Rojnameya Ronahî

Encamên Kongreya 4`emîn ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn

Ronaz Silêman/Qamişlo
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn yê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sererkan Elî El-Hesen diyar kir ku di kongreya wan a 4`emîn de raporên xebatên wan ên 2 salan hatin nirxandin, bernameya xebata sala bê hate xwendin, zehmetiyên ku rûbirûyî wê ne hatin nîqaşkirin û riyên çareseriyê hatin pêşkêşkirin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 10 û 11`ê Gulanê de di bin dirûşmeya “Eger hêza me ya têkbirina cîhanê tevî hebe jî em ê êriş tu kesî nakin, lê eger cîhan tev bibe yek û êriş me bike em ê li ber xwe bidin” kongreya xwe ya 4`emîn li bajarê Hesekê li dar xistibû.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn, hêzên ewlekariya civakê ne
Hêzên Ewlekariya Hundirîn weke şaxekî leşkerî di bin siya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ye ku di sala 2013`an de hate damezrandin û di sala 2014`an de bi awayekî fermî weke hêzeke ewlekariya civakî hate raghiandin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji destpêka damezrandina xwe ve û heta niha ji bo pêşxistina kar û xebatên xwe di hemû aliyan de û avakirina civakeke bi ewle, di nava hemû şert û mercên ku Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê de jiyan dikin dixebitin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo berfirehkirina kar û xebatên xwe gelek beş jî, ji bo parastina ewlehî û rêvebirinê damezirandin.
Beşên Hêzên Ewlekariya Hundrîn
Hêzên Ewlekariya Hundrîn ji gelek beşan pêk tê ew beş jî evin; Asayîşa Jinê, Cihazê Ewlekariya Giştî, Hêzên Ewlekariya Dijî Madeyên Hişbir, Hêzên Li dijî Sûcdariyê, Hêzên Operazisyon, Hêzên Antî Teror (HAT), Rêveberiya Terafîkê. Herwiha hin beşên din û gelek ofîsan digre nav xwe. Beş û ofîsên ku cihê xwe di nava Hêzên Ewlekariya Hundirîne de digirin bi awayekî hevbeş kar û xebatan ji bo ewlehî û parastina civakê didin meşandin.
Beşê Ewlekariya Giştî, erkdare di ware dijî karên terorî, beşê dijî sûnan jî erkê wê parastina civakê ji hemû sûcan e. Beşê Dijî Madeyên Hişbir jî parastina civak û ciwanan ji madeyên hişbir dike. Herwiha beşê Hêzên Taybet kar û xebatê wê ya sereke pêkanîna operazisyonan li dijî kesên xeternak û komên çeteya ne. Di heman demê de roleke mezin ya beşê operazisyonan jî di hemû beşên Hêzên Ewlekariya Hundirî de heye. Derveyî van beşan jî Beşa Trafîkê ew a ku kar û xebatê ji bo rêxistinkirina çûnûhatina erebeyan û jiyana rojane dide meşandin. Li kêlek van hemû beşan, Hêzên Jin, Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jinan hêzên sereke ne di parastina mafên jin û zarokan de û bi hemû pirsgirêkên girêdayî jinan re mijûl in.
Derbarê Kongreya 4`emîm ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn yê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sererkan Elî El-Hesen ji rojnameya me re axivî.
Elî El-Hesen diyar kir ku hêzên wan ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker di kar û xebatên xwe de rastî astengiyan tên û wiha got: “Hêzên me ji bo birêxistinkirin û birêvebirina karê xwe di aliyê ewlehî û aramiyê de bişev û roj dixebitin, lê ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker rûbirûyî astengiyan tên, bi taybetî weke ku her kes dizane di demên dawiyê de, dewleta Tirk êrişî tevahî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û hemû aliyên jiyanî armanc girt di nav de êrişî navendên me jî kir. Armancgirtina hêzên me ji aliyê dewleta Tirk ve armncgirtina ewlekarî û aramiyê ye, da ku hêzên me di pêkanîna erkê xwe de rastî astengî û zehmetiyan bên. Ji xwe gelemperiya herêmê di rewşeke hestiyar re derbas dibe û ji bo pêşxistina ewlehî û aramiya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriye pêşxistina xebatê me pêwîst e.”
‘Di kongrê de bernameya sala bê hate xwendin’
Elî El-Hesen da eşkerekirin ku di Kongreya wan ya 4`emîn de raporên 2 salan hatibû nirxandin û wiha got: “Di kongreya me ya 4`emîn de raporên hêzên me yên hemû beşan ku tê de xebatên wan ên 2 salan bûn, hatin nirxandin. Di heman demê de ji bo derbaskirina zemetiyên ku em rûbirûyî wê mane, jêre rê û rêbazên çareseriyê hatin pêşkêşkirin. Piştî bidawîbûna xwendina raporên her 2 salan, bernameya xebata sala bê hate xwendin. Pişte rêziknameya me ya nû hat xwendin, Li ser bendên wê nîqaş çêbûn û pêşniyar derketin pêş. Di dawiyê de rêzikname ji aliyê tevahî delegiyan ve hat erêkirin.”
‘Bi riya perwerdeyan asta endaman pêş bixin’
Elî El-Hesen axaftina xwe wiha qedand: “Piştî ku xwendina raporan bidawî bû û astengiyên ku pêşiya me derdiketin hatin destnîşankirin. Her wiha plansaziya dema bê hat diyarkirin û li gorî plansaziyê; dê bi rêya perwerdeyên bîrdozî, qanûnî û pisporiyê asta endaman were pêşxistin, hejmara endamên Hêzên Taybet (HAT) were zêdekirin û piştevaniya bi beşa Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbir û Têkoşîna Li dijî Sûcan û Dezgeha Ewlehiya Giştî re were zêdekirin.”