Rojnameya Ronahî

Rûyê Reş yê faşîzma AKP’ê `Doza Kobanê`

Argêş Gewda/Qamişlo

Parêzer Kenan Maçoglu diyar kir ku doza Kobanê dozeke siyasiye ku berê ji dewletê ve hatiye amadekirin. Herwiha Maçoglu da zanîn ku ev sîyasetmedar û rewşenbîrên Kurd  dozeke bi rûmet û heq meşandine û wiha got: “Em bang hemû gelê xwe yê welatparêz û demokrat dikin ku  êdî vê zilmê qebul nekin.”

Di Cotmeha 2014`an de çeteyên  DAIŞ’ê êrîşî bajarê Kobanê kirin. Ev êriş li her çar perçeyên Kurdistanê hat şermezarkirin, li Bakûrê Kurdistanê jî sîyasetmedar û rewşenbîran bi daxuyanî û çalakîyan bertekên xwe anîn ser ziman. Lê dewleta Tirk a dagirker li hemberî wê xwe negirt û bertekên li dijî êrişa DAIŞ’ê wekî sûc dît û bi navê doza Kobanê gelek sîyasetmedarên Bakurê Kurdistanê girtin û bi 10’ê  salan ceza li wan birîn. Derbarê doza Kobanê de parêzerê dozê Kenan Maçoglu persiva pirsên Rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû.

Destpekê hûn dikarin derheqê vê Dozê de hin agahî bidin?

Wek tê zanîn di Cotmeha 2014`an Kobanê rastî êrîşek teroristî ji aliyê DAIŞ`ê ve hat. Di wê êrişê de jin û zarok jî di nav de gelek mirovan jiyane xwe ji dest dan û birîndar bûn. Gelek kes bê mal û war man. Li dijî vê êrîşê ne tenê gelê Kurd û herêmê rabûn ser piyan, tevahiya gelên azadîxwaz rabûn ser piyan û êriş şermezar kirin. Gelek sîyasetmedar û rewşenbîrên Bakurê Kurdistanê jî helwestên xwe li hemberî wê qirkirinê dan nîşan dan. Gelek parlementer û sîyasetmedarên navdêr yên HDP`ê helwesta xwe ya mirovî dan xuyakirin. Piştî vê helwestê ew ji aliyê rayedarên dewleta Tirk bûn armanc. Di sala 2016’an de li dijî siyasetmedarên kurd li Bakûrê Kurdistanê êrişeke hemwext dan destpêkirin. Di Serî de hevserokên HDP`ê  Silhedîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag di nav de gelek parlementerên HDP`ê hatin girtin û derheqê wan da doz hat vekirin.  Ev doze bi navê `doza Kobanê` hat bi navkirin. Di vê dozê de 180 sîyasetmedarên Kurd dihatin darizandin. Dozgerê wê jî bi taybet ji aliyê Erdogan ve hatibû erêkirin. Ev doze li alîyê Dozgerîya Enqerê Dadgeha Mezin ya bîst û duyemîn dihat meşandin. Sîyasetmedar û dilgirtîyên dozê bi hinceta `endamtîya rêxistinê, parçekirin û binpêkirina yekîtîya dewletê` hatin tewanbar kirin.

Bertek û Helwestên dilgirtîyê dozê çi bûn?

Qaşo bi navê ewlehiyê sîyasetmedar ne di anîn dadgehê. Ji ber vê  bi rêya weşana zindî tevlî dozê dibûn. Dema ku pir cara dihatin dadgehê zext li ser wan dihat meşandin. Mafê wan yê xweparastinê ji dest wan dihatin girtin.  Bi mafên wan yên xwezayî jî dihatin qedexe kirin. Ev jî ji ber wan astengîyan ti cara serî netewandin. Lepîrsînek siyasî bû ti aliyê wê yê hiquqî tinebû.  Ev jî ji ber bertek û helwestên xwe daynîn holê  pir cara ên dihatin dadgehê.

Di wê dozê siyastmedarên ku dihatin dadgehkirin kîbûn?

