Sunday, June 7, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kongra Star bi daxuyaniyekê cejna zimanê Kurdî pîroz kir

15/05/2024
in Uncategorized
A A
Kongra Star bi daxuyaniyekê cejna zimanê Kurdî pîroz kir
Share on FacebookShare on Twitter

Ronaz Silêman/Qamişlo

Bi boneya Cejna Zimanê Kurdî Kongra Star li taxa Qidûrbek ya bajarê Qamişlo daxuyanikê nivîskî ji bo raya giştî xwend.

Îro bi pêşengtiya Kongra Star û bi boneya cejan zimanê Kurdî daxuyaniyekê nivîskî li taxa Qidûrbek ya bajarê Qamişlo ji aliyê mamoste Ayşa Ferho ve hat xwendin.

Naveroka daxuyaniyê wiha bû:

Daxuyanî wiha hat destpêkirin: “Di 15’ê Gulana sala 1932’an de bi pêşengiya Mîr Celadet Elî Bedirxan ve li peytexta Sûriyê li şamê Kovara Hawarê dest bi weşanê kir. Zimanê Kurdî bi tîpên latînî hatiye xwendin û nivîsandin. Zimanê Kurdî di dirêjahiya dîrokê de her û her rastî siyaseta qedexekirin, qirkirin û zextan hatiye. Têkoşîna me li hemberî vê siyaseta qirêj berdewam dike. Kovara Hawarê di geşedan û pêşveçûna Zimanê Kurdî de roleke dîrokî ya herî girîng lîstiye. Kovara Hawarê ji sala 1932`an haya 1943’an de 57 hejmarên bi zimanê latînî û Erebî weşandin. Lewra roja destpêka weşana Kovara Hawarê weke Cejna Zimanê Kurdî hatiye pejrandin û tê pîrozkirin.”

Gel hêza hebûna nasnameya xwe nîşan dan

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Bi destpêkirina şoreşa 19’ê Tîrmehê re gelê Kurd di hemû qadên civakê de xwe bi rêxistin kir, Sazî, Meclis û komîn dane avakirin. Her wiha şoreşa Zimanê Kurdî bû xebata herî sereke di nava civakê de, di heman demê de hemû pêkaheteyên li herêmê jiyan dikin perwerdeya metrialyan (Seretayî, navîn, amadehî, peymangeh û xwendina bilind) bi zimanê xwe yên zikmakî dibînin (ereb, ermenî, aşorî û hwd). Piştî deskeftiyên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê perwerdehiyê ve gel hêza hebûna nasnameyên xwe nîşan dan.”

Zimanê Kurdî bibe zimanekî fermî

Daxuyanî wiha hat bidawîkirin:”Em wekî Kongra Star ya bajarê Qamişlo Cejna Zimanê Kurdî li tevahî gelê Kurd û hezkiriyên zimanê Kurdî pîroz dikin, her wiha em bangawaziya civaka navneteweyî û rêxistinên mafên Mirovan a cîhanê û rêxistina mafê zarokan (UNISF) dikin ku bi helwesteke exlaqî û cidî ji bo parastina mafên zarokan bi taybet zarokên koçber bûne, li hemberî dewleta Tirk û hevakarên wê sekna xwe nîşan bidin, da ku xwendekar û zarokên koçber vegerin herêmên xwe û perwerdeyên xwe bi zimanê dayîkê yê zikmakî li cihên bav û kalan bibînin. Her wiha zexta heyî ya li ser zimanê me were rakirin û zimanê Kurdî di nava zimanên navneteweyî de bibe zimaneke fermî yê perwerdehiyê.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Daxuyaniya Ajansa Jinha derbarê êrişa sîber de: Em li ser weşanê ne em ê bêdeng nemînin
NÛÇE

Daxuyaniya Ajansa Jinha derbarê êrişa sîber de: Em li ser weşanê ne em ê bêdeng nemînin

07/06/2026
Yekîtiya Ragihandina Azad; Ajansa Jinhayê rastî êrişa sîber hat
NÛÇE

Yekîtiya Ragihandina Azad; Ajansa Jinhayê rastî êrişa sîber hat

07/06/2026
‘Domandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hewldanên aştiyê têk dibe’
NÛÇE

‘Domandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hewldanên aştiyê têk dibe’

07/06/2026
CIWAN DÎNAMÎKÊN PÊKANÎNA SERKEFTINA ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK IN
HAJMARA PDF

CIWAN DÎNAMÎKÊN PÊKANÎNA SERKEFTINA ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK IN

07/06/2026
QUNCIK NIVÎS

Gelo wê lêvegera Kurdan ava bibe!

07/06/2026
‘Piştî azadbûnê em bi hêztir bûne’
CIVAK Û JIYAN

‘Piştî azadbûnê em bi hêztir bûne’

07/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.