Rojnameya Ronahî

Kovara Afaq Almeraa pênûsa asoyên jinê ye

Lîloz Hisên/ Qamişlo

Edîtora Kovara Afaq Almeraa Nêrgiz Ismayîl diyar kir ku armanca Kovara Afaq Almeraa ew e ku jin dîrok û zanista xwe nas bike, herwiha di ramana xwe de azad be.

Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pênûs û fikra azad karîbûn bighêjin tevahî jinên cîhanê û dîrokek azad binvîsînin. Kovara Afaq Almeraa di 20`ê meha Gulana 2023`an de hate avakirin, herwiha karîbû di salekê de mijarên bi wate û giring bixe nava rûpelên xwe, ev yek jî bi riya pênûsa tevahiya jinên berxwedêr, têkoşer, nivîskar û rewşenbîr pêk hat. Bi riya vê kovarê heta astekê pênûsa jinê karîbû hişmendiyên şaş bighurîne û dîrokeke tijî firk û raman ji bo tevahî jinan çêbike.

Derbarê salvegera damezirandina kovarê edîtora Kovara Afaq Almeraa Nêrgiz Ismayîl ji rojnameya me re axivî.

Pêwistiya tevlîbûna jinê di qada raghandinê de

Nêrgiz Ismayîl di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Li vê erdnîgariya ku em tê de dijîn şoreşek dîrokî ku bi navê jinê hate nasîn û deng veda li dar ket, tê de gelek têkoşîn û kedeke mezin ji bo kurd û Kurdistanê hate kirin, şoreşa ku bi demokrasiyê hate nasîn ji bo avakirina civakek demokratîk û azadiya jinê, di vê şoreşê de jinê karîbû beşdarî qadên leşkerî, siyasî, civakî, rewşenbîrî û hwd.. bibe, herwiha karîbû bighêje asteke mezin ji fikra demokratîk û bi îradeyeke azad civakeke demokratîk hate avakirin.”

Nêrgiz Ismayîl wiha domand: “Şoreşa 19`ê Tîrmehê bû mîrateyek ji bo têkoşîna jinê, di nava şert û mercên zehmet de tevlî qada raghandinê bû û bi beşdarbûna wê bû alîkar da ku ev qad bipêşbikeve, li seranserî Sûriyê şoreşeke li dijî zilmê û desthilatdariyê hate li darxistin. Tevahî pêkhateyên Sûriyê tevlî vê şoreşê bûn. Di nav de gelê kurd jî ku xwedî dîrokeke têkoşîn û azadiyê bû, vê şoreşê geleke pêşketin bi xwe re anî, şoreşek bi wate di nava xwe de şoreşa jinê li dar ket. Ji 2011`an ve û heta niha gelek şer û komkujî li vê deverê qewimî û qurbaniyê vî şerî jî jin û zarok bûn.”

Nêrgiz Ismayîl wiha pê de çû: “Qada çapemeniyê di nava şert û mercên zehmet de xwe ava kir, piştî ku gelek gav hate avêtin û jin beşdarî gelek qadên qehremantiyê û berxwedaniyê bû, pêwîstî hebû ku bi pênûsa jinê û bi asoyên jinê em bikaribin zanista jinê û lêgerînên wê yên azadiyê di riya kovarekê bînin ziman ji bo tevahî jinên Rojhilata Navîn û jinên cîhanê.

Projeya avakirina kovara Afaq Almeraa

Nêrgiz Ismayîl behsa naveroka kovarê kir û wiha berdewam kir: “Di sala 2023`an projeya avakirina vê kovarê hate destpêkirin bi navê ( Afaq Almeraa) bi drûşmeya Jin, Jiyan, Azadî, hate erê kirin ku her du mehan bê derxistin bi zimanê erebî, ji 132 rûpelan pêk tê her hejmarek mijarek tê hilbijartin li ser wê mijarê çîrok, gotar û şîrove tên nivîsandin.”

Quncikên kovarê

Mijarên ku di kovara Afaq Almeraa de hatine pêşkêşkirin wiha ne:

-Afaq Hura( Asoyên Azad) Abdullah Ocalan.

-Melef Eleded( Dosyên Hejmarê).

-Afaq Fikriye( Asoya Ramanî).

-Hîwar Eleded( hevpeyvîna Hejmarê).

