Rojnameya Ronahî

Ruhê veşartî yê Abdullah Ocalan û PKK’ê: Hakî Karer

Navenda Nûçeyan

“Hevrê Hakî Karer ji bo serxwebûna Kurdistanê xwe da pêş, çawa ku mirin da ber çavan, berxwedana proleterî, ramanê xwe yê serbixwe pêl bi pêl belavî welêt kir, ferz kir ku ji bo oxira vê divê xwîn bê rijandin.”

Komên ewilî yên Apoyî weke melekan bûn. Hema carekê ew bidîta, binasîbûna, ne mimkun bû ku ji wan veqetî. Hakî Karer jî yek ji wan melekan bû ku di nava komên ewil ên Apoyî de cihê xwe girtibû. Salên destpêkê li mala komînê diman ku piranî jêrzemînên avahiyan bûn. Ji ber ku hem diravê wan têrê nedikir, hem jî balê nekişînin.

Hakî Karer miroveke rast, dirûst û jêhatî bû. Hemû jiyana xwe dabû têkoşîna Apoyî. Ewqasî girêdayî rêxistinê bû, wer dihate gotin ku eger rakeve jî ‘di xewa xwe de jî têdikoşe’. Ji bo Hakî gotina ku kêrhatî-zîrek e wê kêm bimîne. Ev têgîn wî temam nedikir. Hakî xwe gihandibû wê astê tim di nava tebatê û avakarê jiyana partiyê de bû. Dema mirov lê dinêrî wê nezîbûna ku di rêveberiya partî yan rêxistinekê de xwedî erk û berpirsyar e. Hakî xwedî bandoreke welê bû ku her kesê xwe nêzîk bikiribûna dixist bin bandora xwe, dikir xwedî moral û hêza têkoşînê lê zêde dikir. Hakî pişt ne dida erkên xwe û bi kesayetek gihiştî û serwext nêzîk dibû. Hakî Karer di warê gihiştina armancê de jî pir xurt û kilîd dibû.

Hakî Karer, piştî sala 1973’yê de êdî dibe hevrêyê nêzîk ê Abdullah Ocalan. Di sala 1974’yê de di nava koma Apoyî de cih digire. Di sala 1974’ê de tevî Abdullah Ocalan, bi awayeke aktîf di nava rêxistina şoreşger a giştî ya xwendekaran a bi navê Komeleya Hîndekariya Demokratîk a Enqereyê (ADYOD) de cih digire. Bi vî awayî piştî derbeya 12’ê Adarê, careke din girseya şoreşger a ciwanan kom dikin.

Hevrê Hakî Karer li gel karê rêxistinê ji bo sûdê bide mala komînê di karên cihê de kar dikir. Li nava baxçe, kargeh û karên cuda kar dike. Kesayeteke welê ku di asta herî jor a rêxistinê de xwedî erk bû, tevî vê jî heqdesta ji karkerî û karê  baxçevaniyê digirt, heta qurişa dawî ji bo xerca mala komînê dida. Her endamê komînê pereyê ku ji karkerî û derve digirt, li nava kaseyê dihate danîn û hevpar ji bo xerca komînê dihate xerckirin. Di komînê de li gel kadroyên pispor ên rêxistinê xwendekarên amadeyî yên nû hatibûn rêxistinkirin û karker jî hebûn. Malên komînê ew sîstem bû ku Rêber Apo pêşbînî dikir û dixwest bibin qadên têkoşînê. Malên komînê bi sîstem û bibûn ocaxên perwerdehiyê. Bi rêkûpêk perwerde dihatin dayîn. Li gel perwerdehiyê helwest, rabûn û rûniştin, nêzîkatî û jiyana kadroyên pêşeng ên nava malê jî bibûn, beşek perwerdehiya esas bû. Hakî tim digot: ‘Ne ji bo xwe ji bo rêxistinê kar bikin, ên ji bo xwe kar dikin ne ji me ne.’

