Dewleta Tirk ya dagirker ku tecrîda girankirî ku li ser rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ferz kiriye di nava Kurd û dostên wan de rê li ber nerazîbûneke mezin vekiriye. Çalakiyên ji bo azadiya Ocalan berdewam dikin. Li Taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi hezaran azadiya Ocalan xwestin.
Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê li dijî dagirkeriya Tirkiyê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek bi meşaleyan hate lidarxistin.
Hêrsa gelê Bakurê Sûriyê ya li hemberî dagirkeriya Tirkiyê û tecîrda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her ku diçe zêde dibe.
Bi pêşengtiya Yekîtiya Jinên Ciwan bi sedan şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Hebelê meşeke bi meşaleyan li dar xistin. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên TEV-DEM, YPG û YPJ hatin hildan. Her wiha pankartên “Em ê pergala Îmralî hilweşînin û bi rihê Berxwedana Serdemê ji bo azadiya Rêber Apo têbikoşin û bê serok jiiyan nabe” hatibûn vekirin.
Meş li qada Şehîd Destîna veguherî mîtîngê. Li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan Firyal Mihemed û bi navê Kongreya Star Heyfa Hesen axivîn. Di axaftinan de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bêdengiya raya giştî ya li hemberî kiryarên dewleta tirk hate şermezarkirin.
Kesên axivîn, bang li rêxistinên mirovî kirin ku erka xwe ya li hemberî Ocalan pêk bînin û sînorekî ji zêdegaviyên dewleta tirk re deynin. Mîtîng bi dirûşmeyan bi dawî bû…ANHA






