Rojnameya Ronahî

AKP`ê dijminê jinê ye

Nehîr pale 

Dewleta Tirk a dagirker ji bo li pêşiya têkoşîna jinên siyasetmedar bibe asteng, wê riyên herî gemar û qirêj bide bi kar anîn. Pirsgirêka AKP/MHP`ê bi jinê re îdeolojîke û vekirî dijminahiya jinên Kurd ên siyasetmedar û têkoşînvan dikin. Di hemû bûyerên ku diqewimin de tê fêmkirin ku AKP`ê li hemberî jina têkoşînvan eniya şer vekiriye. Mîtên Tirkiyê li tevayî gund û bajarên Bakurê Kurdistanê quncik bi quncik xwe birêxistin kirine û destê xwe tavjêjin hemû nirxên manewî û madî yên civaka Kurd. Bi taybet şerekî taybet ê giran li ser jinê didin meşandin. Li Bakurê Kurdistanê û herêmên dagirkirî, bi taybet Efrîn li hemberî jinê netewperestî, olperestî û cinsiyetparêziyeke ku hedefa wê qirkirine tê meşandin.

Eger jinan fêzîkî nekujin wê wan birizînin. Ji xwe rizandin rêbazê herî zêde ye ku dewlet li hemberî gelan dide bikar anîn, ew jî bi rizandinê re wê hêdî-hêdî jinê qir bikin.

Li ser asta cîhanî û ev bûye bi sedsalan jin mafên xwe yên jiyanê dixwazin, bila êdî weke mirov li jinê binêrin û rêz bidin wê. Êdî jin jî bibe ciyê biryarê, hebûna xwe biparêze û çarenûsa xwe diyar bike. Berevajî vê yekê roj derbas nabin ku jin neyên kuştin, tecawiz kirin û tûndî li ser wan neyê kirin. Ev yek nayê lêpirsîn kirin an jî hesab ji kesî nayê xwestin. Çi bi serê jinê were kirin wê ne xema kesî be, ya êşa vê yekê dikşînê dîsa jin e. Li tevayî dewletên Rojhilata Navîn êrîşa li ser jinê tê kirin siyasî û îdeolojîke û bi destê dewletan bi xwe tê kirin. Dewlet kengî bibîne jin têkoşîna azadiya xwe dike wê qeyd û zincîran lê bişdîne. Yek ji dewletên ku herî zêde jin lê têne kuştin û tûndî li ser wan tê kirin, dewleta Tirk e. Li Tirkiyê bi sedan jin niha di girtîgehan de ne û hukmê heyanî mirinê di girtîgehê de bimînin li wan hatiye birîn. Ew jî wê çima wan di girtîgehan de birizînin û tu carî nayên efû kirin? Ji ber ku siyasetê dikin. Herî dawî di doza Kobanê de Tirkiyê biryara qirkirina jinê ragihand. Di doza Kobanê de xwestin çok li gelê têkoşînvan û berxwedêr bişkînin û serê wan bitewînin. Di kesayeta hemû siyasetmedaran de dixwazin tevayî gelên demokratîk û azadîxwaz felc bikin. Bi taybet heyanî ji destê wan were wê jinê biperçiqîn in.

Ji ber vê yekê ji dewleta netewperest, olperest û cinsiyetparêz daxwaza maf, edalet û aştiyê nayê kirin. Her çiqasî jin ji Tirkiyê daxwaza mafê xwe bikin mîna ku ji celadê xwe rehmetê bixwazin. Dayîka Kurd Emîne Şenyeşar ku temenê wê 75 sale, wê bibe 200 roje ku dest bi çalakiya xwe kiriye û daxwaza berdana kurê xwe dike, lê dewleta şerê taybet kurê dayîka Emîne Şenyeşar bernade û wê li pêşiya dadgeha xwe birizînin, ne dûre ku wê jî bi endamtiya terorê sûcdar bikin û bavêjin girtîgehê.

Li hemberî dewleta Tirk a dagirker têkoşîn kirin, berxwedanî û xwe parastin çareserî ye. Dewleteke ku rêz nade jinan û dijminahiya wan dike geleke mirov tu carî maf û azadiya jinê jê hêvî neke.