Gelê herêma Çiyayê Kezwanan ji ber kêmbûna ava şirîn, xerabûna rêyan û ji ber nebûna navendên tendurustiyê û bijîşkan bi gazinc in. Hevserokê Şaredariya Çiyayê Kezwana Saleh Medîne Xilêf diyar kir ku piştî herêm hat rizgarkirin rewş aram buye jî lê pirsgirêkên jiyanî yên di berê de jî mane berdewam dikin.
Gelê herêma Çiyayê Kezwana ji ber kêmbûna ava şirîn, xerabûna rêyan û ji ber nebûna bijîşkan bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû ne. Hevserokê Şaredariyê Saleh Medîne Xilêf bang li rayedaran kir ku alîkariyê bidin wan.
Pirsgirêkên sereke yên herêma Çiyayê Kezwanan nebûna ava şirîn, nebûna kar, xirabûna rêyan û nebûna derfetên tenduristiyê ne.
Derbarê mijarê de Hevserokê Şaredariya Çiyayê Kezwana Saleh Medîne Xilêf axvî û diyar kir ku her çendî piştî rizgarkirina herêmê jiyan asayî bûye jî lê hê gelek pirsgirêkên berê de mane dewam dikin. Xilêf wiha got, “Yek ji pirsgirêkên sereke nebûna avê ye. Herêma Çiyayê Kezwana herêmek çol e. Bi giştî li 2 herêmên wê ava şîrîn heye. Dema şaredarî bixwaze ji bo ava vexwarinê bîran bikole jî ava tehl derdikeve. Di dema rejîmê de jî bi stêrên avê av digihişt herêmê. Av niha ji herêma Til Temir tê, şaredarî 5 bermîlan bi hezarî dide gel.”
Xilêf destnîşan kir ku tenê 2 stêrên avê yên şaredariyê hene û wiha got: “Av ji dûrahiya 70 km tê herêmê. Ji ber kêmbûna stêran av nagihîje hinek gundên dûr. Ew ji xwe re avê dikirin Tenê du gund bîrên ava şirîn lê hene, ew jî têra herêma wan dike.” Xilêf anî ziman ku eger şaredarî alîkariya wan bike û li herêmên ava şirîn bîran bikolin dibe ku avê bigihînin hemû herêmê.
Pirsgirêkeke din jî xirabûna rêyên di nava gundan de ye. Hevserok Xilêf da zanîn ku di şer de piraniya rêyên herêmê xirab bûn, rêyên mayî jî ji ber barana îsal a di meha havînê de xirab bûn û wiha axivî: “Rêya di navbera bakur û başûrê Çiyayê Kezwanan de, rêya di navbera Dêrazor, Raqa û Çiyayê Kezwanan de hemû xirab bûne. Rêya Sebi Zilam ku 12 gundan digihîne hev, rûxiyaye, em nikarin stêrên avê bibin herêmê. Em wek Şaredariya Çiyayê Kezwanan nikarin vê pirsgirêkê çareser bikin, ji ber ku alav û erebeyên kar di destê me de tune ne. Me ji rêveberiya şaredariyan a Til Temir re ragihand lê heta niha tu bersiv nedane me.”
Yek ji pirsgirêkên sereke yên herêma Çiyayê Kezwanan jî nebûna klînîk, bijîşk û dermanxaneyan e. Şaredariyê ji bo tenduristiyê odeyek di nava avahiya xwe de vekiriye, lê li herêmê bijîşk tune ne. Bijîşkên heyî jî ji ber dûrbûna herêmê nêzî 400 hezar lirayan dixwazin. Çiyayê Kezwanan 50 km ji Hesekê û 30 km jî ji Til Temirê dûr e, dema kesek nexweş dikeve heta digihîje nexweşxaneyê pir dem derbas dibe û kirya rê jî zêde dibe.
Hevserok Saleh Medîne Xilêf bang li rayedaran kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên gel alîkariyê bi wan re bikin…ANHA






