Rojnameya Ronahî

Hevkariya MÎT a Tirk û PDK’ê

Amara baran/Qamişlo

Çeteyên bi navê Pêşmergeyên Roj sala 2012`an bi daxwaza hikumeta Tirk ji aliyê PDK`ê ve li Başûrê Kurdistanê hate avakirin. Ev jî piştî teşwîqkirina koçberiya li Rojava, ya bi rêya partiyên Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) ku dawiya 2011`an hatibû avakirin, pêk hat.

PDK’ê hêzeke bi navê Pêşmergeyên Roj ava kir ku armanca wê tenê xizmetkirina mala Barzanî ye. Ew kesên bi navê Pêşmergeyên Roj, tu yek ji wan ne xelkê başûrê Kurdistanê ye, hemû ciwanên  Rojava ne.

Pêşmergeyên Roj ji aliyê dewleta tirk ve têne perwerdekirin     

Pêşmergeyên Roj tabûreke çekdar e ku di sala 2012’an de li ser daxwaza Mesûd Barzanî ji aliyê hin welatiyên Rojava ve piştî destpêkirina alûziya Sûriyê hate  avakirin. Perwerdeyên xwe yên leşkerî li ser destê îstixbarata Tirkiyeyê di baregehên başûrê Kurdistanê de dîtin û navê Pêşmergeyên Roj li xwe kirin. Armanc ji vê navlêkirinê ew e ku hêzeke xwe ava bike û li Rojava şer bike. Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) vê hêzê digire ser xwe. Her wiha Wezareta Pêşmerge ya Başûrê Kurdistanê vê komê wek girêdayî xwe diyar dike.

Pêşmergeyên Roj ji ciwanên Rojava pêk tê

Pêşmergeyên Roj sala 2012`an bi perspektîfên hikumeta Tirk ji aliyê PDK`ê ve li Başûrê Kurdistanê hate avakirin. Ev yek piştî teşwîqkirina koçberiya ji Rojava ya bi rêya partiyên Nîştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) ku dawiya 2011`an hatibû avakirin, pêk hat. Encûmena Nîştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) ku dawiya 2011`an hatibû avakirin, pêk hat. Ew kom ji ciwanên Rojava ku bi siyaseta teşwîqkirina koçberiyê bandor bûne û berê xwe dane Başûrê Kurdistanê pêk tê. PDK’ê ew ciwan di kampên wekî Kampa Domîz de bi cih kirin da ku planên xwe li ser wan bimeşîne. Ji ber ku nehiştin ciwan ji kampê derkevin û derfetên kar ji wan re peyda nekirin, her wiha pêwîstiya ciwanan bi pereyan hebû, şerê taybet ê ji aliyê PDK`ê ve dest pê kir û di hundirê kampan de piropagandeya qaşo avakirina hêzeke leşkerî ji bo parastina Rojava kirin. Bi vê yekê ciwan teşwîq kirin ku tevlî wê koma çekdar bibin.

Komên Pêşmergeyên Roj ji sê tugayan pêk tê

Komên Pêşmerge yên bi navê Roj ji 3 tugayan pêk tê û perwerdeyên leşkerî wergirtine.Tugaya yekemîn li ser hemû cureyên çekan û şerên cuda hatine perwerdekirin û ev tugaya ku ji aliyê Riyad Selahedîn ve hatiye birêvebirin, yek ji komên girîng di nava Pêşmergeyên Roj de ye. Tugaya duyemîn û ya sêyemîn ji sedî 93 kesên girêdayî Partî Demokratî Kurdistan li Sûriyeyê (PDK-S) digire nava xwe û piraniya wan temen mezin in. Her tugayek ji wan ji hezar û 250 endaman pêk tê, ango giştî hejmara wan derdora 3 hezar û 750 leşker e û di nava wan de nêzî 200 endamên pêşmerge yên ji başûrê Kurdistanê jî cîh digrin.

Pêşmergeyên Roj bi mîta tirk re erîşên qadên gerîla dike

Ji sala 2021’ê heta niha pêşmergeyên Roj bi fermana mala barzanî bi mîta tirk re êrîşî gerîlayên azadiyê dikin. Tenê di sala 2021’ê de hêzên PDK’ê mil bi milê leşkerên tirk 11 caran karwanên leşkerî bi çekên giran ve derbasî Herêmên Parastina Medyayê kirin. Çend caran êrişê hêzên gerîla kirin. Di encama êrişên çekdarên PDK’ê de 14 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan. Gerîlayek jî birîndar bûDi 26’ê Tîrmeha 2021’ê de li nêzî gundê Bêxme yê ser bi navçeya Xelîfanê hêzên PDK’ê êrişê sê gerîlayan kir. Di êrîşê de sê gerîlayan jiyana xwe ji dest dan. Di 3’yê Cotmehê de jî HPG’ê ragihandibû ku di encama kemînekê de ku hêzên PDK’ê li Xelîfanê di şeva 28-29’ê Tebaxa 2021’an de danîbûn, ji koma 7 gerîlayan 5 gerîlayan jiyana xwe ji dest da. Her wiha ji bo Pêşmergeyên Roj li dijî PKK’ê bide şer kirin li herêmên çiyayî yên Xakûrkê, Zap û Garê perwerdeya leşkerî têne meşandin.

