Rojnameya Ronahî

Komkujiya Hewlêrê rûpelek reş ji rûpelên xiyaneta PDK`ê ye

Birûc Resûl/Qamişlo

Komkujiya Hewlêrê, di dîrokê de weke yek ji mezintirîn xiyaneta PDK’ê ya li dijî gelê kurd e. Di 16’ê Gulana 1997’an de PDK’ê di encama êrişa bêbext de nêzî 83 têkoşer û şoreşgerên PKK’ê hatin şehîd xistin. Tevî derbasbûna 27 salan di ser vê komkujiyê re, lê heta niha cenazeyê şehîdan radestî malbatên wan nehatine kirin.

Tirkiyeyê bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), di 14’ê gulana sala 1997’an de li dijî Başûrê Kurdistanê dest bi êrişeke berfireh kiribû. Dema êriş berdewam dikirin PDK’ê di 16’ê Gulana 1997`an de li Hewlêrê komkujiyeke mezin pêk anî û 83 şoreşger hatin qetilkirin. Li gel hêzên taybet ên PDK’ê, 35 hezar leşkerên Tirk yên dagirker ku veguhestibûn herêmê, di 16’ê Gulana sala 1997’an de nexweşxaneya Dezgay Jiyan û Awedan (DJAK) a Heyva Sor a Kurdistanê jî di nav de, êrişî gelek sazî û dezgehan kirin. Di êrişa ser Nexweşxaneya DJAK’ê de 9 gerîlayên PKK’ê yên birîndar hatin gulebarankirin û qetilkirin.

Erêkirin û xiyaneta PDK’ê

Artêşa Tirk di 14’ê Gulana sala 1997’an de li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê dest bi êrişê kir. Pêşiya êrişê, PDK’ê zexta xwe ya li ser kadroyên PKK’ê yên ku bi destûra wê li Hewlêrê diman giran kir. Di 16’ê Gulanê de jî komkujî kir. Êriş û komkujî li ser bingeha konsepteke hevpar hatibû amadekirin. Ne dihat texmînkirin ku xiyaneteke di vê astê de çêbibe.

Xiyaneteke berbiçav bû 

Xiyaneteke berbiçav bû. Li Hewlêrê û di ser re jî li nexweşxane û saziyên kurdan zarokên canfeda yên birîndar ên gelê kurd hatin qetilkirin. Şebekeya xiyanetê bêyî ku dudil bimîne bi ser de girt û nêzî 100 şoreşgerên birîndar qetil kir. Tu carî texmîn ne dihat kirin ku wê xiyaneteke ewqas bêbext were kirin. Ne di ket hişê mirovan de ku kurdek xiyaneteke ewqas mezin bike. Bi çavsorî li ser gelê kurd dinihêrtin û ne dihat bawer kirin ku yên van guleyên mirinê direşînin, kurd in. Lê mixabin kurd bûn. Yên ku ji xwe re digotin ez kurd im, ji bo berjewendiyên dijminê xwe li pey xeniqandina birayê xwe bû.

 Beramber pereyan bûn çete

Armanca van êrişan, dorpêçkirina PKK`ê di erdnîgariyeke teng de li Başûrê Kurdistanê ye. Yanî dixwaze bi temamî wan hêzên di çend salên bi de tune bike. dikarin bikaranîna çekên kîmyewî û hovîtiya şerê tê kirin, di vê çarçoveyê de pênase bikin. Lê destên NATO, Ewropa û DYA`yê de van êrişan de hene. PDK`ê jî, Kurdên Rojava di bin navê Pêşmergeyên Rojava de di şerê li dijî gerîla de  bi kar anîn. Lê ya rast ev pêşmerge, ji Rojava reviyan û li beramber pereyan bûn çete.

