Sunday, May 18, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Gelo zimanê Kurdî metirsiya tunebûnê derbas kiriye?

15/05/2024
in QUNCIK NIVÎS
A A
Çend têbînî der barê rewşa weşangeriyê de
Share on FacebookShare on Twitter

Kemal Necim

Bi boneya roja zimanê Kurdî ku dikeve 15`ê Gulanê, hêja ye ku mirov li rewş û hal û pêşeroja zimanê Kurdî binêre.

Çaxê ku mirov li şop û rêçika pêşveçûna zimanê Kurdî binêre ji dema derxistin û weşandina kovara Hawar`ê ta roja îro, mirov dibîne ku zimanê Kurdî ewqas pêş ketiye û berfireh û kûr bûye, êdî mirov nikara rewşa îro û ya wê demê birawirdî hev bike. Dibe ku di sala 1932`an de, ango sala deranîna kovara Hawarê de hijmara nivîser û xwênerên bi zimanê Kurdî (kurmancî) li ser tiliyan dihate hijmartin, eger em hinekî din jî bi hêvî bin bila em bêjin ku bi dehan yan bi sedan rewşenbîr û ronakbîrên Kurdî wê demê bi zimanê Kudî dinivîsîn û dixwendin. Her wiha zimanê Kurdî bi ti awayî nebûbû zimanê perwerdeyê û ragihandinê yan jî zimanê têkilyên fermî. Lê niha rewş pir cuda ye û li şûna çend rewşenbîran bi hezaran, bi sedhezaran Kurd bi zimanê xwe dixwînin û dinivîsin, her wiha li gorî rewş û derfetên her parçeyekî Kurdistanê jî zimanê Kurdî bûya zimanê ragihandinê û perwerdeyê û têkiliyên fermî jî.

Lê gelo zimanê Kurdî di serdema kovara Hawarê de di rewşa ewlehiyê de bû lê îro? Bi gotineke din, zimanê Kurdî di wê serdemê de li ber metirsiya tunebûnê û asîmlebûnê de bû, lê îro? Dibe ku ev pirs weke pirseke ne cihê xwe de were dîtin. Lê ji xwe pirs hêvana nasîn û zanebûnê ye.

Zimanek çawa dikeve metirsiya tunebûnê, yan jî gelo zimanên civakan tune dibin.

Pisporên ziman guman dikin ku em di demek zû windabûna ziman de dijîn, ku her du hefteyan carekê zimanek winda dibe. Piraniya zimanên windabûyî jî yên gelên xwecih û resen in.

Li gorî Atlasa UNESCOyê ya Zimanên di metirsiyê de, li cîhanê 6 hezar û 700 ziman hene ku ji sedî 40’ê wan di bin metirsya windabûnê de ne. Tê gumankirin ku ji sedî 50-90% ji van zimanan dê di sala 2100 de winda bibin. Her çend diyardeya wendabûna zimanan di dîroka mirovahiyê de serdest be jî, lê ev rêje niha bi awayekî berbiçav zêde dibe, ji ber kiryarên globalbûnê û kolonyalîzma nû, ev kiryar dikin ku zimanên di warê aborî de bi hêz li ser zimanên din serdest bibin, bi wî awayî zimanên ku axêverên wan pir in, li ser zimanên hindiktir serdest bibin û di dawiyê de zimanên ku axêverên wê kêm in tune dibin.

Ger em vegerin rewşa zimanê Kurdî, em dê bibînin ku di rewşa îroyîn de zimanekî bi hêz e, li ber çavan û di demeke nêzîk de ti nîşanên ku ev ziman wê winda bibe xuyan nakin. Lê gelo ka zimanê Kurdî dê ta kîjan demê, kîjan radeyê xwe li ber pêla pişaftin, asîmlekirin û pêla gilobalbûnê û kolonyalîzma nû bigirie.

Her çendî mirov nikare di nivîseke wiha kurt de hemû eger û sedemên vê metirsiyê şîrove bike û şîretan rêz bike, lê bê guman pêwîste ku xelekeke parastinê ya zimanê Kurdî bête avakirin. Pêwîste saziyeke netewî ya Kurdî li ser asta çar parçeyên Kurdistanê bêta avakirin ku karibe ji bo pastina zimanê Kurdî stratejiyên netewî yên demdirêj saz bike. Ger ne wilo be dibe ku ji niha ta sala 2100 zimanê Kurdî jî bibe yek ji zimanên tunebûyî.

Post Views: 52
ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Mîrasa Şehîdên 18’ê Gulanê Îradeya Kongreya 12’emîn e’
NÛÇE

‘Mîrasa Şehîdên 18’ê Gulanê Îradeya Kongreya 12’emîn e’

18/05/2025
‘Ji ber derengbarîna baranê berhemê mûsimê îsal kêm e’
CIVAK Û JIYAN

‘Ji ber derengbarîna baranê berhemê mûsimê îsal kêm e’

18/05/2025
RAMANÊ RÊBER APO YEKÎTIYA GELAN PÊK ANÎ
HAJMARA PDF

RAMANÊ RÊBER APO YEKÎTIYA GELAN PÊK ANÎ

18/05/2025
Biradost Mîtanî; Hezkerî dîrok û zimanê gelê xwe
ÇAND Û HUNER

Biradost Mîtanî; Hezkerî dîrok û zimanê gelê xwe

18/05/2025
Têkoşîna çanda civaka demokratîk
QUNCIK NIVÎS

Têkoşîna çanda civaka demokratîk

18/05/2025
Cihê arkeolojîk ê Tilbeyder nasnameya gelên herêmê temsîl dike
ÇAND Û HUNER

Cihê arkeolojîk ê Tilbeyder nasnameya gelên herêmê temsîl dike

18/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.