Rojnameya Ronahî

Her tişt bi kedê dibe!

Manî Awyer

Ev rastîyeke, heya niha gelek nivîs, pirtûk, dahûrandin, ser werzîşê hatiye çêkirin. Lê belê mesela werzîş û tenduristiyê cihek girîng di jiyana mirovan da digre, dayîkbûnê heya dest dayîna jiyanê jî berdewam dike. Yanî bi kurtasî giringîya werzîşê mijareke sereke ya jiyana mirov e. Yanî mijareke her tim lêkolîn li ser hatiye kirin, ji bona pênaseyeke rast jêre bê kirin û zêdetir jî ev bawerî bi vî awayî tê avakirin ku di jiyana mirovan de bimîne bibe rojev. Mirov dikare bibêje ku mijara werzîşê yek ji mijarên ku ti cara kevin nabe, ti caran girîngiya wê kêm nabe, pêwîste her tim di rojeva mirov de be. Eger mirov pênaseyeke resen ji bo werzîşê bike, rastiya wê tê xuyakirin lê naveroka wê têr û tijî ye.

Tevgerînên ji bo laş rojane tên kirin, bi şêwazeke disîplînî û bername pêwîste jêre bê dayîn. Hin tevgerînîn bi westandin bên çêkirin ku pêwîste demek cûda bê dîtin ku ji bona laşê mirov xudan bide. Ev bernama ku însan cûreyên tevgerînê dikin ji bo armancakê ye, ew jî ji bo parastina laş mirove wek “spor“ bi kurdî jê re dibêjin ‘werzîş’. Girîngiyeke çawa em bidin sporê, pêwîste em pênaseyek çawa bikin? Heger em werzîşê bikin wê çê bandorê li ser laş bike? Heger mirov neke wê çi bandoriya neyînî li ser laşê mirov çê bike? Em ser van hurgulîyan bisekinin. Ev erdnîgariya em tê de jiyan dikin, wek Rojhilata Navîn û ev herêma em tê de dijîn, wek Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêbazê werzîşkirinê bi sê mijara em dikarin pênase bikin. Sê pêwîstiyên zanistî, civakî û rewşên girêdayî laşê mirovan her tim bi mirov re dijîn û zindîne û nikarin jê qut bibin. Qutkirina ji van pêwendiyan, tê wateya mirina însan, tê wateya xilasbûna asta xweparastina mirovan. Dema pênaseya mirov tê kirin, sê pêdiviyên mirov hene, mirovbûyîn, zindîbûyîn ser van pêdiviyan tê avakirin. Mirovbûyîn ser bingehê her sê pêdiviyan tê pênasekirin. Herger mirov ji yek ji van pênaseyan qut bibe yan jî tevgerînek xelet bê kirin dê bê dîtin ku mirov bê mecal (seqet) bimîne. Yanî ev tevgera laş jî xwe dide xuyakirin. Yek ji van pêdiviyan xwarin û vexwarin e, ya dûyem cih û ya sêyem jî cil û berg û parastine. Ev parastin ji bo asta xweparastin e, hem jî ji bo laşê mirov û parastina rûhî ye. Ev parastin ji fêkî, av, xwarin û nan pêk tên. Ev pêdivî li gorî hecmê laşê mirov tê guhertin. Pêdiviyek din jî cil û xweparastin e.

Ji bo jiyana însan berdewam bibe û bi tevger be, herwiha laşê te aktîf be, cihekî ku mirov tê de weke jiyana ku were berdewam kirin tunebe, her tim wê bi xeterî jiyan bike. Mirov xweparastina cewherî bingeh negire, parastina laş bê kirin. Xalek din jî, mijarê rûhî û asta xwe parastina insan. Çawa ev xalên ku me anî ser ziman, çawa ji bo jiyana mirov girîng be, di heman demê de pêwîstiya insan bi asta xweparastina derûnî jî heye. Asta xwe parastin ya ku derûniya mirov, mêjî eleqadar dike, têkiliyên navbera zanista analitik (analitik zeka) û zanista hestî (duygusal zeka) peywendiyê wan bi hev re heye, jê re dibêjin pewîstiyên manewî. Pêwîstiyên manewî wek xwandin, fêrbûn, fêrkirin, danûstandin, civakbûyîn û sîyasîbûyîn e tişteke bi mêjî mijûl dibe, tiştekî zêdetirî laşê mirov heye, jê re dibêjin pêwîstiyên manewî yên mirovan. Dixwazim bêjim ku werzîş, pêdiviyeke herî girînge, ji bo bandoreke neyînî ser xwarin û vexwarina ku hatiye xerckirin neke û  heman demê nebe pirsgrêk ji bo derûniya mirov, ji bo rêbazek baş bê bikaranîn ev hêza ku xwarin û vexwarinê digire, bişaşîtî neyê xerckirin alîkar bibe ji bo mêjî û laşê mirov, ev tevgerîn girêdayî mêjiyê mirove, laş erk dide mêjî.

