Rojnameya Ronahî

‘Bikaranîna çekên kêmyawî nîşana bêhêzbûna dagirkeriya Tirk e’

Hemza Sêvo/Qamişlo

Lêkolîner Lezgîn Ibrahîm da zanîn ku bikaranîna dewleta Tirk ji çekên kîmyawî li hemberî Gerîlayên Azadiyê ji ber bêhêzbûna wê ye û got, “Dewleta Tirk a dagirker di şerê li dijî gerîlayên azadiyê de PDK’ê wekî amûrekî bikar tîne.”

Dewleta Tirk a dagirker di dema heyî de êrişeke berfireh li ser Qadên Berxwedanê dide meşandin û tevkariya PDK’ê di vî alî de eşkere ye. Ji hêleke din ve dewleta Tirk a faşist û hegemon ji bo pêkanîna armancên xwe yên dagirkeriyê li ser herêmê  hevdîtinên xwe û hewldana xurtkirina têkiliyan bi dewletên cuda re pirtir kiriye. Têkldarî van mijarên ku me anîn ser ziman lêkolînerê Navenda Firat a Lêkolînan, Lezgîn Ibrahîm bersiva pirsên rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:

-Dewleta Tirk di dema heyî de hewldanên xurtkirina têkiliyên xwe bi dewleta Îraqê û dewletên rojavayî re dike û li aliyekî din êrişî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, herwiha li Filestîn piştevaniya Hemasê dike, gelo dewleta Tirk çima siyaseteke wiha dimeşîne û çi sûdê ji vê tevlîheviya di herêmê de dibîne?

Wekî ku em dibînin dewleta Tirk di vê dema dawî de liv, tevger û hewldana pêkanîna hevdîtinên xwe bi dewletên rojavayî û yên derdora xwe re zêde bike. Nexasim piştî şerê ku di navbera Hemas û Îsrayîlê de rû da. Dewleta Tirk dîse xwest balê bikşîne li ser xwe û xwe weke pêşengê muslmanan û doza filestînî bide nîşandan, me dît ku piştgiriya Hemasê kir. Lê di wî şerî de hikumeta AKP’ê rola wê kêm bû û hate paşguhkirin. Lê dewleta Tirk xwe wisa nehişt, divabû ku şerekî dijwar di herêmê de biafrîne, ew şer jî şerê li dijî kurdan û Tevgera Rizgariya Kurdistanê bû. Dagirkeriya Tirk di meha bûrî de li dijî Gerîlayan dest operazisiyonekê kir. Di heman demê Erdogan serdana hikumeta Îraqê û Başûrê Kurdistanê  kir û armanca wê ya sereke ew bû ku dewleta Îraqê jî destekê bide wê ji bo meşandina şerê li dijî Qadên Berxwedanê. Artêşa Tirk a dagirker niha êrişan li ser çiyayên Kurdistanê dide meşandin, li aliyekî din jî gefê êrişên bejahî li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.   Erdogan berî demek nêz de xwest ku serdana Waşontonê bike lê Amerîka ev serdan taloq kir. Dewleta Tirk îroj di hudirê xwe de rastî kirîzeke mezin tê, ji ber lawaziya xwe jî, ew nikare pirsgirêkên hudirîn çareser bike. Lewma jî dixwaze liv û tevgera xwe zêde bike, herwiha tevlîheviyê di herêmê de bi riya afrandina şerên derveyî sînorê xwe bide meşandin. Bala gelê Tirkiyê û cîhanê bigiştî bikşîne li ser şer û rûdanên ku çêdike, hem jî kirîzên di hundirê Tirkiyê de binuxmîne.

-Ev bû nêzî mehekê dagirkeriya Tirk êrişên hovane û tund li ser qadên berxwedanê dide meşandin, van rojên dawî jî çekên jehrî jî bikar tîne li dijî Gerîlayên Azadiyê, li hember vê yekê jî PDK bi dewleta Tirk re eşkere tevkariyê dike di şerê li dijî Gerîla, gelo çima dagirkeriya Tirk êrîşên wisa  di vê dema heyî de dike?

