Rojnameya Ronahî

Çend gotin li ser zimên

Volqan Elî

Ziman ji bo civakan ne tenê amûreke ji rêzê ye ku pê ji hev fêm dikin. Rast e, dibe ku aliyê herî diyar ê ziman, ‘zimanê’ axavtinê be. Dema ku wisa dibe, erk û wezîfeya wê ya yekemîn wekî ‘zimanê axavtinê derdikeve li pêş. Xwe gihandina encameke wisa ne şaş e; lê zêde zêde kêm e. Yanî wekî tê zanîn Kurd bi Kurdî, Ereb bi Erebî, Rûs bi Rûsî diaxivin. Lê faktora ku Kurd kirine Kurd, ereb kirine Ereb, her çi qewm û etnîsîte be tiştê ku ew netewe kiriye ew netewe zimanê ku pê diaxive.

Li gorî lêkolînên arkeolojîk û antropolojîk (zanista ku mirov dike mijarên lêkolînên xwe) şoreşa ziman texmînî 50-60 hezar sal berê li Hîlala Bi Bereket pêk hatiye. Dîsa serdema dawî ya qeşayê 20 hezar sal berê bi dawî bûuye, piştî wê bi demeke kurt jî li mezopatamyaya jorîn yanî navenda Kurdistanê, şoreşa Neolîtîkê çêbûye.

Ji ber ku mijar bi qasî bi çend zanistan neyê ronî kirin kûr e, em neçar in zêde nekevin hin mijaran. Lê dîsa jî hewce dike, bi çend mînakan li ser were sekinîn.

Piştî ku şoreşa Neolîtîkê dest pê kiriye, şoreşa ziman ku li vê erdnîgariyê dest pê kiribû gihaştiye qonaxeke nû. Her tiştê ku li xwezayê, hatiye bi navkirin, navek hatiye lê kirin. Heta gelek teknolojî û kişfên nû hatine bi pêşxistin û ji van her yekê re navek hatiye peydakirin. Mînak, piştî genim hatiye çandin û çinîn, bi destarê ku hatiye vedîtin nan hatiye çêkirin. Bi rêya tekelê ku hatiye vedîtin erebok ji bo barkişandinê hatiye çêkirin. Dîroknasê mezin Gordon Chîlde van vedîtinan dişibîne pêşketinên zanistî yên di sedsala 16. li Ewrûpayê hatine.

Em dikarin bêjin hemû şoreşên civakî yên dîrokî ku mirovahî gihandine asteke pir pêşketî ya zanistî û civakî, xwe dispêrin şoreşa ziman û şoreşa Neolîtîkê.

Piştî ku bi şoreşa Neolîtîkê, şoreşa ziman cara duyemîn xwe misoger kiriye, edî ‘ziman’ ne tenê bi navlêkirina tiştan û axavtinê sînordar maye. Pêşketinên di aliyê ziman de mîraseke pir mezin a çandî (wêje, mîmarî, perwerde, muzîk, hunerên curbicur û hwd.) afirandiye. Zimanê ku di destpêkê de ji çend dengan pêk dihat, êdî bûye nasnameyê wan civakan. Yanî di civaka mirovahiyê de pirrengînî bi pêş ketiye. Etnîsîte, qebîle, eşîr, gel, ol, milet, netewe peyda bûne.

Ji ber vê yekê, ziman tenê wekî amûrê bi dest girtin pir kêm dimîne. Mînak, hê pir ji beriya Sumeran nivîsandin hatiye keşfkirin. Gelan, etnîsîteyan pê serpêhatiyên xwe bi şiklê nivîs ji dîrokê re hiştine. Jixwe ji beriya wê jî, civakan serpêhatî û hunera xwe bi çîrok û mîtolojiyê neqlî hev kirine. Kîjan ji van dibe bila bibe, di encam de berhemeke faktora ziman e. Yanî dîroka civakekê, bi maneyekê berhema ‘zimanê’ wê civakê ye. Wêje, huner, zanist jî her wisa. Eger hemû yek bi yek werin vekirin jî, di encamê de derdikeve holê, her tişt bi şiklekî ji şiklan bi ‘ziman’ re eleqadar e.

Lewra hêzên dagirker di destpêkê de ziman qedexe dikin. Tê zanîn, dayik bi taybetî di civakên Rojhilata Navin de çavkaniya ‘ziman’ in. Yanî her yekê/î ji me, mamosteya wî ya ziman a destpêkê dayika wê/î ye: Piştre hemû civak… Ne ku nayê zanîn lê ji ber ku pir balkêş e, mînakek heye divê em bidin. Piştî berxwedana Şêx Seîdê kal, aqilmendên dewleta qirker a faşîst kom dibin. Mijar ew e ku dê çawa bikin ku Kurd bi Kurdî neaxivin, ‘zimanê’ xwe ji bîr bikin. Yek ji aqilmendên Mistoyê Kor (di komkujiya 1938’an de şervanên Seyîd Riza ev nav li Ataturk kiribûn) dibêje, pir sosrete; “Hewce dike em keçên Tirkan bi Kurdan re bizewicînin. Ew keçên me dê biçin, ji wan re zarokan bînin. Ji ber ku Kurdî nizanin dê zarokên xwe jî bi zimanê Tirkî mezin bikin. Dibe ku em wisa vê belaya Kurdî ji xwe kêm bikin”.

Ev planê dagirkeriya Tirk li beşa Bakur bû lê li parçeyên din jî polîtîkayên heman encamê didin hatine pêşxistin. Mînak, kembera Erebî ku li Rojava ji aliyê dewleta Sûrî ve hatiye meşandin. Bi armanceke cuda jî be, ji aliyê pişaftinê ve heman encam dane. Niha em di nav de dijîn, ma li kîjan bajarê Rojava çanda Kurdî, Kurdî li pêş e. Mesele ne neteweperestî ye, eger mesele ew be perspektîfa me zelal e, “bila hezar çand û ziman, netewe û milet, ol û tarîqet li cem û di nava aştiyê de bijîn”.