-Ruiya Siyasiye( Dîtinên Siyasî).

-Xalîdat( Quncika Şehîdên Jin).

-Seda Ruh( Quncika Çîrokan).

-Hemesat Şiriye( Quncika Helbestan).

-Waha Feniyê( Quncika Şêwekarên Jin).

Di dema niha de hejmara kovarê gihaştiye ya 7`emîn, mijara wê jî ( Tevgerên Jinan).

Kovarên jin yên ku hatin weşandin.

Li bajrê Qamişlo kovara ( Asoya Jin) bi zimanê kurdî hate dameziarndin, cara yekem di 24`ê Gulanê sala 2015`an hate çap kirin li ser asta Rojavayê Kurdistanê, ji 80`ê rûpelan pêk dihat lê bi sedema şert û mercên zehmet herwiha êrîşên çeteyên DAIŞ û rewşa şer gihaşt hejmara 16`an û di sala 2016`an hate rawestandin.”

Kovara Sewit Alheyat jî hebû ev kovar dîrokek wê hebû di sala 1999`an hate avakirin, bi zimanê erebî dihat derxistin û çapkirina wê li Lubnan û Helebê bû, gihaşt hejmara 29`an de hate rawestandin bi kovara ( Asoya Jinê ) re, formatê wê hat guhertin û bû kovara Sewit Alheyat.

Armancên avakirina Kovarê

Nêrgiz Ismayîl wiha domand: “Armanca kovara Afaq Almeraa ew e ku jin dîrok û zanista xwe nas bike, di heman demê de jî di mêjiyê xwe de azad be û karibe civakê bi rêve bibe ji ber ku di dema me ya heyî de roleke pir mezin ketiye ser milê jinê. Armanca me ya din jî ku mêr karibe xwe xwe bighurîne hişmendiya kevin û ya baviksalarî paş guh bike, ji ber ku pirsgirêka avakirina civakek azad, demokrat û jiyankirina jiyaneke azad ne tenê ya jinê ye, em dixwazin di riya nivîsên jinê, rengîniya rûpel û quncikan asoyên jinê û fikrandinên wê bi pênûsa xwe binivîsîne û em bikaribin van nivîsan parve bikin û civakek azad ava bikin.”

Bandora kovarê

Nêrgiz Ismayîl wiha domand: “Em hewil didin ku bandora kovara me li ser civakê çêbibe, em bighêjin tevahî jinan li seranserî cîhanê, li Ewropayê di ekadîmiyan de mijarên kovara me dibin perwerde û jêder, kovara me li tevahî Sûriyeyê tê belav kirin ji bilî herêmên hundirîn bi awayê pdf tê şandin di heman demê de jî ji jinên rewşenbîr ên Lubnan, Kiwêt, Cezayir, Tunis, Urdin û Misirê tê şandin. Asta jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pir bipêşket û bûne nimûne ji tevahî jinên cîhanê, pênûsa jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser rûpelên kovara Afaq Almeraa ew şens dide gelek jinan ku careke din li xwe vegerin, xwezaya jinê û zanista wê bixin nîqaşê, asta xwendina kovarê tê diyar kirin dema ku kovar derdikeve gelek kes bi me re danûstendinê dikin û li ser mijaran nîqaş dikin ev yek rol dide me ku em zêdetir pêşketinan pêk bînin û berdewam bikin.”

Mijarên hejmarên Kovarê yên di salekê hatin çap kirin wiha ne:

-Hejmara yekem ( Jin, Jiyan, Azadî).

-Duyemîn ( Malbata Demokratîk).

-Sêyemîn( zayendperestî).

-Çaremîn( Bîrdoziya Rizgariya Jinê).

-Pêncemîn( Netewa Demoratîk).

-Şeşemîn( Hejmara taybet panorama xebatên Jin a sala 2023`an ber bi serkeftinê sala 2024`an).

-Heftemîn ( Tevgerênên jinan).

Edîtora kovara Afaq Almeraa Nêrgiz Ismayîl axaftina xwe de wiha qedand: “Em xwedî felsefeya Jin, Jiyan Azadî pêwêste em zanista jinê pênase bikin ji bo ku jin azad bibe û civakê azad bike. Em hewil bidin ku kovara Afaq Almeraa bibe deriyek ku hişmendiya desthilatadî û baviksalariyê tune bike û bighurîne.”