Rojnameya Ronahî

Ji helbestê fedî nakin bila ji zimanê dayika xwe fedî bikin

Kemal Necim

Nivîskarê Dagistanî Resûl Hemzatof di romana xwe ya bi sernavê `Welatê min Dagistan e` de dibêjê:“Dayika çiyayî, helbestên kurê xwe jî naxwîne, eger bi zimanekî nexweş hatibe nivîsandin.“

Gotineke pir bi wate ye, nirx û hêza nivîsîna helbestan di nava civakên resen de dide nîşandan, nirx û rêza peyv û rêstina peyvan û sazkirina helbestan dide nîşandan.

Diyar e ku helbest ne tenê navgîna derbirîna hest û ramanan e, lê hêza helbestê  ya ku xeyalan geş bike û asoyên têgihîştin û ramanê berfireh bike heye. Helbestvan bi helbestê dikare cîhanên cihêreng nîşan bide, serpêhatiyên xwe yên kesane bîne ziman û kêliyên girîng ên dîrokî û çandî belge û tomar bike. Ji ber vê yekê helbest beşeke bingehîn a nasnameya çandî ya gel û civakan e.

Ji aliyê dîrokî ve helbest ji demên kevnar ve pêşketiye û li seranserê cîhanê belav bûye, di nav gelên kevnar ên mîna Sumer, Misri, Yewnanî û Romayî de geş bûye û şopa xwe ya kûr di wêjeya Erebî, Çînî, Hindî û çandên din ên kevnar de hiştiye. Ji ber vê yekê, mirov dikare bibêje ku helbest beşeke girîng a kevneşopa çandî ya gerdûnî ye.

Her wiha helbest navgîneke derbirîna hunerî û afirîner e, ji ber ku helbestvan ziman û wêneyên helbestî bi awayekî nûjen bikar tînin da ku peyam û ramanên xwe bi rengekî afrêner ragihînin.

Di serdema nûjen de, helbest hîn jî cihekî girîng di wêje û çandê de digire, ji ber ku helbestvan bi berdwamî zimanê helbestê nû dikin û li mijarên nû digerin û lêkolîn dikin, ku veguherînên civakê û kêşeyên serdema nûjen nîşan didin. Bi saya teknolojiyên nûjen, weşandina helbestan û belavkirin wan di nav mirovan de bi rêya Înternetê û medyaya civakî hêsan bûye, ev jî rola wê di teşekirina çandê û xurtkirina pêwendiya mirovî de zêde dike.

Mirov dikare bibêje ku helbest derbirîneke hunerî û çandî ya kêmhempa ye ku dem û cih derbas dike, bedewîya ziman û kûrahiya mirovatiyê nîşan dide û ji bo kes û civakên cîhanê çavkaniya îlhamê ye.

Ji xwe girîngiya helbestê di parastin û pêşxistina ziman û peyv û biwêjan de jî tê zanîn.

Eger em van danasînan weke tîrêjekê bavêjin ser rewşa civaka kurdî dê girîngiya rêsan û hûnandina helbestan hîna mezintir bibe. Her wiha eger em van danasî, rêgez û pîvanan ji helbestê bidin alî, dê tenê bimîne hunereke qels a rêzkirina peyvan, lê peyvên bê raman, bê bîrdank bê çêj û bê bedewî. Ango helbest ne rêzkirina peyvan e, lê belê zanîn e, raman e, behremendî ye û berî her tiştî berpirsyarî ye.

Mixabin di salên dawî de li nav civaka kurdên kurmancînivîs de nivîsîna helbestan bûye weke karê bêkaran û salane bi dehan berhem û pirtûkên bi navê helbestan têne çapkirin û weşandin. Li şûna ku bibin bingeha nasnameya çandî ya vê civakê, dibine egera kirêtkirin û xerabkirina ziman û çêj û bîr û bîrdanka civakê. Lewma ew dayika çiyayî ne şaş bû dema ku helbesta kurê xwe jî nedixwend eger xweşik nehatiba nivîsîn.