Sefûk jî hatibûn rizgarkirin. Hêzên me bi hêzên Iraqê re li ser sînor rastî hev hatin, bi vî awayî jî tevahî çolistana Dêrazorê hate rizgarkirin.
Şervanên me bi sedan sivîl rizgar kirin, her wiha bi sedan sivîlên asê mabûn ji wan gundan derxistin û ji herêmên şer hatin dûrxistin. Her wiha di wan gundan de ji bo astengkirina pêşketina şervanan gelek mayin û teqemenî ji aliyê terorîstên DAIŞ’ê ve hatibûn çandin, lê yekîneyên me yên endezyariya leşkerî ew mayin rakirin, her wiha şervanên me gelek tunelên binerd dîtin û bê bandor kirin.
Koalîsyona Navneteweyî jî bi awayekî çalak ji erd û ezman ve beşdarî operasyonê bûn.
Her wiha hêzên me rasterast bi terorîstan re ketin nava pevçûnan û di encamê de şerên dijwar qewimîn; tê de çekên giran û navîn hatin bikaranîn û terorîstan hewl da ku erebeyên bombebarkirî bi kar bînin. Di nava şer û pevçûnên ji her du aliyên Şedadê û Holê ve li dar ketine de, şervanên me 418 terorîst, di nav de 16 emîr, kuştine û 29 terorîstên dîtir jî dîl girtine.
Her wiha şervanên me gelek çek û cebilxaneyên DAIŞ’ê desteser kirin.
Her wiha di nava şer û pevçûnan de 4 şervanên me şehîd ketin û 22 jî birîndar bûn.ʺ






