Rojnameya Ronahî

Xeyalên zarokatiyê bi mezinbûna şoreşê re pêkan bûn

Zana Roj/ Şehba

Zarokên ku duh li pey xeyalên xwe yên pêşeroşê ketibûn, îro bûn mamosteyên xeyalên ku pêk anîne. Jinên Ciwan yên ku bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re mezin bûne îro serkêşiya hunera kurdî dikin. Fatma û Zeyneb her du keçikên Efrînê yên di Tevgera Kevana Zêrîn de cih digirin. Bi vîneke mezin çîrokên xwe vedibêjin.

Pêşxistina hunera Kurdî di kesayeta xwe de dîtin û ji xwe re kirin erk. Bi armanca pêkanîna xeyalên xwe yên pêşerojê, westiyan, ked dan û xwe pêşxistin da ku bigihînin armancên xwe. Pêkanîna xeyalên hunandî ku di hişê zarokekî de tê gerandin ne tiştekî ji rêzê ye. Ev yek jî zarokên ku bi şoreşê re mezin bûne û hêza xwe ji şoreşa Kurdistanê girtine pêk anîn. Her du jinên ciwan Fatme Bîlal û Zeyneb Îbo yên ji bajarê Efrînê cihên xwe di nava Tevgera Hîlala Zêrîn ya Efrîn û Şehbayê de digirin.

Têkildarî mezinbûna xeyalên wan di nava tevgera çand û hunerê de Fatma û Zeyneb behsa jiyana xwe di nava çanda Kurdî de ji rojnameya me re kirin.

Ji zarokek 11 salî ber bi sitranbêjeke xwedî dengekê tijî hêz û hezkirin

Stranbêj Fatma Bîlal ya 22 salî ji gundê Berbenê yê navçeya Reco ya bajarê Efrînê ye. Di temenê 11 saliyê de tevlî xebatên Çand û Hunerê li herêma Efrînê bûye û pê re mezin bû. Fatma niha weke stranbêjekê cihê xwe di nava Tevgera Hîlala Zêrîn li herêma Şehbayê de digire.

Fatma bi destpêkirina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re, li Efrînê wê cihê xwe di nava çand û hunerê de digirt. Fatma di nava malbateke xwedî ristên hunerî de mezin bûye. Bavê wê dengbêjî xwedî dengekî zelal e. Ji lewra di dilê fatma de eşqa stranbêjiyê ji biçûkaniya wê de şîn bûye. Fêrbûna strana di nava malbat û dibistanê de pêşket ku di nava malbatê de her tim stranên wê li ser lêvan bû.

fatma anî ziman ku bi helwesta xwe ya hunermendiyê bavê wê ew tevlî navenda çand û hunerê li navçeyê kir, pê re perwerde û fêrbûna xwe bilindtir kir. Êdî tevlî mîhrîcan û şahiyan dibû. Di temenê 13 saliyê de rêvebertiya komên stranan dikir.

Her wiha bal kişand ser zehmetiyên ku di wê demê de li pêşiya wê derdiketin û wiha got: “Di wê demê de navendeke fermî ku em tê de perwerdeyên hunerî bibînin tunebû, her wiha ji ber destpêka şoreşê bû tirsek mezin di dilê me de li hember rêjîmê hatibû avakirin. Di wê demê de piraniya perwerde û biroveyên ku me dibirin li malan dihatin dîtin. Bê guman ew kêliyên ku me jiyan kirine niha ji bo min bûne hêz ku ez gihîştime vê astê”.

`Dijmin nikarî li hermber xeyalên min bibe asteng`

Fatma di vegotina serpêhatiya xwe de diyar kir ku bi şerê Efrînê re û bi ketina nava pêvajoya koçberiyê re êş, azar û zehmetiyên gelek mezin re derbas bû. Pêvajoya Şehbayê û ji nû ve li ser piyan sekinandin hêz û îradeyeke gelek mezin dixwast. Bi komkirina hêz, hezkirin û daxwaza wê ya ku bibe hunermend careke din tevlî nava xebatên hunerî bû.

