Rojnameya Ronahî

Zextên faşîzima Tirk li Ser Rojnemagerîya Azad berdewam e

Argêş Gewda/Qamişlo

Li Bakurê Kurdistanê û Turkîyê zext û  zordarîyên ser rojnamevanan her roj zidetir dibe.Li dijî wan binçavkirin, işkencekirin û kuştin dewam dike. Armanca desthilatdariya faşîst a Tirkiyê ji van kiryaran bêdengiya dengê rojnemevanên azad e.

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê rojnemavênên çapemeniya azad pir xebatên giranbuha didin meşandin. Li hemberî dek û dolabên AKP`ê û MHP`ê, dibin dengê civak û heqîqetê. Desthiladarîya AKP`ê û MHP`ê wekî salên borî, vê salê jî ji bo veşartina rastiyê  astengiyan derdixe  pêşîya rojnamevana û li dijî wan kiryarên dijmirovî dike.

 Di sala 2022`an êrîş û zext li ser rojnamevanan zêde bûn

Dema em binpêkirinên mafên rojnamegeran ên di nava sala 2022 an da mêze bikin, derheqê rojnamegeran da dehan doz hatine vekirin. Di heman salê di 8’ê  Pûşber ê de êrişeke li dijî rojnamevanan hat destpêkirin û 16 rojnamegerên Kurd hatin girtin. Piştî 13 mehan ew ji girtîgehê hatin berdan. Di lêpirsîna 25’ê Cotmeha heman salê de jî êrişeke bi navê tîmên taybet ku navenda wê Enqera ye hat destpêkirin û 9 rojnameger hatin maxdur kirin.

 Sala 2023’an bû sala binpêkirinên li dijî rojnamegeriya azad

Di 25 û 29’ê Nisana 2023’an de jî bi du lêpirsînên din rojnameger hatin binçavkirin û bi mehan di girtîgehê de hatin hiştin. Rojnameger Dicle Muftioglu ku di nav wan de bûn hê jî di girtîgehê de ye û nehatiya berdan. Desthilatdariya AKP-MHP’ê li gel van hemû mînakan di 2023’an de imza xwe avêtin binê vê kiryara nû ya qaşo rojnameger bi nûçeyên xwe peywirdarên li “dijî terorê hedef didin nişandan”.  Rojnameger ê ku navê wî Firat Can Arslan di nava van rojnamegaran da hatibû binçavkirin, li gorî zagonên dewleta Tirk gorî xalê TMK 6/1 ya 1991’an hat girtin. Dîsa Edîtorê Rojeva Azad Furkan Karabay Bi boneya “peywirdarê li dijî terorê hedef nişan daye” û “tomet li wan kiriye” hat tewanbarkirin û di rojên dawiya salê de hat girtin.

Bi van minakan eşkere bû ku zagona 7418’an ku bi navê “zagona dezeformasyonê” desthilatdariya AKP`ê û MHP`ê di 2023’an de derxist ber çava ku berovajiyê armanca navê zagonê, weke zagona sansurê bikar tîne.  Ji ber zagona sansurê derbarê rojnamegeran de lêpirsîn dan destpêkirin û wan kirin bin çavan. Rojnamegerê destpêkê de bi vê zagonê hat girtin Sînan Aygul e. Rojnameger Tolga Şardan, Edîtor Dinçer Gokçe û Nûçegihan Cengiz Erdinç hatin binçavkirin. Ji wan Tolga Şardan hat girtin. Di sala destpêka ku ev zagon ket meriyete de bi kêmanî 26 rojnameger hatin binçavkirin, hatin darizandin û hatin girtin. Ên ku tên zanîn bi giştî 29 bûyer hatin qeydkirin.

Sala 2023’an  danêyên Îstastikên Rapora Ser Mafên Rojnamevana

Rojnamevanên rastî êrîşa hatin:36

Serdegirtênên malên rojnamevana:43

Rojnamevanê hatin binçavkirin:119

Rojnamevanên hatin girtin: 36

Rojnamevanên rastî tundiyê hatin: 64

Rojnamevanên hatine tehdit kirin: 38

Rojnamevanên hatine astengkirin: 110

Rojnamevanên ku rastî lêpirsînan hatin: 75

Rojnamevanên doz li wan hatine vekirin: 66

Cezayên Hatine Birîn: ji bona 44 kesên endamên rojnamegerîya azad sala 2023’an da 48 sal 9 meh 14 roj cezayên girtîgehê, 147.486.00 LT cezayê pere hatîye birîn

Sala 2024 bi heman zextan didome.

Di destpêka meha Nîsanê de mafê bingehîn  yê Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan bi destê Komaleya Hilbijartinên Mezin(YSK`ê) hat betalkirin. Gelê Wan’ê bi yekser daket kolanan û  xwedî li Şaredarê xwe derket. Rojnamegerên êriş û tundiya polîsan a li dijî van çalakiyan di şopandin rastî tundiya polîsan a gaza isotê, êrişa guleyên plastîk û ava şid hatin. Polîs wêne û dîmenên rojnamegeran dest danîn ser û rojnamegerên tundiyên polêsan kişand bi gefên mirinê li van hat xwarin. Di 1’ê Gulanê de li Stenbolê jî heman wêne derket holê. Polîsan rojnamegerên girseya kedkar û xebatkarên dixwestin bimeşin Taksîmê dişopandin derp kirin , destên hin ji wan kelepçe kirkin û ew kirin binçavan. Di Saraçhaneyê de li ser ferana amîrê polîsan a; “Çapemeniyê durxin” rojnameger rastê êrişeke berfireh hatin. Di vî êrişê de  gelek rojnameger û endamên ragihandina azad birîndar bûn, xebatên wan hatin astengkirin. Di vê mehê de jî astengiyên li dijî medya dijîtal û xwe gîhandina nûçeyan dewam kir. Di gorî danêyên ne fermî 3 malperên internetan hatin girtin. Xwegîhandina 23 nûçe û 16 naverokên medya dijîtal  hatin astengkirin. Zidehî van astengkirinan li ser daxwazên bersucên destdirêjiyê, îstîsmara zayendî, û gendeliyê pêkhatin. Bi operasyona navenda xwe Stenbolê re polîsên Belçîkayê bi rengekê şêlevan avêtin ser Medya Haber û Stêrk TV’ê  jî. Derî hatin şikandin, zîyanek mezin dan alavên teknîka weşanê, ji bo weşan bê astengkirin qabloyên cîhazan hatin birîn.

Eşkera dibe ku zext û êrişên li ser rojnamegerên kurd di pêşengiya desthilatdariya nijadperest de li her derî didome. Van êrişên bêbext û dijî mirovî heta niha rojnamegerên Kurd, çapemeniya azad bêdeng nekir û dê ji vir û şûn ve jî bêdeng neke.