Farûk Sakik
Doza Kumpasê ya Kobanê bi encam bû. Doza Kumpasê ya Kobanê ku di 26’ê Nîsana 2021’ê bi rûniştina pêşî dest pê kir û hezar û 117 rojan dewam kir, 10 salan dom kir.
Çima navê “Doza Kobanê” lêkirin? Sedema xwe Serhildana Kobanê ya li Bakurê Kurdistanê ye, ku ji 5 heta 8’ê Cotmeha 2014’an dewam kir bû. Ji bo vê yekê em jî dibêjin, ev doz tolgirtina berxwedana Kobanê bû. Em ê ji Kobanê bi rê kevin û piştre vegerin dadgeha li Sîncanê.
Piştî ku DAIŞ bê midaxaleyekê Reqa û Mûsil dagir kirin, di serî de dewleta Tirk, berê van çeteyên hov dane Kobanê. Dema êrişên DAIŞ’ê dijwar bûn li Kobanê berxwedan li derve jî serhildan dest pê kir. Kurd li her deverên ku lê bûn tevlî têkoşîna Kobanê bûn.
Dewleta Tirk û DAIŞ li Kobanê têk çûbûn. Erdogan û hevalbendên wî dixwestin tola vê serkeftinê bigirin. Têkçûna DAIŞ’ê qebûl nedikirin, an jî hazim nedikirin.
Desthilata dewleta Tirk, piştî ku serhildana gel bi ser ket, di cih de ferman ji dozgerên xwe re şand û heman salê ango 2014’an lêpirsîn da destpêkirin. Piştre doza tolhildana serkeftina Kobanê li dadgehên Sîncanê dan destpêkirin. Li salonên dadgehan kesên dihatin darizandin tu car xwe wek bersûc nedîtin. Neketin pozîsyona parastinê jî. Wan li dadgehê ev sîstema faşîst darizandin.
Lê di van 10 salan de ji bilî tolhildanên hin hemleyên din jî çêbûn. Ev doz wek çekek siyasî jî bi kar anîn. Mînak di hilbijartinên xwecihî yên sala 2019’an de bi teklîfa ku piştgirî nedin Îmamoglu wê doza Kobanê bidin seknandin kirin. Bi vê yekê îtîraf dikirin ku doz, siyasî ye, ya tolgirtinê ye, ev neyartî ye û daxwaza bidawîanîna siyaseta demokratîk e.
Di encama dozê de, hin kes serbest hatin berdan û li hin kesan jî cezayê giran hat birîn. Bi encamên dozê, rejîma faşîst careke din îtîraf kir ku doz, dozeke siyasî ye.
Çima?
Di medya dîjîtal de em rastî nirxandinekê hatin. Biryara dadgehê wiha îzah dikir; “Heger tu teslîm bibî wek Ayhan Bîlgen û Altan Tan tu yê beraet bikî. Heger tu hafizaya xwe wenda bikî, wek Aysel Tugluk tu yê serbest bê berdan. Heger tu Tirk bî û piştgirî bidî doza Kurdistan wek Fîgen Yuksekdag tu yê 30 sal ceza bigirî. Heger tu wek Selahattîn Demîrtaş lîderekê ku ji aliyê civakê ve werî hezkirin û li ber wan çok daneynî tu yê 42 sal ceza bigirî.”
Em bi hevoka ku ‘dema ku tu çok daneynî’ dewam bikin. Ji Şêx Seîd, Seyîd Riza û gelek pêşengên doza Kurdistan li ber dijmin tu carî çok daneynan û hatin qetilkirin. Îroj dîrok li wê salona dadgehê xwe dubare kir. Ha wê were gotin, hin kesan çima beraet kirin. Bi beraet hin siyasetmedaran xwestin peyama ku ev doz siyasî nîne bidin. Bibêjin, a ha ku siyasî bûya, me çima wan kesan berdan. Lê civak û herkes êdî dizane ku ev doz doza tolgirtinê ye. Bendewariyê tu kesî tunebû ku ji wê dadgehê edalet û hiqûq derkeve. Di van 10 salan de dadgehek din ya ku DAIŞ dihat darizandin jî hebû. Hêzên navnetewî di vê darizandinê de rol û mîsyona xwe nelîstin. An jî pêk neanin. Meydan dîsa ji Erdogan re ma. Me li jor behs kiribû ku teklîfek bêexlaqî ya di demê hilbijartinan de kiribûn. Erdogan darizandina DAIŞ’ê jî wek bazariyekê da pêş Kurdan.
Lê di çanda Kurdan de tiştek heye, tu carî bersiv nadin teklîfên bêexlaqî. Di vê doza tolgirtinê de jî tu carî tawîz nedan. Dîrok wê wan kesên di vê dozê de hatin darizandin mafdar bibîne û zîhniyeta dijminatiya Kurdan jî mehkûm bike.