Li tevahiya Ewropayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî tên lidarxistin. Wê çalakiyên destpêkê di navbera 7-11’ê tebaxê de bi duruşmeya “Ji Ocalan re azadî” wê bên lidarxistin. KCDK-E’yê daxuyaniyek weşand û ji bo çalakiyên ku li tevahiya Ewropayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê pêk werin banga tevlêbûna girseyî û xwedîderketinê kir.
KCDK-E’yê ji bo çalakiyên ku li tevahiya Ewropayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê pêk werin banga tevlêbûna girseyî û xwedîderketinê kir.
Li tevahiya Ewropayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî tên lidarxistin. Kurdistanî li gelek navendan dest bi çalakiyan kirine.
Derbarê çalakiyan de KCDK-E’yê daxuyaniyek da û banga tevlêbûna çalakiyan kir.
KCKDK-E’yê diyar kir ku şer û pevçûnên li Kurdistanê û Rojhilata Navîn dijminatiya di nav gelan de zêde dike, polîtîkaya dijberiyê û krîza li herêmê kûrtir dike û got, ‘’Ev krîza giran û rewşa pevçûnî neçareseriyê ferz dike.
Rêberê Gelê Kurd Rêber Apo ji bo ku hemû nasname û baweriyên cuda bi hev re bikaribin bijîn, ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan paradigmaya neteweya demokratîk daye. Paradîgmaya bi azadîxwaziya jinê li hemû cîhanê û li Rojhilata Navîn ku şer lê zehf e, weke tekana çareseriyê tê tînin.
Ji bo demokratîkbûna Kurdistanê û Rojhilata Navîn, ji bo avakirina jiyaneke wekhev azadiya Rêveberê Gelê Kurd Kurd Rêber Apo diyarker e. Azadiya Rêber Apo û demokratîkûna Rojhilata Navîn ketine nav hev.
Di kongreya 3’yan a KCDK-E’yê de biryar hatiye standin ku tevahiya salê ji bo azadiya Rêber Apo çalakî werin kirin. Biryar li ser gelek çalakiyan hatiye standin ku paradigmaya Birêz Ocalan danî ber gelên cîhanê bigihînin ber destê hemû gelan û ji bo azadiyê gelek çalakî werin kirin. Bi vê çarçoweyê em çalakiyên xwe yên pêşî di navbera 7-11’ê Tebaxê de li hemû welatên Ewropayê û bajarên wê bi bi dirûşma ‘’Ji Ocalan re azadî’’ wê çalakiyên kon pêk bîne.
Em KCDK-E di serî de bang li gelê Kurdistanê û dostên wê dikin ku bi rengekî aktîf tevlî çalakiyên li welat û bajarên Ewropa bibin.’’