Piştî ku hikumeta AKP’ê di hilbijartinên  şaredariyan de bi bin ket û kurdan roleke girîng di van  hilbijartinan de lîst û gelek şaredariyên Bakurê Kurdistanê bi dest xist, êdî AKP’ê kete tengasiyekê. Êdî hat diyarkirin ku gelên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê nema desthilatdariyeke wiha qebûl dikin, ji ber vê jî AKP’ê di nav gel de bêbandor ma. Nema dikarîbû bibe bersiv ji pirsgirêkên abûrî, deblomasî, civakî û hwd… yên hundirîn û derveyî. Êdî bi hinceta ku Tevgera Rizgariya Kurdistanê xeteriyê li ser ewlehiya Tirkiyê çêdike, êrişeke berfireh li ser gelê  kurd û Gerîla da meşandin. Li aliyekî din xwest ku dewleta Îraqê jî ji bo şerê li dijî Qadên Berxwedanê bibe tevkar, lê li gor hat xuyakirin ev yek pêk nehat û armanca dewleta Tirk bi cih nebû. Partiyên kurdî yên Başûrê Kurdistanê, weke YNK’ê û yên din jî şerê li dijî Gerîla red  kirin. Lewma PDK’ê ji bo dewleta Tirk bû amûra tekane di warê pêvajoya şerê li dijî Gerîla de û îro jî PDK’ê tevkariya dagirkeriya Tirk dike, PDK’ê jî ji bo xizmeta xwe vê yekê dike. Di rojên dawîn de weke ku we anî ser ziman, dewleta Tirk çekên jehrî di şerê li dijî Gerîlayên Azadiyê de bi awayekî hovane bi kar anî. Bikaranîna rêbazeke wiha nayê wateya ku artêşa Tirk û AKP’ê gelekî hêzdar e, lê belê nîşana qelsbûna dewleta Tirk a dagirker e.

 -PDK’ê çi sûdê ji van êrîşên ku dewleta Tirk a dagirker li dijî Gerîla dide meşandin, werdigire û ev yek çiqasî dikeve dijî xizmeta yekrêziya kurdî? Li aliyekî din heya ku xiyaneta PDK’ê bi dawî bibe û hevrêziya kurdî pêk were, çi ji gelê kurd û partiyên  siyasî tê xwestin?

Sûda ku PDK’ê ji hevkariya dewleta Tirk adagirker re werdigire, xurtkirina têkiliyên aborî û siyasî ye, ev yek jî dikeve xizmeta berjewendiyên PDK’ê. Em dizanin ku di van salên dawî de PDK û hikumeta Başûrê Kurdistanê di rewşeke aborî ya lawaz de derbas dibe. Herwiha PDK’ê têkildarî mijara danûstandên bi Bexdayê re astengiyan dibîne. Lewma jî PDK petrola Başûr bê erêkirina hikumeta Îraqî difroşe dewleta Tirk a dagirker û aboriya xwe bi vî awayî bihêztir dike. Li aliyê siyasî jî dema ku hilbijartin çêdibin, PDK’ê hêza xwe ji dewleta Tirk werdigre. Bi vî awayî jî PDK’ê berjewendiyên xwe di asta yekê de li ser berjewendiyên kurdayetiyê û yekîtiya kurdî dibîne. Di van salên dawîn de û bi taybet şerê li dijî DAIŞ’ê û têkçûna wê, êdî giraniyeke gelê kurd li ser asta cîhanê çêbû û hêzên kurdî çi li vir an li Başûr an jî li Bakurê Kurdistanê be bûne xwedî rolên ektîv di warê leşkerî û siyasî û hwd… Berî çend heftiyan Waşontonê şandeyeke YNK’ê vexwend û bi hev re civînek li dar xistin. Di wê civînê de jî rewşa kurdan û kurdistanê hate parvekirin. Waşontonê di wê demê de civîna bi Erdogan re taloq kir û pê re jî civînek bi YNK’ê re li darxist. Ji ber vê jî em dibînin  ku giraniyeke kurdan û hêzên kurdî çêbûye. Lê tişta ku tê xwestin ew e ku kongreyeke netewî ya kurdî were lidarxistin û partiyên siyasî yekbûneke xwe ava bikin. Di heman demê de pêwîste gelê kurd û tevahiya partiyên me PDK’î hişyar bikin ji vê tevkariya ku bi dewleta Tirk re dike. Ji ber ku ev tevkarî dibe astengiyeke mezin li pêşiya yekîtiya kurdan û hevrêziya kurdî. Ger wiha nebe dê rewşa me kurd êdî wê nebaş be.