Axa Rojavayê Kurdistanê di warê çandiniyê de, axeke dewlemedn e, taybet wekî çandiniya genim, cih û nîs de madeyên serkene û wekî aboriay stratîjî tê binvakirin. Lê belê ji ber nebûna rûbaran û kêmbûna asta barîna baranê, sektora çandiniyê zirar dîtiye û xelk ji bo avdana erdên xwey çandiniyê bi neçarî berê xwe dane kolandina bîrên avê. Ji bo ku cotkara ji erd û axa xwe zêdetir sûd werbigrin Desteya Çandinî û sewladaran a bajarê Dêrikêç hin tedbîr û projeyên nû ji ho alîkariya cotkaran avadikin.
Têkîldarê mijarê rojnameya me serdna navenda çandinî ya bajarê Dêrikê kir û Selah Hemza diyar kir ku bi armanca ku çareserkirin pirsgirêk û alîkirina cotkaran, her wiha girtina hilbîrnek baş peojeyên nû avadikin.”
REWŞA HEWAYÊ
ZERAR DA ZEVIYAN
Endamê Navenda Çandiniyê Selah Hemza ser sedema kêm hilbirîna genim, nok, ceh û nîsk wiha got: “Di mewsimê 2018’an de ji sedema kêm barîna baran û di biharî de zêde barana barî encamên wekî ritubet (wexim) bû sedema ku gelek nexeşî li zeviyan ket û ji bo wê hilbirîna genim li piranî bajarên Herêma Cizîrê heya asteke kêmbû. Lê bajarên mîna Dêrikê û gundên derdorê erê ne mîna salên derbasbûyî lê, heya asteke başbû. Tevkî ku îsal nêzî 10 hezar hîktar ji cureyên erzaq hate çandin, wek ku me di destpêkê de diyar kir ji sedemên hewayê hilbirîna wê kêm hat. Her wiha gelekî girînge dema cotkar zanibe bê kengî û çawa zeviyê xwe semad bike, da ku zerarê nede zeviyan. Ev jî sedemek xwe heye ku zevî nexweş bikeve û hilbirîne ne baş be.”
ALÎKARÎ JI BO
COTKARAN DIKIN
Selah bal kişand ser alîkirina cotkaran û wiha got: “Navenda Çandinî û Kedîkirina Sewalan, dermanên ji bo zevî û hemû cureyên şînkahiyê li hemû dermanxane û bazaran hate bi cihkirin, her wiha da ku bazirgan keysbaziyê li cotkaran neke dê diriya komînan ev dermanan li gorî formayên cotkaran û rûbariya erdê wan bê belavkirin. Di heman demê de tovên ku li bazaran di hate peydakirin, ji bo çandiniyê nebaşbûn, ji bo ku em vê pirsgirêkê çareser bikin wekî navend nêzî 2300 hemû cûreyên tov di riya dermanxaneyan û komînan wekî alîkarî ji cotkaran re li gorî pêwîstiyan wan hate belav kirin.”
GENIM ABORIYA ISTIRATÎJÎKE
Selah Hemza bangeke li hemû cotkaran kir ku çi astengî û pêwîstiyên wan hebe Navenda wan ji wanre vekirîye û wiha got: “Da ku hilbirîneke başbe bê kirin, her wiha alîkarî bi cotkaran re bikin, avên rezaz û semad li gorî rewş û hewcedariya edr û zeviyê dê bê dayîn. Pêwîste em xwedî li aboriya xwe derkevin û genim jî di Herêma Cizîrde wekî aboriyek istratîjîk tê dîtin.”
27000 TON GENIM
HATİYE KIRÎN
Selah diyar ku Desteya Çandinyê û Sewaldariyê komîteyek ji bo çavdêriya buhayên şînkahî, semad û tov komîteyek ji 15 kesan avakiriye û wiha bi dawî kir: “Li Dêrikê 3 navendên kirîna genim hatin vekirin ku heya niha 27000 ton genim hatiye kirîn. Bi armanca alîkariya cotkaran Desteya çandinyê destûr da cotkarên ku nêzî Seda Borz û Hekîma bin dikarin avê bikşînin û erdê xwe avbidin.”
Gulbîn BOZO






