Friday, June 20, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kelecana xwendekaran ji bo me bû hêz

19/05/2024
in Uncategorized
A A
Kelecana xwendekaran ji bo me bû hêz
Share on FacebookShare on Twitter

 Ayşa Silêman/Qamişlo

Berdevkê Meclisa Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz yên Sûriyê Izedîn Xelîl diyar kir ku heyecan û tevlîbûna xwendekaran ji bo kongirê re moralekî bilind da  avakirin.

Di derbarê li darxistina kongira duyemîn a Tevgera Xwendekarên Demokratîk de Berdevkê Meclisa Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz yên Sûriyê Izedîn Xelîl bersiva pirsên me da, hevpeyvîn wiha bû.

Kar û xebatên xwendekaran di çi astê de tên meşandin û astengiyên pêşiya wan çine?

Di van her du salên dawî de ji bo tevgera xwendekara gaveke mezin hat avêtin. Herwiha ji aliyê meşandina kar û xebatan di aliyê rêxistinkirinê de di asteke baş de hat meşandin, tevî ku hinek qutbûn hebû ji aliyê naskirina tevgerê ve ji ber herî dawî kongireye yekemîn ya tevgera xwendekara beriya 7 sala li zanîngeha Rojava hatibû lidarxistin. Ev yek valahî xistibû tevgera xwendekarên demokratîk de û ev bibû asteng ji naskirina tevgerê re. Lê belê di van her du salan de kedeke mezin ji aliyê endamên tevgerê ve hat dayîn û di ancamê de rihê tevgerê hat nûjenkirin û tevger ket rewşa aktîvkirinê de. Hinekî ji aliyê dibistanan ve astengî hene, ew astengî jî di derxistina berdevkan li dibistanan de ye. Lê ev  yek di kongirê de hatin nîqaşkirin û wê di demên pêş de werin çareserkirin.

 Xalên sereke yên ku di kongirê de hatin gotûbêj kirin çibûn û çawa hatin bi dest girtin?

Rewşa sîyasî û Rewşa Rêxistinî hat nîqaşkirin, di heman demê de Perspektîfê Rêber Apo hat xwendin, û Rapora kar û xebatên xwendekaran a salekî hat xwendin. Herwiha rêziknameya tevgera xwendekaran jî hat nîqaşkirin û erêkirin. Al ji bo tevgera xwendekaran hat hilbijartin, nav ji Tevgera Xwendekarên Demokratîk hat guhartin bû yekîtiya Xwendekarên welatparêz yên sûriyê.

Ji bo kar û xebatên xwendekaran bi bandor û encam bibin wê di dema pêş de çi kar û xebat li ser asta herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê were kirin?

-Kongira duyemîn ya tevgera xwendekaran diyarî şehîd pîşeng, Sara, Vejîn, Şahîn Cûdî, Tolhildan û Erdal Kobanê bû.

– Tevgera Xwendekaran ji bo avakirina netewa demokratîk pêşengtiyê dike.

-Li hemberî hemû cûreyên îşkencekirin, tecrîd, zayendperestî û şideta li ser Jin têkoşîn dike. Herwiha zanista jineolojî weke riya çareserî digire dest.

-Li hember kiryarên şerên taybet (madên hişbir, fahîşe, ajantî û h.w.d) xwe perwerde dike û şerê gelê şoreşgerî esas digire.

– Di heman demê de li hemberî êrîşên dagerkeriyê erkê parastinê digire ser milê xwe û pêşengtiyê dike.

-Zanista ku dikeve xezimeta desthilatdarariyê û pergala kapîtalîstê de Tevgera Xwendekaran li hemberî wê têkoşîn dike û zanistê dike dibin xizmeta civakê de.

-yeketiya xwendekaran li hamberî perwerdekirina xwendekara berpirsiyare, li ser vî esasî herî kêm di salê de 10 dewreyên perwerdeya Akedimiya Ş.şahîn Cûdî vedike.

-Tevgera Xwendekaran Festîvala Ş.Hogir a salane birêxistin dike û pêşbirkên zanistî pêşdixe. Herwiha Li hemû dibistan, paymangeh û zanîngehan meclisa xwe rêxistin dike.

-Xebatên werzîşê, çand û wêjeyê pêşdixwe û ev yek dibe amûra komkirin û rêxistinkirina xwendekaran.

-Di heman demê de dahûrandina Rêber Apo dixwîne û li ser wan panêl, komxebat û semîner dide. Pêşengên xwendekaran portrên wan çêdikin û li herderê wan didin naskirin. Ev hemû xebat dihatin kirin û  wê didemên pêş de jî berdewam bibin.

Post Views: 169
ShareTweetPin

Herî Dawî

9’emîn Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya Rojava bi dawî bû
NÛÇE

9’emîn Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya Rojava bi dawî bû

19/06/2025
Belavkirina sotemeniya germikirinê ya sala 2025 û 2026’an hatiye destpêkirin
CIVAK Û JIYAN

Belavkirina sotemeniya germikirinê ya sala 2025 û 2026’an hatiye destpêkirin

19/06/2025
Îran di navbera êrîşa DYA û destpêşxeriya Rêber Apo de
ROJEV

Îran di navbera êrîşa DYA û destpêşxeriya Rêber Apo de

19/06/2025
Yek ji stûnên helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê; Seydayê Keleş
ÇAND Û HUNER

Yek ji stûnên helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê; Seydayê Keleş

19/06/2025
YRA’ê xebatên xwe li gorî veguherînên şoreşê pêş dixe
ROJEV

YRA’ê xebatên xwe li gorî veguherînên şoreşê pêş dixe

18/06/2025
Roja Cîhanê ya Rakirina Şîdeta Zayendî di şeran de
ROJEV

Roja Cîhanê ya Rakirina Şîdeta Zayendî di şeran de

18/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.