Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Nûkirina cezayên dispilînê, ji bo şikandina vîna gelan e’

19/05/2024
in ROJEV
A A
‘Nûkirina cezayên dispilînê, ji bo şikandina vîna gelan e’
Share on FacebookShare on Twitter

Reşo Mihemed/ Qamişlo

Asiya Hisên da zanîn ku armanc ji nûkirina cezayên dispilînê li ser Rêber Abdullah Oalan, şikandina vîna gelên azadîxwaz e. Lewma têkoşîneke gelêrî pêwîste,  ji ber ku xurtkirina têkoşîn û berxwedana gel bi tena xwe azadiya Rêber Apo misoger dike.

Di 7’ê Gulanê de hikumeta faşist a AKP’ê careke din cezayên displînê li ser Rêber Abdullah Ocalan da ferzkirin.

Dirêjahiya cezayên qedexekirina pêkanîna hevdîtinê bi malbat û parêzerên Rêber Apo re weke zagonekê ji aliyê AKP’ê ve dîsa hat zagonsazkirin.

Di heman demê de gelek qedexeyên bikaranîna têlefonê hene û li nik wê jî bi rojname, pirtûk û kovar têne astengkirin.

Li gorî Komîteya Displînê, beriya sala 2010’an 10 cezayên bitenêmayîn ango hucreya yekkesî ya displînê hatin standin û dirêjahiya her cezayekê 240 roj bûn.

Her wiha li gorî Komîteya Displînê ji 14’ê Îlona 2018’an û vir ve herî kêm 21-22 cezayên dîsplînê yên hevdîtina malbatan hatine qedexekirin.

Têkildarî tecrîd û cezayên displînê yên ku li ser Rêber Apo tên meşandin, Endama Însiyatîfa Gel a ji bo Azadiya Rêber Apo, Asiya Hisên  ji rojnameya me re axivî.

‘Di kesayeta Rêber Apo de gelê Kurd tê qirkirin’

Asiya Hisên da zanîn ku armanc ji nûkirina cezayên dispilînê li ser Rêber Abdullah Oalan, qirkirina gelên azadîxwaz e û wiha got: “Wekî tê zanîn di 10’ê Cotmeha sala bûrî de pêngaveke cîhanî li ser asta zêdeyî 74 welatên cîhanê hate destpêkirin. Ev pêngav jî  bi durşmeya “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” bû, armanca sereke ji vê pêngavê jî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bû. Li ser vê bingehê jî çalakiyên curbecur li tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li cîhanê bi giştî hatin lidarxistin. Niha di roja me ya îro de jî ev pêngav di asta xwe ya duyem de tê domandin. Me dît ku di 7’ê Gulanê de dewleta Tirk a faşist dîsa zagona cezayên displînê ya ku li ser Rêber Apo dabû ferzkirin, nû kir. Demdirêjahiya vê zagonê ango cezayê displînê 3 meh in. Di vê dema ku gel bi azadiya Rêbertî li tevahiya cîhanê bang dike, armanc ji biryareke wisa ew e da ku vîna gelên berxwedêr û azdîxwaz bişkînin. ”

 ‘Hêzên hegemon sûdê ji tecrîda li ser Rêbertî digrin’

Asiya diyar kir ku hêzên hegemon û dewleta Tirk a faşist sûdeke mezin di rewşa ku cîhan tê re derbas dibe, sûdeke mezin ji tecrîda li ser Rêber Apo dibînin û wiha domand: “Di sala 1999’an de, di encama Komployeke Navneteweyî de ku gelek hêzên navneteweyî tê de cih girtin, Rêber Abdullah Ocalan hat revandin û radestî dewleta Tirk a faşîst hat kirin. Ji destpêka dîlgirtina Rêber Apo û heta niha tecrîdeke giran li ser tê feriz kirin. Ji beriya 3 salan ve û heta niha tu agahî ji Rêber Apo nehatine girtin. Dewleta Tirk a faşist nahêle ku malbata wî an jî parêzerên wî, hevdîtinê pêre pêk bînin. Gelo armanca dewleta Tirk ji nûkirina vê cezayê çi ye?! Em dizanin liv, tevgera Rêber Apo, her wiha kar û xebata ku berî bikeve zindanê, kir ne li dijî tu yasayên cîhanê ye. Her wiha mijara tecrîda ku li ser hatiye ferzkirin jî, ne tiştekî rewa ye. Ji mafê Rêber Apo û her mirovekî dîlgirtî ye ku hevdîtinan pêk bîne, lê Rêber Apo ji vî mafî bêpar e. Sedem ew e ku hêzên hegemon û dewleta Tirk a faşist naxwazin ku Rêber Apo tu agahiyan di derbarê rewşa cîhanê de nas bike û hem jî nameyên xwe ji bo gelê xwe bide. Gelek pirsgrêk hene di cîhanê de ku nirxandin û ramanên Rêber Apo dibin riyên çareseriya wan pirsgirêkan, lê çareserkirina wan pirsgirêkan jî nakeve xizmeta berjewendiyên hêzên desthilatdar û hegemon. Lewma jî em dibînin ku hêzên hegemon û dewleta Tirk a faşist sûdeke mezin ji vê tecrîdê dibînin. ”

‘CPT tiştekî bêexlaqî û derzagonî di şexsê Rêber Apo de dike’

Endama Însiyatîfa Gel a ji bo Azadiya Rêber Apo, Asiya Hisên destnîşan kir ku CPT bi awayekî derzagonî û bêexlaqî ji bo tecrîda li ser Rêber Apo tevdigere û wiha axivî: “Hemû siyaset, ceza û kiryarên ku di derheqê Rêber Apo de, tiştekî dermirovî û derzagonî ye û li pêşiya çavên hemû dezgehên parastina mafên mirovan tê kirin. Li hember vê yekê bi taybet CPT û hemû saziyên bi navê mirovahiyê û parastina mafê mirovan bang dikin, di rewşa bêdengiyê de ne. CPT gelek caran serdana Îmraliyê kiriye û rewşa Rêber Apo û kiryarên ku dewleta Tirk yên ku li ser Rêber Apo dane meşandin, bi çavên serê xew dîtiye, lê dîsa jî xwe bêdeng dike û tiştekî eşkere nake. Di heman demê de jî daxuyaniyekê di derheqê rewşa Rêber Apo de nade û tê de nayîne ser ziman ku Rêber Apo di rewşeke derûnî a zehmet de derbas dibe. Ev yek jî tê wateya ku CPT bi bêdengiya xwe ya di derheqê tecrîda Rêbertî de, karekî bêexlaqî û dûrî pîvanên mirovahiyê dike. Lewma em bang li gelên azadîxwaz li ser asta tevahiya cîhanê dikin ku têkoşîna xwe ji bo azadiya Rêber Apo ya fîzîkî hîn xurt bikin. Ji ber ku xurtkirina têkoşîn û berxwedana gel bi tena xwe azadiya Rêber Apo misoger dike, ne bi helwestên saziyên parastina mafên mirovan, CPT û hwd pêk tê… ”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.