Alaattîn Kaplan û koma wî ku bi taybetî ji aliyê MÎT’ê ve li dijî tevgera azadiyê hatî perwerdekirin, di serî de Rêbertî, Hakî û dîsa komê dinase û li her qadê xebatên wan ji nêzîk ve wan şopandibû. Çûyîna Hakî ya Edeneyê û li wir karê li nava derdorên din ên şoreşger kirin, rast hatina wî ya bi Alaatîn re ne tesadûf bû, ji aliyê MÎT’ê ve hatibû organîzekirin. Piştî Edeneyê Hakî derbasî Dîlokê bû û li wir jî kar kir. Alaatîn li vir jî ketibû pey Hakî û derbasî Dîlokê bûbû. Li vir ji bo Alaatîn Hakî bike hedef vedixwîne qehwexaneyê û dema ku Hakî li nava qehweyê li ser Rêya Cengîz Topal bi Alaatîn Kaplan re dicive û li vir alozî derdikeve. Hakî 18’ê Gulana 1977’an tê şehîdkirin.

Piştî lêkolînan derdikeve ku Alaatîn berî saeta hevdîtinê li nava qehwexanê ji bo xelkê wir dibêje ku; ‘çendek din wê faşîst werin vir’ zemîna xelkê li ber Hakî sorkirinê amade kiribû û plana xwe ya provakasyonê danîbû. Dema li vir hinek rageşî derdikeve bi tebanceyê êrîşî Hakî tê kirin. Tu kesê mudaxele nekiribû, demek dirêj xwîn jê herikî bû. Piştre ambulans hat û rakirin nexweşxaneyê.

Wê demê Kemal Pîr û Cemîl Bayîk ku kadroyên pêşeng ên rêxistina Apoyî bûn jî li Dîlokê bûn. Xwestin darbesta Hakî ji nexweşxaneyê birevînin. Dema ku Rêber Apo vê dibihîse, red dike. Birayê Hakî Takî Karer tê Dîlokê û darbesta Hakî digire û dibe warê wî Ordûyê. Bi qetilkirina Hakî Karer gava yekem a konsepta tinekirina rêxistinê bû. Rêber Apo ev yek dît û pêşiya vê yekê girt.

Serok Apo li ser şehadeta Hakî Karer ê weke ‘Ew ruhê min ê veşartî bû’ pênase kiribû ev gotibû: “Şehîdê me yê yekem Hakî Karer kesayeteke berxwedêr ê dema herî zor ku tovê zanabûnê ya têkoşînê dihate rijandin bû. Cihê wî yê di avabûna PKK’ê û dîroka berxwedana neteweyî de mezin e. Girêdana bi bîranînê wî re xwedî wateyeke dîrokî ye. Encamên ku piştre derketin holê jî nîşaneyên vê girêdanbûnê ye.

Biryara avabûna Partiyê û dest bi çalakiyê kirin, encama girêdanbûna bi Hakî Karer re bû. Di vê wateyê de tevî ku hevrê Hakî Karer ne Kurdistanî bû, di demekê de ku ti kesê cesaret nedikir li Kurdistanê bijî, bû mînaka ku xwîna xwe rijand, piştre jî ji bo gelek mirovên Kurdistanî da nîşandan ku divê ji bo welatê xwe bizane ku bimire. Eger ku ev gav nehatiba avêtin û nebûna layîqê pêşketinên wiha piştre hatin avakirin, bê şik û guman mirov nedikarî behsa pêşketina PKK’ê li Kurdistanê bike.

Hevrê Hakî Karer ji bo serxwebûna Kurdistanê xwe da pêş, çawa ku mirin da ber çavan û berxwedana proleterî, ramanê xwe yê serbixwe pêl bi pêl belavî welêt kir, ferz kir ku ji bo oxira vê divê xwîn bê rijandin, ji bo pêşketinên bê jî heman tişt dibe bihata kirin.”