Rojnameya Ronahî

Komkujiya Hewlêrê

Serdar Sitar

Di 16’ê Gulana 1997ê de, hêzên PDKê li Hewlêrê û derdora wê êrişek plankirî li dijî nûneratiya fermî ya PKK’ê û pêwendiyên wê li gel bajêr, baregeha Yekîtiya Niştimaniya Demokrat a Kurdistanê (YNDK) û rêxistinên li bajêr û derdora wê, yekîtiya Azadî ya jinê Kurdistan (YAJK), Navenda meha Sor ya Kurdistan (Hîva Sora Kurd) û gerîlayên wê yên birîndar li nexweşxaneyan, Navenda Çand û rewşenbîrî ya Mezopotamyayê, navenda ragihandin û weşanê ya Rojnameya Welat, Watan Şems, Kovara Roj, Rojnameya Jiyanê Azadli, beriya wî dîrok jî êrişê mamosta Tahîr Hîranî ku bi mamosta Yasa dihat nasîn li bajarê Şeqlawe kirî bûn. Dîsa jî  Piştî wê dîrokê li ser rêya Mexmûrê-Hewlêrê êrîşî heval Reûf kirin, di encamê wan hemû êrişên hov , namirovane û derve piransîpên exlaqî û neteweyî bi rojê nîvro 83 endam, kadro û sempatîzanê jin û mêrên şoreşger ya PKKê hatin kuştin.

Tevî ku piraniya van kesan kurdên her çar parçeyên Kurdistanê bûn, lê di nav wan de yekî Fasê jî hebû ku ji bo azadiya gelê kurd hatibû. Hemû saziyên ku rûbirûyê vê êrîşa hovane bûne, bi destûr û agahiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokatiya PDK’ê bi xwe li wir bûn. Her çend ev hemû kes ti metirsî li ser hêz û hebûna PDK’ê li Hewlêrê nebûn, Serokê PDK’ê bi xwe jî rojek beriya êrişê soz dabû ku êrişî tu sazî, navend û ti kesî nekin, lê piştî  kêmtir ji 24 saetan PDK’ê hemû çekên xwe yên sivik û giran li ser gerîlayên Birîndar, çalakvanên siyasî û rojnamevanan ceriband.

PDK’ê çima van kiryarên nemirovane, neneteweyî û neexlaqî kir? Dixwast çî bi destê xwe bixe? Her ciqas Têkiliya dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê vedigere ji bo destpêka salên 1970’yê, bi kuştin û îmhakirina baskê şoreşgerî yê PDK/Tirkiyeyê dest pê kir. Lê piştî serhildanê û avakirina hikûmeta Herêma Kurdistanê bi alîkariya Amerîkayê, ev têkilî li ser esasê têkbirina tevgera şoreşgerî ya Kurd li Bakurê Kurdistanê, nû kirin. Ji ber wê jî PDK’ê hem bi tena serê xwe û hem jî bi lihevkirina bi partiyên din ên Başûr re her tim hewl daye şerê xwe li dijî PKK’ê bidomîne. Di 31’ê Tebaxa 1996’an de PDK’ê xwe teslîmê rejîma Baasê kir û karî dîsa Hewlêr bi dest bixe. Di nakokiyî û şerên di navbera PDK û YNK’ê de, PKK’ê ti carî nexwestiye bibe alîyekî, berovajî vê yekê bi awayekî bêalî tevgeriya ye, ewji li ser esasê ku nakokî û alozî kûrtir nebe û bi kêmtirîn ziyanan alozî çareser bibin. Di bihara 1997’an de dîsa têkiliyên PDK’ê û dewleta Tirk pêşketin, amedekariya operasyoneke hevpar dikirin. Ji bona wê jî arteşa tirk di 14’ê Gulana 1997’an de êrişê herêmên Heftenîn, Zap, Metîna û Avaşîn da destpê kirin. PDK’ê di aliyekî li wan herêman rênîşandar ji bona artêşa dagîrker dikir, di nava bajaran de jî êrişê sazî, baregah û kesên welatparêz yên nêzî PKK’ê dikir. Helbet ev êrîş bi lihevkirina artêşa Tirk û DYA’yê bûn, ji bo ku hevsengiyê vegerînin, ji Tirkiye û Amerîkayê re bêjin; Ez ne tenê leşkerekî dilsoz ê Baasê me, di heman demê de leşkerekî dilsozê we me û ji bo têkbirina şoreşger û azadîxwazan çi ji min bixwaze ez amade me bikim!!!

PDK’ê di wê baweriyê de ye ku bi xiyaneta 31’ê Tebaxê û 16’ê Gulanê serkeftin bi dest xistiye û bûye hêza yekem li Herêma Kurdistanê!! Yanî desthilatdariya xwe li ser bedena şoreşger û welatparêzên Kurdistanê û bi xizmetkirina ji dagirkeran re xurt kiriye!! Kiryarên bi vî rengî divê ji aliyê serokatiya PDK’ê û kadroyên wê ve weke siyaset bên binavkirin, lê ji aliyê piraniya gelê Kurd, şoreşger û welatparêz ve weke xiyanet û rê nîşandarê artêşa dagirkeran tê dîtin. Belkî niha kiryarên vî sûcê mirovahiyê bi awayekî azad tevbigerin û xwe qehreman bihesibînin, lê divê bizanibin ku ne dîrok û ne jî gelê Kurd, şoreşger, welatparêz û azadîxwaz ti carî wan efû nekirine û nakinjî. Divê rojekê derkevin pêşberî Dadgeha Gel û ji mafên Komkujiya 16’ê Gulanê û hemû mafên kesên feqîr û belengaz li wan were sitandin ku di tevahiya jiyana xwe de bin navên cuda cuda pêk anîne.

27 sal bi ser vê kiryara nemirovane re derbas bûye, hê jî hestiyên van kesan winda ne û ji malbatên wan re nehatiye ragihandin ku gorên wan li ku ne, PDK’ê bi tu awayekî amade nîne cihê gorên wan qurbaniyan eşkere bike.

PDK’ê îro rewşa wê ji rojên berê xerabtire, dîsa nûkertiya xwe ji bona dijminatiya gelê kurd bi dewleta Tirk re nû kirye. Di mijara azadî, demokrasî û mafên mirovan de hêza herî tirsoneke, helbijartin daye seknandin û paşxistin, rojnamevan xistine zindanê, mal û mulkê gel talan kirye û li Emerîka û Ewropa vêla û sarayî kirîne. Ne tenê nêzî yekîtiya gelê Kurd nabe, yekîtiya hundirîn di nav malê kurdan de parçekiriye û derxistina azadîxwaz û welatparêzan kiriye karê xwe. Kurd ji zû de dibêjin ku zincîra xiyanetê kurt e, dibe ku hinek bêjin PDK’ê dirêj kiriye heta kengê em dikarin li hember hemû tawanên PDK’ê bê deng bimînin. Lê di serî de li hemberî vê yekê pêwîste ku bi tekoşîna Demokrasiyê em li berxwe bidin, bêguman ew jî girêdayî pirtir xebat kirin û tekoşîna jin, ciwan û hemû çînên civake bê cudahî di xeta şoreşgerî, neteweî û demokarsî de, ku wê xeta xiyanet û kirêt li Kurdistanê bi dawî bike.