Wednesday, July 22, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Di civîna QSD, MSD û Rêveberiya Xweser de mijarên girîng hatin nîqaşkirin’

15/05/2024
in NÛÇE
A A
‘Di civîna QSD, MSD û Rêveberiya Xweser de mijarên girîng hatin nîqaşkirin’
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/ Qamişlo

Projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser bingeheke xurt hatiye avakirin, tevî astengiyên ku li hemebr derdikevin jî, xebatên ji bo pêşxistina vê projeyê berdewam e û li derdorê tê belav kirin. 

Di 10`ê meha Gulanê de di navbera Meclisa Sûriya Demokratîk, Hêzên Sûriya Demokratîk û Rêvebriya Xweseriya Demokratîk de ji bo nîqaşkirina geşedanên dawî, rewşa siyasî, leşkerî û rewşa gelê herêmê civînek sêalî hat li dar xistin.

Derbarê mijarê de cîgera hevserokatiya Meclisa Sûriya Demokratîk Canda Mihemed ji rojameya me re axivî.

Canda Mihemed diyar kir ku ji bo nîqaşkirina mijarên girîng li ser asta tevahî Sûriyeyê pêwistiya rûniştineke wisa hebû û wiha got: “Gelek mijarên girîng yên girêdayî rewşa siyasî, çareseriya aloziya Sûriyeyê, diyaloga sûrî, xeteriyên li pêşiya herêmê, astengiyên li pêşiya Rêvebriya Xweser derdikeve, rewşa gel û xizmetguzariyê di civînê de hatin nîqaş kirin. Gelek kar û xebat ji me tê xwestin da ku em ji nû ve dosyaya aloziya Sûriyeyê bidin pêş.”

Canda Mihemed derbarê rewşa siyasî wiha got: “Di civînê de giringiya diyaloga Sûrî-Sûrî di navbera tevahî aliyan de hate destnîşankirin, herwiha hat diyarkirin ku riyên leşkerî ku ji hêla hikumeta Sûriyê  û komên çete ve hat meşandin ev pirsgirêk zêdtir kur kir. Ji ber vê yekê em dibînin ku diyalog û çareseriya siyasî ya herî guncawe.”

Canda Mihemed wiha gotinên xwe berdewam kir: “Di civînê de bal hat kişandin ser hewildanên jinûve zindîkirina çeteyên DAIŞ`ê û çawaniya derketina li hemberî vê xeteriyê. Ji ber ku Zindîbûna DAIŞ`ê xeteriyeke mezin bi xwe re tîne ne tenê ji bo herêmê lê li seranserî cîhanê bi giştî. Li aliyekî din di civînê de rewşa gel û Rêveberiya Xweser bi giştî hate nîqaşkirin. Rêveberiya Xweser projeyeke ne navendî ye û ji bo aloziya Sûriyeyê çareseriya herî guncaw e, ev yek di xwepêşandanên li Siwêdayê ku banga pêkanîna vê projeyê dikin tê nîşandan.”

Canda Mihemed wiha zêde kir: “Di civînê de çawaniya xurtkirina têkiliyan bi dewletên ereb dre jî hate nîqaşkirin da ku hevkariyê bi wan re bê kirin di dosyayên mîna DAIŞ, herwiha di warên aborî, tenduristî û perwerdeyê de.

Derbarê Astengiyên li pêşiya Rêvebriya Xweser Canda Mihemed wiha got: “Rêveberiya Xweser bi îradeya gelê Sûriyeyê hate avakirin da ku gel xwe bi xwe rêve bibin, di van salan de gelek zemetî û astengî li pêşiya rêveberiyê derketin weke êrîşên dagrkeriya Tirk li ser herêma me û armanckirina cihên xizmetguzariyê lê di heman demê tevî van astengiyan kar û xebat tê meşandin, Rêvebriya Xweser li ser bingheke xurt hatiye avakirin bi tevlîbûna tevahî pêkhateyên ku li Bakur û Rojhilarê Sûriyeyê jiyan dikin, tevî zehmetiyan kar tê kirin ji bo pêşxistina vê projeya demokratîk.”

Canda Mihemed axaftina xwe wiha qedand: “Weke Meclisa Sûriya Demokratîk ji bo pêşketina diyaloga Sûrî-Sûrî gelek proje me da destpêkirin di nav de jî kongreyek li ser asta cîhanî wê bê li darxistin di demeke nêz de di bin navê ( Kongreyê Hêz û Kesayetên Demokratîk)” li derveyî Sûriyeyê.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.