Sunday, June 7, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

parêzerî ji bo jinan mijareke pir pîroz û bi wateye

19/05/2024
in Uncategorized
A A
parêzerî ji bo jinan mijareke pir pîroz û bi wateye
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/Qamişlo

Parêzera bi navê Aynur Zêd Paşa diyar kir ku parêzerî ji bo jinan karekî pîroze û bi riya vî karî jin dikarin hêz û îradeya xwe isbat bikin. Roj bi roj jin dikare gav û serkefitnên mezin bidest bixe.

Di derbarê xebatên dadgehê û rola jinê di milê parêzeriyê de  parêzera bi navê Aynûr Zêd Paşa bersiva pirsên Rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:

Li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê xebatên dadgehê û parêzeriyê çawa birêve diçin û astengiyên wê çine?

Li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dadgeh li ser esasê dadweriya civakî dimeşe, divê civak bi xwe pirsgrêka xwe çareser bike. Lewra her tim lihevanîn pêşdeye û mafê her kesî yê parastinê heye li pêşiya dadgehan di hemû pêvajoyên dadweriyê de. Ji ber vê yekê yekîtiya parêzeran li her kantonekî hatiye damezrandin û hemû parêzerên wê kantonê endamê yekîtiyê ne. Her wiha  di bin banê yekîtiyê de kar dikin û bi hev re kom dibin, di heman demê de li ser asta herêma Bakur û Rojhilati Sûriyê jî di bin banê yekîtîya parêzeran ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyê de kar dikin, da ku parêzer bikarin parastina kesekî bike divê endamê yekîtiyê be û navê wî di listeya parêzeran de hebe. Her wiha hin piruşur hene ku çawa xebat pêşiya dadgehê werin meşandin û da ku her kes li gorî wan dozan bimeṣîne û parastina xwe jî bikin. Astengiya ku derdikeve pêşiya me di aliyê ne naskirina mûwekilan ji van rêgezan re. Ji ber vê yekê parêzer rastî astengiyan tên, ji ber ku her tim mûwekil dixwaze bi lez û bez doza wî biqede û serbikeve. Tu carî dadgeh li ser kesî ferz nake ku parastina xwe bi rêya parêzeran bike, ji ber ew jî dikare parastina xwe bi xwe bike.

Parêzerî Ji bo jinekî bi taybet xwedî çi girîngiyê ye û astengiyên wê çine?

Ji bo jinê parêzerî meseleyeke pir pîroz e û bi wateye, ji ber jin dikare bi vî karî maf bide û bibe xwedî maf û edalet. Her wiha dikare bi riya vî karî zilmê rake ji holê, ji ber ku tu kes weke jinê zilm û zor ne hatiye serê wan. Lewra jin hemû hest, zanist û moralê xwe dixe bin xizmeta karê xwe de. Zehmetiyên ku tên pêşiya me neqebûlkirina civakê û mêrên xwedî zihniyeta baviksalarî ye, ev kesên ku hesnakin jin kar bike û bibe xwedî biryar her tim dixwazin wê di çarçoveyeke teng de bifetisînin. Lê bawerî û aramî cem dadweran çidibe gava jinek parêzer di dozekî de bi ser dikeve. Her wiha kêm rêxstinkirina jinên parêzer û kêm naskirina wan ji hêza wan re ev yek jî dibe astengî li pêşiya me.

parêzerî li ser çi hişmendiyê li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê kar û xebat dide meşandin?

Li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê sîstema ku hatî damezradin li ser esasê demokrasî, wekhevî û aşitiyê ye. Her wiha hişmendiya parêzeriyê jî van xalan esas digre, di heman demê de exlaq û wijdana civakê digre dest û pêkanîna Aşîtî û aramiyê di civakê de bi rêya lihevanîn û qanûnên xwezayî. Her tim dadgeh hewil dide ku di nava civakê de edaletê pêkbîne di hemû aliyên civakê de û parastina mûwekilê xwe yê xwedi maf bi hemû rêyên exlaqî û alîkariya dadwer di pêkanîna edaletê de.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Daxuyaniya Ajansa Jinha derbarê êrişa sîber de: Em li ser weşanê ne em ê bêdeng nemînin
NÛÇE

Daxuyaniya Ajansa Jinha derbarê êrişa sîber de: Em li ser weşanê ne em ê bêdeng nemînin

07/06/2026
Yekîtiya Ragihandina Azad; Ajansa Jinhayê rastî êrişa sîber hat
NÛÇE

Yekîtiya Ragihandina Azad; Ajansa Jinhayê rastî êrişa sîber hat

07/06/2026
‘Domandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hewldanên aştiyê têk dibe’
NÛÇE

‘Domandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hewldanên aştiyê têk dibe’

07/06/2026
CIWAN DÎNAMÎKÊN PÊKANÎNA SERKEFTINA ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK IN
HAJMARA PDF

CIWAN DÎNAMÎKÊN PÊKANÎNA SERKEFTINA ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK IN

07/06/2026
QUNCIK NIVÎS

Gelo wê lêvegera Kurdan ava bibe!

07/06/2026
‘Piştî azadbûnê em bi hêztir bûne’
CIVAK Û JIYAN

‘Piştî azadbûnê em bi hêztir bûne’

07/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.