Li Bakurê Sûriyê, Pêngava Rizgarkirina Minbicê yek ji şerên herî dijwar bû ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê hate dayîn. Gelek fermandar û şervanên ku di nava vê têkoşînê de cih girtin behsa wan kêliyan kirin.
“Çi rojeke tirsnak bû.” Bi vê hevokê fermandar Egîd Ehmed behsa roja yekemîn a hemleya rizgarkirina Minbicê kir. Egîd Ehmed fermandarê tabûrên Şems El-Şimal e, di nava hevalên xwe de bi navê Egîdê Şems El-Şimal tê naskirin.
Hemû awir li ser gundê Halûlê bûn, şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê plana têketina gund amade kiribûn. Armanc rizgarkirina gund bû, wê bibûya yekemîn gundê ku di pêvajoya hemleyê de were rizgarkirin. Berê lûleyên çekan li çeperên DAIŞ`ê bûn, êdî şer dest pê kiribû.
Tabûrên Şems El-Şimal yek ji mezintirîn hêzên di nava Meclisa Leşkerî ya Minbicê de ye, bi beşdariya bi sedan şervanên ku piraniya wan ji welatiyên Minbicê ne, bi awayekî çalak tev li hemleya rizgarkirina Minbicê bûn.
Baskê yekemîn ê hemleyê ji bendava Tişrîn ku 25 km dûrî bajarê Minbicê ye, dest pê kir. Baskê duyemîn jî ji pira Qereqozaqê ku ew jî 25 km li rojhilatê Minbicê ye, dest pê kir.
Egîd û komek hevalên xwe di nava şerên li baskê yekemîn diqawimîn de bûn, nêzî 75 şervanan êrîşa yekemîn a li dijî çeperên DAIŞ`ê yên li gundê Halûlê yê nêzî bendava Tirşrînê kirin.
Egîd Ehmed dibêje ku çeteyên DAIŞ`ê fuzeyên antîtank bi kar dianîn û xeteke parastinê ya bihêz çêkiribûn, çeteyan dizanî ku hemleyê dest pê kiriye. Egîd Ehed wiha pê de diçe: “Di roja yekemîn de erebeyeke me ku doçka li ser bû û dozerek jî hatin derbkirin, rojeke bi tirs bû, em 75 şervan bûn, me xwe wek komên ji 5-6 kesan pêk tê, belav kiribû, paşê me wê rojê şer rawestand, ji ber ku rojeke bi tirs bû, lê roja din me şerê xwe dewam kir û em nêzî 500 metreyan di nava gund de bi pêş de çûn.”
Çeteyên DAIŞ`ê wê çaxê çeperên xwe li gundên nêzî çeperên şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê asê kiribûn û wekî ku Egîd Ehmed jî got, çeteyan ji bo rê li pêşdeçûna erebeyên şervanan bigirin fuzeyên antîtank bi kar dianîn.
Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê 3 rojan li gundê Halûlê şer kir, piştî 3 rojan û bi alîkariya balafirên şer ên hevpeymanê gund rizgar kir û berê xwe da gundê Elelûş ku li kêleka gundê Halûlê ye.
Egîd Şems El-Şimal dibêje ku êdî gundên li paş xeta parastinê, yek bi yek diketin destên şervanan, ta ku şervan gihaştin gundê ku fermandarê Şems El-Şimal ê wê çaxê Feysel Ebû Leyla lê şehîd bû.
FERMANDAR
EBÛ LEYLA ŞEHÎD BÛ

Her ku diçû şer jî diwartir dibû, şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi lez pêşde diçin û her roj gundên nû rizgar dikin ta ku gihaştin gundê Cib Elxefî yê nêzî bajarokê Ebû Qelqel.
Li wî gundî çeteyan xwe di nava sivîlan de vedişart, şer li wir dijwar û giran bû, hemleya ku 1`ê Hezîranê dest pê kiribû, ketibû roja xwe ya 3`yemîn, di wê rojê de fermandar Feysel Ebû Leyla birîndar bû.
