Rojnameya Ronahî

DYE Tirkiyê amade dike ji bo êrişa Îranê?

Ahmed Aktaş

Li ser vê mijarê ji mêjve gotûbêj hene û gelek gotar û şîrove jî hatine nivîsandin.

Gotina berî deh rojan a wezîrê bergirî yê Tirk Yaşar Guler, weke ku êdî vê armanca hinek veşartî bû, li hev aşkere dikin.

Ev wezîrê şerê qirkirina gelê Kurdistanê dibêje; “Vaye em û dewleta Iraqê li ser pirsgrêka PKK’ê hinek zêdetir nêzî hev dibin, lê hilwesta dewleta Îranê me hêrs dike”, “em bi rêya IHA û hin amûrên din ên agahîstandinê, cih û warên ku PKK’yî lê dijîn, ji wan re destnîşan dikin, dîsa jî bersîvên berovajî didin me û dibêjin ‘ev agahiyên we ne rastin’ û hwd”.

Van gotûbêjên wisa, di navbera wan de berê jî hebûn, lê dijwarî û hêrsa dewleta Tirk ne di vê asta ewqas bilind de bû.

Her wiha fort û gefxwariyên xwe, vê carê ne bi tinê li dijî PKK’ê, belê li dijî YNK’ê û di encamê de bi giştî li dijî Tevgêra Azadiyê jî di vê astê de bilind bûn.

Di heman van rojan de Nêçîrvan Berzanî jî derketibû gera Tehranê, bêgûman yek xala sereke ya rojeva wan, wê ev mijar be.

Her wiha hema li pey van bûyeran, çend roj berî nuha, senatorekî DYEyê navdar Graham daxwiyaniyek balkêş da û got: Israil, ji bo parastina niştimanê xwe mafdare ku çekên atomî li ser xaka Flistinê-Xezayê bikar bîne…her mîna me ku me çawa li Hîroşîma û Nagazakiya Japonya çeka atomê da xebitandin û me, li gel parastina xaka xwe Şerê Cîhanê yê 2a jî da rawestandin û hwd!

Hilbet li dijî vî mirovê nonerê emperyalizma cîhanê, hilwestên nerazibûnê gelek hatin nîşandan, lê van gotinên wî gelek metirsiyê jî bi xwe re radigihîne.

Em jibîr nekin, ji bo êrîşîn qirkerî û dagirkeriyên dewleta tirk, ên bi giştî li ser hemû Kurdistanê û bi taybetî li ser Rojava û Başûr, Nêçîrvan Berzanî jî hema bi heman naverokê daxwiyanî didan û nuha jî her heman gotinan dibêje!

Pir caran digot: Dewleta tirk, ji bo parastina welat û sînorên xwe, mafdar e êrîşî PKKê û her deverê bike, jixwe gunehbarê van êrîşên dewleta tirk PKKê ye!

Bê gûman nonerî û nokeriya heman siyaseta malxerab a li ser gelê Kurdistanê dike û jixwe naveroka gotinên wan jî wê ji hev ne cûda bin.

Weke çîroka “diz û xwediyê malê”, yê gunehkar ne DIZ e, belê xwediyê malê ye! Gelê Kurdistanê û PKKê weke xwediyê malê, ne mafdar in welat/niştimanê xwe bi parêzin, lê belê dewleta tirk mafdar e ha! Kurdistanê dagir bike, talan û wêran bike, gel qir bike ha!

Delalet û işaretên wisa gelek in ên DYEyê, ku vê carê hîn xurtir amadekarî kiriye ji bo êrîşê bibe ser Îranê.

Hinek Ajansên nûçeyan ên Îranê mîna ISNA, CemûCem û hwd. jî, nerazîbûna tund li dijî dewleta tirk nîşan dane û dibêjin; “Erdogan, di ava xwînê ya Xezayê de nêçîra masiyan(masîgiriyê) dike!

Divê were zanin, navenda vî şerî Kurdistan e û divê li goreyî wê amadekarî werin kirin!

kitty core gangbang LetMeJerk tracer 3d porn jessica collins hot LetMeJerk katie cummings joi simply mindy walkthrough LetMeJerk german streets porn pornvideoshub LetMeJerk backroom casting couch lilly deutsche granny sau LetMeJerk latex lucy anal yudi pineda nackt LetMeJerk xshare con nicki minaj hentai LetMeJerk android 21 r34 hentaihaen LetMeJerk emily ratajkowski sex scene milapro1 LetMeJerk emy coligado nude isabella stuffer31 LetMeJerk widowmaker cosplay porn uncharted elena porn LetMeJerk sadkitcat nudes gay torrent ru LetMeJerk titless teen arlena afrodita LetMeJerk kether donohue nude sissy incest LetMeJerk jiggly girls league of legends leeanna vamp nude LetMeJerk fire emblem lucina nackt jessica nigri ass LetMeJerk sasha grey biqle