Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bi berxwedanê emê her tim serbikevin

18/05/2024
in ROJEV
A A
Bi berxwedanê emê her tim serbikevin
Share on FacebookShare on Twitter

Argêş Gewda/Qamişlo

Malik Xemgîn ê ku di sala 1971 li Tiltemir ji dayik bû ye û di sala 1991’an de tevlî nava refên azadîyê bû. Demekê têkoşîna xwe li Rojavayê Kurdistanê da meşandin, piştre derbasî çîyayên azad dibe. Sala 1993’an li Qilebana Şirnexê di encama pevçûnekê de dikeve destê leşkerên dagirkeriya tirk.

Bi coş û kelecaneke mezin tevlî nava refên azadiyê bûn

 Malik Xemgîn ê ku di sala 1971’an de li Bajarê Til Temir yê girêdayî Rojavayê Kurdistanê dayik bûye. Tevgera azadiyê li Bakurê Kurdistanê bi navê Telebe tê naskirin. Ev coş kelecan biryarek xurt û lêgerînek mezin dide meşandin. Malik di sala 1991’an de  tevlî nava rêxistinê dibe. Demek kurt cihê xwe di nava kar û xebata li Rojavayê Kurdistanê tê meşandin dibe. Piştî wê ji bo têkoşîna xwe hîn mezintir bike derbasî çîyayên azad dibe. Dema ku li ser erka xwe bû sala 1993’an li herêma Qaşûran gundê Arûşê girêdayî Qileban navçeya Şirnexê dîl dikeve destê leşkerên tirk. Di destpêkê de li zîndana Qilabanê dimîne û piştre jî dozgerîya Amedê ya wê demê Dadgeha Ewlehîya Bilind bi navê endamtîya rêxistinê û tevlîbûna operasyona çekdarî cezayê 36 sala yê heta hetayê didin Malik Xemgîn û li gorî zagonên tirkîyê wê 30 salan di zindanê de bimîne. Malik li tevahiya girtîgihên tirkîyê maye û herî dawî jî li girtîgiha Gumuşhanê dima.

Piştî çîyayên azad li zîndanan têkoşîna xwe domand

Piştî dikeve girtîgihê, di jiyana wî de qonaxeke nû destpê dike.Bi berxwedanîya Mazlûm,  Kemal û Akîfan a zindanê berdewam dike û dibe şopdarê wan. Girêvên birçîbûnê û çalakîyên ku bi rengekî çalak girêdayî tecrîda li ser Rêbertî û pêngava azadiya wî ya fîzîkî têne meşandin. Ala têkoşînê ya ku bi berxweddanîya zindanan didomîne û çîyayên azad hilgirtiye ser milê xwe. Li gorî vê yekê çiqas dijmin êrişî qadên berxwedanê û gerîlayên azadiyê bike, wê tucarî nikaribe gavekî pêş de bavêje. Malik Xemgîn got ku berxwedanîya ji derveyî girtîgihê ji ya hundir zehmetire.

Me li hemberî tecrîdê serî netewand

Kêlîyên berxwedanê wê bê navber bidomin;Dema ku bi rêya çapemenîya me û raya giştî hatina malbatên hevalan yê hevdîtina di derheqê Rêber APO de agahîyek neyînî girtiba, em demildest tevdigerîyan. Her tim em bi rewşa Rêbertî û tecrîda girankirî ya ku li ser wî dihate meşandin dihizirîn. Ji ber ku heyanî  Rêbertî azad nebe em jî azad nabin û gelê Kurdistanê  jî û hete mirovahî tev jî azad nabe. Ji ber vê sedemê me her tim çalakiyên cur bi cur didane meşandin. Dijmin bi hebûn û tunebûna xwe dihat ser hevalên dîlgirtî, lê girtiyên berxwedêr tucarî tawîz nedidan dijmin.`

Li hemberî astengiyan têkoşîn berdewame

Malik Xemgîn dema ku ji girtîgiha dewleta tirk a dagirker derdikeve nikare li Bakurê Kurdistanê bimîne, yek ser wî dersînor dikin. Malik derbasî GirêSpî(Til Ebdyad) ya hatîye dagirkin dibe. Malîk tîne ser ziman û dibêje; bi hişyarîya gelê me û raya giştî û piştî 30 salên dûr û dirêj ez derbasî Rojavayê Kurdistanê bûm.

Her tim ez ê, di nava berxwedanyê de bim

Malik dema ji girtîgihê derdikeve heyanî demekê zehmetiyan dikşîne, hem xemgînî û hem jî şanazîya xwe tîne ser ziman. Malik dema dîl tê girtin ciwanekê 23 salî bû, ji ber polîtîkayên dewleta tirk û nebûna derfetên malbatê ev 30 salbûn malbata xwe nedîtibûn. Hin Ciwanên malbatê tevlî şoreşê bûne û şehîd ketine û ev yek li gel wî xemgînîyek mezin da avakirin.

Lê bi kar û xebata malbata xwe û tevlîbûna wan ji nava şoreşê re bandoreke erênî li ser wî da avakirin û bû cihê kêfxweşiyê û Malik hestên xwe di vê derbarê de bi vî rengî anî ser ziman û got:`Berê mafê me yê bingehîn tinebû, ji ber ku ji milê rejîma bees ve ziman û çanda me hatibû qedexe kirin. Lê em niha di anva şoreşekê de dijîn û em xwediyê gelek destkeftîne. Zarokên me bi çand û zimanê xwe perwerde dîbînin û mezin dibin, ev cîhê serbilindîyê ye. Lê heya Rêberê me azad nebe, em jî azad nabin. Ji bona vê pêwîste em kar û xebata xwe xurt bikin û têkoşîna xwe bilind bikin.

Di dawiya axaftina xwe de Malîk Xemgîn ji bona Rêber Apo û girtîyên heps û zîndanan rêkirin û soza bilindi kirina berxwedan û têkoşînê da.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.