Saturday, June 20, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Tecrîda li ser Ocalan kaosê kûrtir dike

09/08/2018
in Uncategorized
A A
Tecrîda li ser Ocalan kaosê kûrtir dike
Share on FacebookShare on Twitter

Hevberdevka KCD’ê ya Amedê Zelal Bîlgîn, diyar kir ku tecrîdek girankirî ya taybet li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye û got: “Tecrîda li ser Ocalan kaosa li Rojhilata Navîn mezintir dike ger tecrît rabe wê ev kaos jî bi dawî bibe.”
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve û malbatên girtiyên li Îmraliyê jî ji 11’ê Îlona 2016’an ve nikarin biçin hevdîtinê û hevdîtinên wan tên astengkirin. Li ser Ocalan tecrîdek girankirî ya taybet heye. Hevberdevka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ê ya Amedê Zelal Bîlgîn, derbarê tecrîdê de axivî û wiha got: “Îro kaosa li Rojhilata Navîn tê jiyîn bi tecrîdê ve girêdayî ye.”
TECRÎD LI DIJÎ JINANE
Bîlgîn, anî ziman ku pêkanînên tecrîdê li dijî destkeftiyên jinane û wiha dewam kir: “A rast qedexeya li dijî Ocalan, di heman demê de qedexeya li ser destkeftiyên jinane. Bi tecrîdê re, hişmendiya serdest a zilam bi awayên cuda derdikeve holê. Di 3’yê Tebaxê de em bûn şahidê komkujiya li ser Êzidiyan, jinên Êzidî yên di bazaran de hatin firotin, tacîz, tecawîz û talankirinan. Cardin heman pergala ji aliyê hêzek bi hov ve pêk hat. Rêxistina terorê ya DAIŞ’ê derxistin holê û jin hatin hedefnîşandan. Ev ji tecrîdê ne cudatire. Girêdanbûna wan bi hevre heye.”
Bîlgîn, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Hewl didin enerjî, hêz û baweriya jinên hatine hedef nîşandan ji holê rabikin. Dixwazin jin dest ji têkoşîna xwe ya azadiyê berdin û tim hişmendiya desthilatdar a zilam li ser kar be. Pêkanînên li girtîgehan, şaşiyên hikûmetê yên di siyasetê de dike, tayîn kirina qeyûman, û erkên bêsînor ên dan waliyan bandorak mezin li ser civaka Tirkiyê dike. Civak êdî ji vê rewşê bêzar bûye û dixwaze ji vê rewşê derbikeve.”
TECRÎDÊ WEKE KOZ BIKARTÎNIN
Hevberdevka KCDK’ê a Amedê Zelal Bîlgîn, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Şert û mercên tecrîdê her roj derbas dibe, girantir dibe. Tecrîd siyaseta Rojhilata Navîn dixetimîne û bi vê dixwazin têkoşîna azadiya jinan têk bibin. Hişmendiya tekparêz vê li dijî gelan weke koz bikar tîne. Em dixwazin tecrîd bê rakirin. Ocalan rêbereke ku pêşiya siyasetê vedike. Mûdaxeleyên Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan ên li ser polîtîkayên Rojhilata Navîn siyaseta heyî bandor dike û dihêle ku nefes bigire û pêş de biçe.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

21’ê Hezîranê; Roja Muzîkê a Cîhanî
ÇAND Û HUNER

21’ê Hezîranê; Roja Muzîkê a Cîhanî

20/06/2026
Vegera koçberan bi kêfxweşî, astengî û zehmetiyan re hevrû ye
NÛÇE

Vegera koçberan bi kêfxweşî, astengî û zehmetiyan re hevrû ye

20/06/2026
Navenda Mafên Mirovan a Îranê: Zext û binpêkirinên dadgeha rêjîma Îranê berdewam in
NÛÇE

Navenda Mafên Mirovan a Îranê: Zext û binpêkirinên dadgeha rêjîma Îranê berdewam in

20/06/2026
19’ê Hezîrana 1923’an; Dagirkirina Inglîstan ji Silêmaniyê re
CIVAK Û JIYAN

19’ê Hezîrana 1923’an; Dagirkirina Inglîstan ji Silêmaniyê re

20/06/2026
Perwîn Yûsif: Banga aştiyê banga sedsalê ye
ROJEV

Rêber Apo: Ol divê bibe wijdanê civakê, ne ya desthilatdariyê

20/06/2026
Dengê Azadiyê Nayê Birîn; Yusra Derwêş û Rîhan Amûdê
JIN

Dengê Azadiyê Nayê Birîn; Yusra Derwêş û Rîhan Amûdê

20/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.