Rojnameya Ronahî

Talankirina ekolojiyê li Kurdistanê duqat zêde ye

Ayşa Silêman/ Qamşlo

Ji bo qirkirina gelê kurd, dagirkeriya Tirk şerekî pir alî dide meşandin, yek ji aliyê vî şerî jî qirkirina xwezaya Kurdistanê ye ku bi awayekî sîstematîk tê meşandin.  Dagirkerî  bi her awayî hewil dide xwzaya Kurdistanê tune bike û jiyankirinê lê bide rawestandin.

Bi vê qirkirina ku li xwezaya Kurdistanê çêdibe, dagirkeran di heman demê de gelek erd û zeviyên xelkên Bakurê Kurdistanê jî talan kirin. Bi van polîtîkayan, dewleta Tirk nîşan didin ku ew dixwazin xelkê Bakurê Kurdistanê bidin koçberkirin. Dewleta Tirk ji bo şewatên daristanên welatên din, pêşniyaz dike ku alikariyê bike, lê ji bo daristan û zeviyên Kurdistanê, xwe bê deng dike.

Parçeyek ji pîlana qirkirinê  ye

Îsal jî dewleta Tirk a dagirker êrîşê dibe ser daristan û çiyayên Bakur, Rojava û Başûrê Kurdistanê. Yek ji deverên herî zêde lê dar tên birîn û şewitandin jî Çiyayê Cûdî ye. Şewitandina daristanên Cûdî û Gabarê polîtîk in. Komkujî di bin navê ‘ewlehiyê’ de tên kirin, ji bilî daristan, xweza û  mirovan, di heman demê de bi hezaran lawir jî mirar dibin. Ev qirkirin li dijî jiyana her zindiyî xeter e. Cîhan ji bo ku li ber gerimbûna gerdonî û guherîna avhewayê li berxwe bide, daristanan zêde dike, lê daristanên Kurdistanê bi bombe baranan tên qirkirin. Ev şewatên  ku van 5 salên dawiyê de çêdibin, bêgûman polîtîk in û ne dûrî pîlana rûxandinê ne. Xwezaya gelekî li ber çavan tê talan û qirkirin.

Li Kurdistanê pergala hilweşînê: Qirkirina Xwezayê

Di van salên dawî de di çarçoveya konsepta şer de, di serî de herêmên Amed, Dêrsim û Cûdî li hemû bajarên Kurdistanê qadên ekolojiyê rastî texrîbatên sîstematîk tên.

Qirkirina xwezayê ya pir alî, ku di sedsala dawî de bi taybetî ji bo ku erdnîgariya Kurdistanê bêmirov bikin, bi israr tê berdewam kirin. Bi taybetî di van salên dawî de di çarçoveya konsepta şer de, di serî de li herêmên Amed, Dersim û Cûdî, li hemû bajarên Kurdistanê qadên ekolojiyê rastî texrîbatên sîstematîk tên.

Li Kurdistanê ku bi Peymana Lozanê re bê statu hat hiştin, di sedsala dawî de ji bo bêmirovhiştina erdingariyê, polîtîkayên pir alî yên tinekirinê xistin meriyetê. Li Kurdistanê ji bilî çand, ziman û wêrankirina cihî, ku erdnîgarî jî di nav de ye mekanîzmayeke sîstematîk a hilweşandinê hate pêk anîn. Qirkirina xwezayê di nava çarçoveya şerê taybet û rêgezên hiqûqî yên ewarte de tê kirin, li aliyê din pêvajoyek ji bo sazîkirina vê pêvajoya tinekirinê tê meşandin. Li Kurdistanê herêmên ku bi hincetên qedexe û şer tên valakirin û weke qadên leşkerî tên ragihandin, pêvajoya bikaranînê bi awayekî krîmînal bi xwe re encamên sosyo-siyasî tîne.

Bi hinceta hawira pevçûnê ya ku ev sedsal  dewam dike, şewitandina bi sedan qadên daristanî bûye polîtîkayeke sîstematîk. Şewitandina qadên daristanî, bombekirina xwezayê ya bênavber, birîna daran û talankirina xwezayê zexteke giran li şêweyê çêbûna şêniyên  ku li herêma Kurdistanê mezin dibin, kirin. Jiyana zindî ku em jê re Flora û Faûna dibêjin li hin deveran tune dike, hin deveran jî veguherandiye herêmên demkî. Bi taybetî di nava 20 salên dawî de hemû qadên ekolojîk ên li gelek gundên Kurdistanê bi taybetî li herêmên Amed, Dersim û Cûdî ku di dema desthilatdariya AKP’ê de herêmên şer lê hatin ragihandin, bi rengekî sîstematîk hatin şewitandin û xerakirin. Bi taybetî, birîn û şewitandina qadên daristanî ji aliyê dewletê ve.

Dîroka qirkırina xwezayê yên bi hinceta şer hatine kirin

Piştî avabûna dewleta Tirk her tim qadên daristanî tên şewitandin. Şewitandina sîstematîk a qadên daristanan ku weke parçeyekî şer tê nirxandin, di dema serhildana Şêx Seîd a  di sala 1925’an û piştî wê destpê kir. Di serhildanê de û piştî wê bi hezaran sivîl hatin qetilkirin. Li aliyek Kurdan di çarçoveya Plana Şark- li aliyê din jî di encama polîtîkayên Îskanê de bi sedan daristan û mêrg hatin talankirin. Piştre jî heman taktîk di Serhildana Agiriyê û Qirkirina Dersimê de jî hate pêkanîn. Dewleta Tirk jî qadên jiyanê yên li derdora xwe bi temamî zuha kir û li dijî xwezaya Kurdistanê şer ragihand. Li cihên ku berxwedan lê dewam dikir weke Amed, Dêrsim, Sêrt, Bedlîs, Mûş û Agirî bi sedan daristan şewitandin.

Qirkirina xwezayê derbasî Rojava û Başûr jî bûye

Dîsa di çarçoveya şer de li Başûrê Kurdistanê jî polîtîkayên tunekirinê yên xwezayê tên meşandin. Li bajarên ser sînorên Başûr, şewitandina daristanan û birîna daran bi awayek eşkere û vekirî ji aliyê leşker û cerdevanan ve tê kirin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê û PDK’ê li dijî vê yekê bêdengin û zextê li gelê ku nerazîbûn nîşan didin dike. Dîsa bi dagirkirina bajarê Efrînê yê Rojava re qirkirina xwezayê destpê kir. Bi milyonan darên zeytûnan ku çavkaniya debara gel e, hatin birîn. Qadên daristanan hatin şewitandin. Bi milyonan darên zeytûnan hatin talankirin û anîn Tirkiyeyê.

Tevî sîstema tinekirinê ya pir alî ya ku  li ser erdnîgariya Kurdistanê, li dijî qadên gerîla çekên kîmyawî ku hemberî mirovahiyê tê wateya sûcê, tên bikaranîn. Ev çek zirarek mezin didin hebûnên ekolojiyê. Hemû zindiyên di xwezayê de tine dike. Madeyên çekên kîmyawî bi avên bin erdê re dibe yek û ev yek dibe sedem ku jehrîbûna avhewayê û av qirêj bibe. Bi tinekirina jiyana mirov, sewal û şêniyan, ekosîstema herêmê xira dike.