Fatma bi van gotinan ev yek raber kir: “Dema em derbasî herêma Şehbayê bûne, ez ne di temenek mezin de bûn. Wê demê min hîs kir ku hemû xeyalên min hatin rûxandin. Lê bi dîtina hevalên xwe û bi avabûna xebatên hunerî li Şehbayê careke din min hemû hêza xwe kom kir û min cihê xwe di nava Kevana Zêrîn de girt. Ew armancên dagirkeriyê yên ku dixwest vîna gelê Kurd bi êrîşkirina Efrînê re têkbibe, ew bû hêrs ku em bi helwest û îradeyeke xurtir derkevin beramberî faşîzmê û îsbat bikin ku hemû planên dagirkeriyê vala derbikevin. Li ser vî bingehî êrîş û planên dijmin nikarîn li hember xeyalên min bibin asteng “.

Fatma bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: “Niha temenê min bûye 22 salî. Bi ked û êşeke mezin ez gihîştim vê astê. Dema ez derdikevim ser dikê ez hîs dikim ku ez ewqas keseke azadim û weke kevokan difirim. Hemû hîs û hezkirinên xwe ez di parvekirina stranekê li ser dikê de derdixim û difirim”.

Zeyneb bû serkêşeke serkeftî di zindîkirina govenda Kurdî de

Zeyneb Îbo ku niha temenê wê 21 salî ye. Ji navçeya Bilbilê ya herêma Efrînê ye. Zeyneb di nava malbateke welatparêz û xwedî kesayetên govendger yên kevin de mezin bûye. Di 13 saliya xwe de tevlî nava xebatên çand û hunerê bûye. Bi şerê ku li Bajara Helebê hatiye destpêkirin de Zeyneb bi malbata xwe re derbasî herêma Efrînê bûye, Zeyneb diyar kir ku derbasbûna wê ji Efrînê re li pêşiya wê derfet vekir ku ew tevlî xebatên çand û hunerê bibe.

Zeyneb cihê xwe di nava navenda Çand û Huner ya Bajarê Efrînê de digirt û di temeneke biçûk de bibû rêveberiya koma guvendê.

Zeyneb bi van gotinan giyanê wê yê ku di Efrînê de tê jiyan kirin anî ziman: “Di Efrînê de rûxmî ku ez biçûk bûm jî ez tevlî perwerdeyên hunerî bûm û bi demê re ez weke rêveberê koma govendê hatim erkdar kirin. Di hundir Efrînê de coş û kelecaneke cuda hebû. Ji ber dema Em li Efrînê bûn derfet nebû ku ez tu carî beşdarî kilîpekê bibim, ji lewra her çiqas ez gihîştibim astên bilind jî lê xeyalên min ew bû ku emê rojekê vegerin Efrînê û li kêleha (Nebî Hûrî) bi hevalên xwe re emê govendê bigirin û kilîpekê qeyd bikin. Di gavên pêkanîna vê xeyalê de ez tu carî weke şervanekê gav paşde navêjim”.

Zeyneb weke hemû hevalên xwe di piskilojî û derûniya şer û koçberiyê re derbas bibû û bandor jî li ser wê kiribû. Lê li pêşiya xwe ev yek nekir bend û bi hêz careke din tevlî xebatên çandê bû. Zeyneb di Kevana Zêrîn de cihê xwe di asta Rêveberiya komên govendê de digre her wiha di koma Şehîd Viyan Soran de cih girtiye. Her wiha di hemû festîvalên li Herêmê de hatine pêk anîn de peşdar bûye û tevlî xebatên li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bûye.

`Bi parastina çanda kevnar emê armancên dagirkeriyê têk bibin`

Zeyneb bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: “Ez tu carî xeyal nakim ku rojekê ez ji govendê bêm qutkirin. Durketina min ji govendê tê wateya ku ez ji jiyan û malbata ku tê de mezin bûme tême qutkirin. Banga min li hemû ciwanan re ew e, ku em bi hev re kevneşopiya bav û kalên xwe biparêzin, em bibin nifşê ku hemû armancên dagirkeriyê têkbibin, çand û hunera xwe ya resen biparêzin û pêşbêxin. Li ser vî bingehî herçiendî zehmetî hebin jî, lê emê di kar û xebata xwe de bi ser bikevin. Ez di wê baweriyê de me emê li ser xeta şehîdên azadiyê di zindîkirina çanda gelê Kurd ya resen de bibin xwedî bandor û muhra xwe li dîrokê bixin”.