Sunday, May 18, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Serxistina  hilbijartinên şaredariyan riya çareseriyê ye

22/05/2024
in QUNCIK NIVÎS
A A
Nikarin hevpeyaman civakî asteng bikin
Share on FacebookShare on Twitter

Dilyar Cizîrî

Meclîsa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 12’ê Kanûna 2023’yan de hevepymana civakî ya nû erê kir. Di hevpeymanê de pirengî û rewşa di hemû kantonan de di ber çavan re hate derbaskirin. Ev guhertin di demekê de ku dewleta Tirk a dagirker, Îran, hikûmeta Şamê, Rûsiya û komên çete yên girêdayî wan  bê navber di nava hewldanan de ne ku aloziyan di herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê de zêde bikin, pêk hat.

Bi wate her kesî dît dewleta Tirk çawa êrişî binesaziya herêmê û navendên xizmetguzariyê kir. Hikûmeta Şamê dorpêça li ser Şehba, Şêxmeqsûd û Eşrefiyê zêde kir û li Dêrazorê bê navber xwestin tevlîheviyê derbixin. Di encamê de di warê sotemeniyê, mijarên xizmetguzriyê û ewlekariyê de gelê herêmê alozî jiyan kirin.

Ji ber wê tevahî Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hêvî û baweriyeke mezin pêşwaziya hevpeymana civakî ya nû kirin. Niha jî bi heman rengî li hilbijartinên şaredariyê û xebatên wê dinêre. Civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bi salane hemû cûreyên herî zehmet ên planên dijberiyê û êrişan derbas kirin, îro jî di wê baweriyê de wê bi hilbijartinên şaredariyan û sîstema nû ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê de aloziyên ji aliyê dijberan ve hatine derxistin, derbas bike.

Ji ber wê hilbijartiyên şaredariyan ku tê payin di 11’ê meha Pûşberê de li tevahî kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyê werin lidarxistin, derfetekî din a gavavêtina di xeta çareserî û pêşxistina demokrasiya civakî ya herêmê ye.

Tişta balkêş di xebatên amadekariya hilbijartinan de gelek kom û hevgirtinên siyasî dê bi yek lîsteyan bikevin hilbijartinan. Li aliyê din gelek namzetên serbixwe dê di pêşbirka hilbijartinan de bin. Ev derfeteke baş a ji nû ve avakirin û dîzayinkirina sîstema herêmê ye.

Niha jî erk dikeve ser milê her kesî di vê qonaxa guhertin û veguhertinan di herêmê de bibin xwedî rol. Ev hilbijartin zemîneke din a têkbirina hemû planên dijberiya li ser herêmê ye. Ji ber wê jî dewletên dijber ku me li jorê jî behsa wan kiriye, wê rê nedin gelê herêmê wiha bi rehetî biçe hilbijartinan.

Dibe bi gelek rê û rêbazan hewil bidin hilbijartinên şaredariyan ku yekem derfeta gelê herêmê ye, bi encam bibe. Lewma serxistina hilbijartinan tê wateya têkbirina hemû planên dijberiyê ye. Di heman demê de serxistina sîstema Netewa Demokratîk a xwe dispêre piradîgma azadî û demokrasiya civakî.

Bi serxistina hilbijartinên şaredariyan û avakirina rêveberiyên hilbijartî dê di heman demê de mîna pêşxistina riya çareseriya hemû pirsgirêkên aborî, civakî û siyasî di herêmê de pêş bikeve. Lazime gelê me bi wê baweriyê di 11’ê hizêranê de berê xwe bide sendoqên hilbijartinan û xwedî li dengên xwe derkevin.

Piştî hilbijartinan jî erka gelê me ya hevşaredarên werin hilbijartin bişopînin, hesabê kar û berpirsyariyê ji wan bixwazin. Çawa hilbijêr dê bi dengê gelê me erk werbigirin, pêwîste gelê me di wê astê de be, rê nede tu kes mafê wan ji destê wan werbigirin.

Ji ber erka serke ya serxistina hilbijartinan ji komseriya bilind û saziyên rêveberiya xweser ên têkildarî zêdetir, civaka herêmê ye.

Post Views: 141
ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Ji ber derengbarîna baranê berhemê mûsimê îsal kêm e’
CIVAK Û JIYAN

‘Ji ber derengbarîna baranê berhemê mûsimê îsal kêm e’

18/05/2025
RAMANÊ RÊBER APO YEKÎTIYA GELAN PÊK ANÎ
HAJMARA PDF

RAMANÊ RÊBER APO YEKÎTIYA GELAN PÊK ANÎ

18/05/2025
Biradost Mîtanî; Hezkerî dîrok û zimanê gelê xwe
ÇAND Û HUNER

Biradost Mîtanî; Hezkerî dîrok û zimanê gelê xwe

18/05/2025
Têkoşîna çanda civaka demokratîk
QUNCIK NIVÎS

Têkoşîna çanda civaka demokratîk

18/05/2025
Cihê arkeolojîk ê Tilbeyder nasnameya gelên herêmê temsîl dike
ÇAND Û HUNER

Cihê arkeolojîk ê Tilbeyder nasnameya gelên herêmê temsîl dike

18/05/2025
‘Hîna zimanzan mijara zimanê kurdî li gel hev nîqaş nekirine’
ÇAND Û HUNER

‘Hîna zimanzan mijara zimanê kurdî li gel hev nîqaş nekirine’

18/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.