Hevserokên Partîya Gelan Ya Demokratîk yê HDP`ê Silhedîn Demirtaş û Fîgen Yuksekdag, parlementerên HDP`ê Gulten Kişanak û Sebahat Tuncel, Selma Irmak û Ayla Akad Ata û Sirri Sureyya Onder, Altan Tan û Ayhan Bilgen. Hevserokê Şaredarîya Bajarê Merdîn`ê ya mezin Ahmet Turk û hwd. Bi sedan sîyasetmedarên ku me navê wan nehejmartiyî hatin mehkum kirin. Ev dozeke sîyasî di alîyê Komaleya Îstîxbarat ya Tirk û AKP`ê û MHP`ê ve dihate te şopandin. Bi navê hiquq û edeletê tiştek vê dozê tune ye. Ev doz nêzî 8 sale berdewam dikir û bi navê şahidê veşartî û îfadeyên polîs û leşkerên tirk ev doz dihate meşandin û sîyasetmedar bi şêwazeke derhiquqî hatin cezakirin.

Doz bi encam bû, cezayê hatin birîn hûn dikarin bi me re parve bikin?

Silhedîn Demîrtaş: 42 sal

Fîgen Yuksekdag: 30 sal û 3 meh

Perwîn Oduncu: 22 sal û 6 meh

Alp Altinors: 22 sal û 6 meh

Nazmi Gur: 22 sal û 6 meh

Zeki Çelîk: 22 sal û 6 meh

Zeynep Karaman: 22 sal û 6 meh

Cîhan Erdal: 20 sal û 6 meh

Dilek Yağlı 20 sal û 6 meh

Günay Kubilay: 20 sal û 6 meh

Îsmaîl Şengul: 20 sal û 6 meh

Bülent Parmaksız: 20 Sal û 6 Meh

Ali Ürküt: 17 sal û 1 meh

Zeynep Ölbeci: 12 sal û 9 meh

Gultan Kişanak: 12 sal

Sebahat Tuncel: 12 sal

Mesut Bağcık: 12 sal

Ahmet Turk: 10 sal

Emîna Ayna: 10 sal

Ayla Atak Ata: 9 sal û 9 meh

Meryem Adıbellî: 9 sal

Aynur Aşan: 9 sal

Ayşe Yağcı: 9 sal

Nezîr Çakan: 9 sal

Mesut Bagcık: 9 sal ceza li wan hat birîn.

Herwiha Emîne Beyza Ûstûn, Gulser Yildirim, Sebahat Tuncel, Gulten Kişanak, Altan Tan, Ayhan Bilgen, Gulfer Akkaya, Sirri Sureyya Onder, Can Memiş, Bîrcan Yorulmaz, Aysel Tugluk, Berfîn Ozgû Kose, Îbrahîm Bînîcî, Sîbel Akdenîz jî hatin berdan.

Herî dawiyê derheqê doza plankirî de tiştekê hûn çi dibêjin?

Ev doza ji serî heta binî dozeke sîyasî bû. Hatibû amadekirin. Bila gelê me bizane ku, ev sîyasetmedar û rewşenbîrên Kurd  dozeke bi rûmet û heq meşandine. Em bangawazîyê hemû gelê welatparêz û demokrat dikin êdî bila vê zilmê qebûl nekin. weke miwekilên me jî anî ser ziman em `ti cara serî natewînin.`  Em parêzer jî em dozê dişopînîn. Ev mirove ne sucdarin. Doza mafê gelekî zidetir tiştek nekirine. Em ê serlidana komalayên Mafên mirovan û Dadgeha Mezin ya Awrupa (AÎHM) bikin. Heya dawîyê em ê mafên dilgirtîyê doza Kobanê bişopînin. Em piştgirîya mafên wan bikin û em ê doza wan hertim bişopînin. Em ê şopderê doza heqîqetê bin. Em slavên xwe ji bona ev dilgirtîyên berxweder û malbat û xizmên van ra dişînim.