Saturday, June 20, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Til Tewîl navenda tenduristiyê tê vekirin

09/08/2018
in Uncategorized
A A
Li Til Tewîl navenda tenduristiyê tê vekirin
Share on FacebookShare on Twitter

Şêniyên bajarokê Til Tewîl ê bajarê Hesekê daxwaza vekirina navendeke tenduristiyê kirin. Rêveberên Komîteya Tenduristiyê ya Hesekê diyar kir ku di demeke nêzîk de wê navend were vekirin.
Bajarokê Til Tewîl 5 km dikeve bakûrê bajarê Hesekê, hêjmara niştecihên wê 5 hezare û Kurd û Ereb in. Her wiha 24 gund jî girêdyaî bajaroke.
Şêniyên bajarokê Til Tewîl ji ber tunebûna dermanxane û navenda tenduristiyê bêzar in, ji ber vê yekê neçar dimînin ku biçin navenda bajêr.
Welatiyê bi navê Hindî El-Xelef got. “Dermanxaneyeke biçûk hebû, ew jî hate girtin, niha em zehmetiyan dikişînin, ne dermanxane û ne jî navendeke tenduristiyê heye. Em bi hêvî ne ku navendeke tenduristiyê were vekirin.”
Welatiya bi navê Emîna El-Elawî jî anî ziman ku ji ber tunebûna dermanxane û navenda tenduristiyê ew neçar dimînin ku biçin bajêr û wiha got: “Dderman û tedawiya bijîşkan jî biha ye.”
Welatiyê bi navê Eymen Tariq jî anî ziman ku bajar 5 km dûr e, di rewşên nexweşiyên giran de xetere çêdibe, li aliyekî din jî di saetên derengî şevê de wesayît tune ne.
Hevserokê Meclisa Bajarokê Til Tewîl Xebat Silêman anî ziman ku mehane civîn têne lidarxistin û daxwazên gel têne guhdarkirin û wiha got: “Em bi zehmetiyên şêniyan dizanin. Wekî meclis me daxwaza vekirina navendeke tenduristiyê pêşkêşî Komîteya Tenduristiyê ya bajarê Hesekê kiriye.”
Tê payîn ku di demeke nêzîk de navendeke tenduristiyê li Til Tewîl were vekirin.
Komîteya Tenduristiyê ya Hesekê di nava 6 mehan de navendên tenduristiyê li navçeyên Zergan, Mergeda, Hol û Erîşê vekirine…ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

21’ê Hezîranê; Roja Muzîkê a Cîhanî
ÇAND Û HUNER

21’ê Hezîranê; Roja Muzîkê a Cîhanî

20/06/2026
Vegera koçberan bi kêfxweşî, astengî û zehmetiyan re hevrû ye
NÛÇE

Vegera koçberan bi kêfxweşî, astengî û zehmetiyan re hevrû ye

20/06/2026
Navenda Mafên Mirovan a Îranê: Zext û binpêkirinên dadgeha rêjîma Îranê berdewam in
NÛÇE

Navenda Mafên Mirovan a Îranê: Zext û binpêkirinên dadgeha rêjîma Îranê berdewam in

20/06/2026
19’ê Hezîrana 1923’an; Dagirkirina Inglîstan ji Silêmaniyê re
CIVAK Û JIYAN

19’ê Hezîrana 1923’an; Dagirkirina Inglîstan ji Silêmaniyê re

20/06/2026
Perwîn Yûsif: Banga aştiyê banga sedsalê ye
ROJEV

Rêber Apo: Ol divê bibe wijdanê civakê, ne ya desthilatdariyê

20/06/2026
Dengê Azadiyê Nayê Birîn; Yusra Derwêş û Rîhan Amûdê
JIN

Dengê Azadiyê Nayê Birîn; Yusra Derwêş û Rîhan Amûdê

20/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.