Gelek mirovên bêparastin jiyana xwe ji dest dan

Piştî ku PDK’ê soza xwe pêkneanî, çekdarên PDK`ê bi awayeke hemwext hem êrişê nexweşxaneyê kirin hem jî êrişê Navenda Giştî ya Yekîtiya Netewî ya Demokratîk ya Kurdistanê (YNDK), ofîsa Navenda Çanda Mezopotamya ya Hewlêrê, Komeleya Yekîtiya Jinên Azad ya Kurdistanê (YAJK), êrişê rojnameyên Welat û Welatê Roj jî kirin û bi çekên giran van saziyan gulebaran kirin. Di êrişên ku li ser van saziyan çêbû de gelek mirovên bêparastin jiyana xwe ji dest dan. Operasyona binçavkirin û girtinê ya piştî êrişê dan destpêkirin, bi mehan berdewam kir.

Di encama êrişê de 52 gerîlayên birîndar, karmend û welatiyên li nexweşxaneyê hatin qetil kirin. Kesên ku hatîn dîl girtin jî piraniya wan hatin qetil kirin. Yanî PDK’ê bi hevkariya Tirkiyeyê bi giştî nêzî 80 kesên bê çek qetil kirin. Piştî komkujiyê, PDK’ê cenazeyê gerîla û karmendên nexweşxaneyê radestî malbatên wan nekir. Tê gotin cenazeyê hinek ji kesên hatîn qetil kirin, li nêzî balafirxaneya Hewlêrê hatine veşartin.

Rojnamevanên ku di komkujiya Hewlêrê de hatin qetilkirin û windakirin

20 kesên ku di komkujiya li Hewlêrê de hatin qetilkirin û windakirin, rojnamevan bûn. Ew rojnamevan di Rojnameya Roj, Welatê Roj û Televîzyona Med Tv de dixebitîn û heta niha jî çarenûsa wan nehatiya eşkerekirin. Her wiha ew rojnemevan jî ev in;

– Mihemed Nadir Gezneyî bi nasnav Xogir.

– Azad Mihemed, bi nasnav Kemal.

– Şiwane Hemelaw, bi nasnav Rêbaz.

– Idrîs Elî Mihemed, bi nasnav Azad.

– Receb Mihemed Salih, bi nasnav Goran.

– Gelawêj Kemal Hesen, bi nasnav Rewşen.

– Yusuf Xalid Necîb, bi nasnav Murad.

– Hamid Berzencî, bi nasnav Kawe.

– Îsmaîl Ebdullah, bi nasnav Aram Şeqlawe.

– Gelawêj Arif Mehmud, bi nasnav Berxwedan.

– Şêx Kameran Hîranî.

– Perî Osman Mihemed, bi nasnav Peyam.

– Nahîde Hemesalih, bi nasnav Rûken.

– Gunay Geçilmez, bi nasnav Ronahî.

– Mêrxas Serêkaniyê.

– Ronî Melazgirt.

– Roza Yusif, bi nasnav Roza Cudî.

– Ciwan Şêxo, bi nasnav Huner.

– Serkewt Xaneqînî.

– Bekir Dogan, bi nasnav Numan.

Li gorî belgeyan 83 kesên ku ji rojnamevan, siyasetmedar, hunermend û gerîlayên birîndar ên nava nexweşxanyê de bêçek bûn pêk dihatin, hatin qetilkirin û windakirin, cenazeyên hinek şehîdên komkujiya Hewlêrê li kargeha Qirê ya li ser riya Hewlêr-Mexmûrê di goreke komî de hatine veşartin û yên ku cezayên wan jî ne diyar heta niha nayê zanîn sax in yan mirî ne.

PDK`ê dijî Kurdan vê komkujiyê tenê ne kiriye, di roja me ya îro de jî bi dewleta Tirk re di nava hevkariyeke xurt deye. Bi taybet dijî gerîlayên azadiyê yên ku Kurdistanê diparêzin, di nava xiyanetek mezin deye. PDK`ê bû sersebebê ku bi dehan gerîla bi gazên kîmyawî şehîd bikevin. PDK`ê di roja meya îro de jî dibe sedem ku dijî sivîl û şoreşgerên Kurd, ji aliyê dewleta Tirk ve komkujiyên mezin pêkwerin.