Mirov dikare têkiliya navbera laş û rûhê mirov de ji aliyê erenî de binirxîne, karê pêwîst dikeve ser milê werzîşê de. Dema ku bi vê pênasê em nêzî werzîş dibin, her kes hejandinek bi xwe re bide avakirin, werzîş çiye ev qas girînge? çima em berê bi vê girîngiyê nedihesiyan, kêleka vê em lê hesiya bin jî çima me girîngî ne dida werzîşê, çi guhertin veguhertin di kesayet de çê dike? Ev sê pirsa ger mirov ji xwe bipirse bê guman her mirovek dê bibe xwedî biryarek ku dest bi werzîşê bike. Çawa dibêjin “mêjiyekî tendurist, laşekî tendurist peyda dibe. “ji bo vê yekê pêdivî bi werzîş heye. Hin cara pênaseyek wisa tê kirin ku werzîş tenê ji bo ciwana ye, yan jî temenekê xuyayî werzîşê bikin, ev nêrîn ne tenê şaşe, nêrînek ne zêde tenduriste jî. Mirov dikare bibêje werzîş dema mirov ji dayîk bû, heya laşê wî/ê ber bi helandinê ve diçe pêwîstiya mirov bi werzîş heye. Ji ber di zaroktiyê de tevgera laşê însan zindiye, di ciwantiyê de tevger hîn bi plansazî dibe û heyanî kalbûnê de jî li gorî pêwîstiyê tevger çê dibe. lê belê ya girîng pêwîste werzîş ji roja dayîkbûnê heta mirina mirov bê kirin. Çawa ji bo zanist pênase dikin, dibêjin “fêr bibe“ axaftinek tê nasîn ya Hz Mihemede, gerek pênaseyek wilo ji bo werzîşê jî bê kirin, yanî heya ku tu zindî be gerek tu xwe ji werzîş qut neke. Lê bê guman civaka ku em têde jiyan dikin, civakake temeneke piranî ciwanin. Da ku ciwan pêşeroja civakê baş plansaz bikin, pêwîste zarok û ciwanên me xwedî plansazî û bername bibin. Yek jî ev nirxandinên şaş yên ku derheqê werzîşê de tên kirin bikarin şîrovek jê re bikin. Êrîşên li dijî laş ji derve tên bikaribin xwe biparêzin. Ev şîroveyeke gelekî girînge û pêwîste em bingeh bigirin. Niha yek ji van pênaseyan dikare neyînî bandor bibe, her roj bandoreke genetîkî ser me çê bike, mirinekê ku hêdî hêdî me dikuje,  ku em nizanin çawa xwe plan bikin, çawa bername deyînin, ji ber ku bername û plansazîyek me nîne. Kîjan kesayet û kîjan desthilat, kesayetên ku civakê temsîl dikin, kîjan navend, kîjan sazî, kîjan dewlet, û kîjan komeleyên ku bandora wê hebe dibe xwedî bername û li gorî berjewendiyê takekesî plansazî amade dikin. Yanî ev tevger û enerjiya di laşê me de cih digire, em nikarin sûdê jê bigirin û demê me jî tên dizîn. Em niha ji bo pêşiya diziyê bigirin û keda me vala dernekeve, pêwîste em xwe bi bername û plansazî bikin, da ku keda me û wextê me ji bo xizmet û civata me be. Ji bo em nebin beşekî bernameya her kesekî/ê. Yek jî ev siyaseta ku hemberî me û civaka me tê meşandin û gelek mirovan re dibêjin dermanê vê/î nîne, yan jî dermankirina vê/î pir zehmete. Ev şîroveyeke cih deye. Mirov dest pê neke tu dikarî bêjî her tişt bêdermane. Mînak madeyên hişbir, di vê nivîsê de em nikarin bandora madeyên