Çaxê ku şervanan gund rizgar dikir, ketin kemîneke çeteyan, ew 5 şervanên tabûrên Şems El-Şimal bûn, hin jî yên YPG`ê bûn û şervaneke YPJ`ê jî di nava wan de bû. Şervan ketin gund, ji wan we ye ku gund vala ye, lê dema deriyê sînor ji aliyê Tirkiyeyê ve vebû, nêzî 500 çeteyên DAIŞ`ê ketin gund û şervan dorpêç kirin. Fermandar Feysel Ebû Leyla wê çaxê nû ji nexweşxaneyê derketib û(emeliyat bûbû), lewma pêwîst bû ku demekê nekeve nava şer, lê çawa ku bihîst hevalên wî ketine çemberê, çeka xwe hilgirt û çû qadên şer da ku hevalên xwe ji çemberê xilas bike.
Şervanekî ku bi alîkariya Ebû Leyla ji çemberê rizgar bû, dibêje ku Ebû Leyla bi xwe bi çeka giran li mala ku 50 çeteyên DAIŞ`ê lê bûn, xist û mal bi serê wan de şewitand. Paşê ew vegeriya baregeha xwe, fuzeyek li cihê wan ket û Ebû Leyla bi giranî birîndar bû, ew rakirin nexweşxaneya bajarê Silêmaniyê ya başûrê Kurdistanê, lê piştî 2 rojan şehîd bû. Cenazeyê Ebû Leyla bi merasîmeke biheybet li bajarê Kobanê hate oxirkirin.
ŞER GIRAN DIBE

Egîd Şems El-Şimal wiha pê de diçe: “Çeteyên DAIŞ`ê wisa bawer dikir ku piştî şehîdbûna fermandarekî me yê payebilind dê moralê şervanan bikeve, lê tişta çêbû berevajî wê bû. Dema şervanan bihîst ku Ebû Leyla şehîd bûye, şer girantir bû û şervan pir bi lez pêşde çûn, her wiha gelek ciwanên Minbicê tev li nava refên me bûn. Çeteyên DAIŞ`ê bi heman şêweyî şer dikir, dîsa fuzeyên antîtank bi kar dianîn, lê hevalên me bi lez bi pêş diketin û her roj gund rizgar dikirin.
Di heman roja şehîdbûna Ebû Leyla de, şervanan bajarokê Ebû Qelqel ê 15 km li başûrê bajarê Minbic ku cihekî stratejîk e, rizgar kir û berê xwe da bajarê Minbicê.
Di vê navberê de baskê duyemîn jî, baskê Qereqozaqê, li rojhilat û bakurê Minbicê bi pêş diket û gund rizgar dikirin.
DORPÊÇKIRINA BAJAR
Li gorî plana Meclisa Leşkerî ya Minbicê û bi hevkariya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û hêzên hevpeymana navneteweyî, dê bajarê Minbicê ji her çar hêlan ve bihata dorpêçkirin û paşê şerê li bajêr dê dest pê bikira. Dihat payîn ku şerê bajêr şerekî giran be.
Her du baskên hemleyê li gorî planê bi pêş de diçûn, baskê yekemîn ji aliyê bendava Tişrîn ve gundên li bejahiya başûrê bajêr rizgar kirin û baskê duyemîn jî li rojavayê bajêr heta çerxerêya gundê Eloseclî bi pêş de çû.
Di vê navberê de şervanên QSD`ê li aliyê baskê Qereqozaqê pêşve çûn û gundê başûr ên li ser çemê Sacûrê rizgar kir û gihaştin çerxerêya Eloseclî. Li wir her du baskên hemleyê gihaştin hev û çeteyên DAIŞ`ê di nava bajêr û çend gundan de dorpêç kirin.
Piştî ku her du baskên hemleyê gihiştin hev, şervanan dest bi rizgarkirina gundên mayî kir, şervanan bajar ji hemû aliyan ve dorpêç kirin. Êdî dema şerê mezin, şerê bajarê Minbicê nêzîk bû.
Cûma MIHEMED
Şîlan MIHEMED