Rojava neparastin

Derbasbûna Pêşmergeyên Roj ji bo Rojava gelek caran di rojevê de cîh girtiye. Di çarçoveya rêkeftinên Hewlêr 1, Hewlêr 2 û Duhokê de ku di destpêka aloziya Sûriyê de ji aliyê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û ENKSê ve hatibûn îmzekirin, Pêşmergeyên Roj hatin Sûriyê. Komîteya Ewlekariyê ya ku li gorî peymanê bê avakirin, dê hemû hêzên çekdar ên herêmê bi rê ve bibe.  Di wê demê de êrîşên çeteyên Cebhet El Nûsra, DAIŞ û Artêşa Azad a Sûriyeyê li dijî Rojava hebûn. Li hemberî van êrîşan Pêşmergeyên Roj Rojava neparastin.  Li ser dîwarên bajarê Dêrikê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî peyva “Pêşmerge hat” dimîne.  Ev hêzên çekdar ên bi îdiaya parastina gelê Kurd hatin avakirin, ji bo pêkanîna planên qirêj ên dewleta Tirk xebitîn.

Pişmegeyên Roj bi fermana mîta tirk erîşên şengalê kirin

Roja 3’ê Tebaxa 2014’an çeteyên DAIŞ’ê êrişî Şengalê kirin. Di wê demê de bi hezaran çekdarên PDK’ê li Şengalê bûn. Çekdarên PDK’ê bêyî ku li dijî DAIŞ’ê şer bikin, ji navçeyê reviyan û xelkê Şengalê di nav destê çeteyên DAIŞ’ê de hiştin. Her wiha di 3’yê Adara 2017’an de li Xanesora Şengalê êrîşî  Êzidiyan kirin,  2’yê Adara 2017’an de hin komên çekdar ên ku navê ‘Pêşmergeyên Roj’ lixwe kiribûn, bere xwe dan bajarokê Xanesorê û bi 30 Hamer, wesayîtên zirxî û bi gelek cureyên din ên çekan êrîş kirin. Li ser vê yekê şervanên YBŞ/YJŞ’ê û Asayîşa Êzidxanê bersiv dan û şer derket. Pêşmergeyên Roj  Bi fermana mîta tirk, rojnamevanek û 2 gerîlayên HPG’ê yên ji qada Şengalê hatin herêmê û xwestin ku navbeynkariyê bikin û pêşiya êrîşan bigirin şehîd xistin.

PDK’ê  dixwaze bi agahiyên şaş YPG û YPJ’ê teşîr bike

Rayedarên Başûrê Kurdistanê gelek gotegotan di nava Pêşmergeyên Roj de belav dikin ku YPG û YPJ’ê kesên vegeriyane Rojava digire û dikuje, da ku rê li pêşiya endamên Pêşmergeyên Roj yên ku dixwazin vegerin bigre, rûxmê ku gelek malbatên pêşmergeyên roj,  bangawazî kirin ku ji bo zarokên wan nebin amûr ji dagirkeriya tirk re û paşde vegerin Rojava. PDK’ê û mala barzanî van derewan dike ji bona ku ciwanên Rojava yên ku hatine xapandin û tevlî wan bûne nikaribin vegerin  Rojava.

Bi mûçeyan li dijî PKK û gelê kurd şerdikin

PDK’ê bi mûçeyên ku ji mamoste û karmendan hatine birîn şerê gerîla û gelê Kurd dike. Mûçeyên ji  500 hezar dînar destpêdike û mûçeya mehane ya vê hêzê nêzî 3 milyar û nîv dînar e. 12 sal piştî avakirina vê hêzê, niha bi temamî di xizmeta dewleta Tirk de li herêma Zap, Avaşîn, Metîna û çend deverên din ên Herêma Kurdistanê bi dagirkeriya tirk re û li hemberî gerîla şer dikin. Ji xwe her kes dizane ku ev hêz  ji bona şerê li dijî PKK’ê û gelê kurd hatiye avakirin.