Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Nermbûn tune ye, şer didome

22/05/2024
in ROJEV
A A
Krîza Ukrayna bandora xwe pir dike
Share on FacebookShare on Twitter

Zekî Bedran

Fenên Erdogan ên nermbûnê rawestîna şer û Kurdan nagire nava xwe. Êrişên xwe yên li Sûriyê didomîne. Ji bo êrişên berfirehtir pêk bîne hewl dide erêkirinê ji Rûsya û DYE yê bigire. Heta ev hêz qada hewayî venekin, Tirkiye nikare êrişên hewayî yên berfireh pêk bîne. Ji ber ku parastina qada hewayî di destê van hêzan de ye. Êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê jî her ku diçe berfirehtir dibin. Di bikaranîna çekên qedexekirî û kîmyewî de zêdebûnek tê dîtin.

Weke berdewamiya van êriş û amedekariyan, di doza komployê ya Kobanê de seza li rêveberên HDP’ê barandin. Navê dozê doza Kobanê bû. Rêveberên HDP’ê weke berpirsyarê kişkirina gel û qetilkirina bi dehan mirovan dîtin. Baxçelî û Erdogan her tim gelê Tirkiyê û raya giştî ya ji derve bi van mijaran xapandin. Lê  tu rêveberên HDP’ê ji ber van dozan seza negirt. Xebatên wan ên di qada zagonî û daxuyaniyên wan kirin hêncet. Bi biryarên wan piştrast bû ku delîl tune ne, doz bi temamî tol û tesfiyeya siyasî ye.

Erdogan di hevdîtinên bi Ozgur Ozel re çêkirî de daxuyaniyên nermbûnê da. Nermbûn weke berdana fermandarên di girtîgehê de derket holê. Ev mirov jî bi armanca tol û perçiqandinê dihatin girtin. Temenê wan 80 derbas kiribûn. Bi berdana van, bi xapandinê nermbûn û asayîbûn çênabe. Ev nermbûna qaşoyî jî bandora xwe li Kurdan nekir. Bandorê jî nake, ji ber Kurd bi awayek rêkûpêk bi balefir û çekên giran tên bombebarankirin.

Hêzek zêdetir derbasî Başûrê Kurdistanê jî dikin. Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bênavber bi bejahî û hewayî tê bombebarankirin. Çete ji bo berfirehkirina dagirkerî û êrişan tên perwerdekirin. Hêzek zêdetir dikişîne herêmê. Bi milyonan dolar dimezêxin û herêmê dikin cihê jiyana xwe. Ma dema ev mezaxtina şer û amedekariyên dagirkeriyê didomin wê çawa nermbûn û asayîbûn pêk bê? Eger bikevin nava bendewariyek wiha, emê nikarin xwe ji amûrbûna şerê taybet xilas bikin.

Erdogan û Baxçelî dixwazin CHP’ê jî bixin nava şerê li dijî Kurdan. Ji ber ku hilbijartin winda kirin. Rewabûna wan derbeyek mezin xwar. Eger CHP’ê helwestek cidî nîşan bide û di demokratbûnê de bi israr be, nikarin bi hêsanî vî şerî bidomînin. Dixwazin CHP’ê jî bixin nava şer, ji xwe re bikin yedek û bi gelê Kurd re bînin beramberî hev. CHP ya ku beşdarî şer bibe û piştgiriya şer bike, piştgiriya Kurdan nagire. Di vê rewşê de jî wê pêşiya desthilatbûna CHP’ê bigirin. Erdogan, her ku li dijî Kurdan şer kir winda kir. Ji ber ku Kurd û pêşengên wan li ber xwe dan. Yên ku pêşeroja xwe di şer de dîtin û di şer de bi israr bûn winda kirin. Ji sala 2015’an ve AKP’ê şansê bi serê xwe bibe desthilat û hêza xwe winda kir. Niha jî bû partiya duyemîn.

Eger CHP’ê gavên ku AKP’ê rizgar bike û rihet bike biavêje jî wê Kurd li ber xwe bidin. Di encamê de ya ku winda bike û bawedariya xwe winda bike wê CHPM’ê be. CHP ya ku piştî 47 salan derfeta bûyîna partiya yekemîn bi dest xistiye, eger çareserkirina pirsgirêka Kurd û demokrasiyê armanc bike wê Erdogan tune bibe. Tu sedem an jî pêwîstiya ku li ser desthilatê bimîne wê nemîne. Desthilata AKP-MHP’ê çavkaniyên welat herikandin şer û alîgirên xwe. Hiqûq û dad qetil kirin. Ragihandin di destê desthilatê de ye, kirin amûra reşkirina rastiyan. Tu pirsgirêkên Tirkiyê yên ji derve û hindir çareser nebûn û her tişt xirabtir bû. Hejarî û alozî kûrtir bû.

Rêveberiya faşîst a AKP-MHP’ê, kiriye armanc ku tevahî Kurdan ji Rojava derbixe. Pêwîstî nabîne ku vê armanca xwe veşêre. Dibêje ku wê ji Efrînê heta Dêrikê herêmên ku Kurd lê dijîn bi kûrahiya 30 km dagir bike, plana xwe ya nîvî mayî temam bike. Weke ku li herêmê mirov nînin nîşanî raya cîhanê dike. Herêmên ser sînor ku Kurd lê dijîn weke “korîdora terorê” bi nav dike. Ji Kurd û Kurdistanê re dibêje “Terorîstan” û dibêje em nahêlin li vir “Terorîstan” bê avakirin. Dibêjin, “Em di vê mijarê de bi biryar in, kesî guhdar nakin, berdêla wê çi dibe bila bibe emê êriş bikin”.

Dema ku DAIŞ’ê Kobanê dorpêç kir û êriş kir, Erdogan mizgînî dida gelê Tirkiyê û digot, “Va Kobanê ket, li ber ketinê ye”. Tişta ku bû sedem gelê Bakurê Kurdistanê aciz bibe û dakeve kolanan, gotin û kiryarên Erdogan bûn. Eger yek di vê dozê de bê darizandin ne HDP’yî Erdogan bixwe ye.

Erdogan çima xwest Kurdan bi destê DAIŞ’ê tune bike? Cîhan dizane ku Erdogan bi DAIŞ’ê re hevkarî çêkiriye, di dijminahiya li dijî Kurdan de bûne hevkar. Lê ji ber ku yên êşyayî Kurd in, tucar vê ji bîr nakin, wê bersiva pêwîst bidin Erdogan û Baxçeliyê ku dixwazin qirkirina Kurdan temam bikin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.