Hesen Elî Xelîl ku tê gotin peywendiya wî bi DAIŞ’ê re heye û ji bo meclîsa qezaya Şengalê hate tayîn kirin, rastî nerazîbûnên tund yên Şengaliyan hat. Şengaliyan li dijî vê yekê çalakiyek lidarxist.
Hikûmeta Iraqê kesekî bi navê Hesen Elî Xelîl ku tê gotin têkiliya wî bi DAIŞ’ê re heye û di dema komkujiya Şengalê de bi DAIŞ’ê re tevgeriyaye, ji bo Meclîsa Qezaya Şengalê wezîfedar kir. Şengalî jî piştî bihîstina vê agahiyê li navenda bajarê Şengalê daketin qadan û nerazîbûn nîşan dan. Hejmareke zêde welatî beşdarê çalakiya nerazîbûnê bûn.
Şengalî bi dirûşmên, “Hesen Elî Xelîl DAIŞ’e, em wî di rêveberiyê de qebûl nakin”, “Em rêveberiyeke nîştîmanî dixwazin” û “Yên xiyanet li Şengalê kirin, temsîla me nakin” qîriyan.
Xwepêşanderan daxwaz ji hikûmeta Iraqê kirin ku Hesen Elî Xelîl ji wezîfe bigire û guh bide daxwaza Şengaliyan.
Hesen Elî Xelîl beriya komkujiya Şengalê ya 3’yê Tebaxa 2014’an pêk were endamê meclîsa qezaya Şengalê bû. Li gorî agahiyên ji Şengalê hatine girtin, dîmen û belgeyên ku îspat dikin têkiliya vî kesî bi DAIŞ’ê re heye û di dema komkujiyê de rol lîstiye.