hişbir rêz bikin lê dijminê herî mezin ê ku bikare madeyên hişbir re şer bike spor yan werzîş e. Em dikarin vê pirsê ji xwe bikin çê taybetmendiyê mirov heye ku mirov nikare werzîş bike? Yan jî çi taybetmendiyên mirovan yên aliyê neyînî nikare werzîşê bike? Mirov her tim lêgerîn daye û pêdiviya mirov pê heye ku enerjiya xwe vala bike, dema ku mirov bê tevger be, werzîşê neke, karekî herî hêsan û sekneke herî xeter û rehet bala mirov bikşîne û ber vê ve biçe û ev tevger û enerjiya cem xwe vala bike, ji bo mêjiyekî rehet ava bike. Ciwanên ku tevgera wan pir kêm be, zû fêrî madeyên hişbir dibin. Ew rewşa ku niha civaka me li hemberî madeyên hişbir jiyan dike baş tê zanîn. Çawa bandora madeyên hişbir ser laşê mirov çê bike pir zehmete, di heman demê de dema mirov fêrbûyîna laş ya werzîş çê bike laş dê 180 derecayan mertalekê bide avakirin. Werzîş panjehra madeyên hişbir û nexweşîyane. Armanca sereke ya belavbûna madeyên hişbir, nebûna bername û nebûna lêhûrbûn û nekirina werzîşê ye. Çawa ku wêje sînoran nas nake, werzîş jî sînora nas nake. Mirovê ku werzîşê neke aliyê zanista tengasiyê jîyan dike. Ji bo xwe û ji bo berjewendiyê xwe difikire, miroveke takekese û ezeze. Lê taybetmendiya mirovê werzîşê dike civakî û gerdûnî ye. Ji ber însanekî ku werzîşê neke dervê xwe nikare ti tiştekî bifikire û pêk bîne. Yanî bi kurtahî newerzîşkirin, nefikirandinê pêş dixe. Ciwaneke ku sporê neke ji taybetmendiya xwe ya civakbuyînê qut dibe û ji bûyerên erênî yên di gerdûnê de diqewimin bêpar dimînin. Lewra yek ji pirsgrêkên herî girîng yê Herêma Rojhilata Navîn a ku em têda jiyan dikin pirsgrêka nexweşiyên derûnî û mêjî ye. Ev nexweşî ji sedî 90 ji enerjiya laşê mirov de di cihê ne rast û ne pêwîst bikaranîn û derveyî kontrola vîn û îrade yê de tê xerckirin û şewazdayîn. Lê werzîşkirin bê guman bandore xwe ser derûnî, tevger û enerjiya şaş bikaranînê aliyê erênî de jî dike û tu dikarî bêjî dermaneke ji bo van tevgeran e. Mirov ji tiştê baş hez dike ev taybetmendiyeke xwezayî yê mirove, mirov tam û tamxweşîyekê digere. Heman demê de mirov xweşikbûyînê jî digere ev taybetmendiya hemû mirovên ku gerdûnê de jiyan dikin de heye. Bijîşk û derman nekarin bi qasî werzîşê bibin alîkarê tenduristiya mirov. Eger em di aliyê derûnî de hez bikin ku her tim e bi erênî bifikrên, demên xweyî vala bi werzîşê dagirin. Di heman demê de ji bo ku madeyên hişbir yên ku dijmin li ser me bi kar tîne vala derxîne, herwiha li hemberî nexweşiyên xem û strês werzîş wek mertalekê di destê medaye. Eger em van taybetmendiyan ji xwe re bidin avakirin dê laşekî tendurist ava bibe, laşekî tendurist jî fikreke tendurist ava dike. Yanî bi kurtahî rojên bi tendurist bi zanist, girêdayî werzîşê ye. Rojê bi tendurist ji were dixwazim.