Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Lêçûna xizmeta civakî

15/05/2024
in QUNCIK NIVÎS
A A
Girîngiya hişmendiya civakî!
Share on FacebookShare on Twitter

Rohat Bulut

Di xwerêveberiyan de erka pêywirdariyê ji mekanizmaya erkdarkirinê nikare serbixwe tevbiger e. Bi qasî bijartin û erkdarkirinê çavdêrî û venêherî jî girîng e. Ev çavdêrî tenê li ser rast rêvebirina siyaset û polîtîkayan nabe. Divê di her beşên xizmetê yên rêveberiyê de venêheriyeke civakî hebe.  Çi biryarên ku bê girtin hebe pêwîste bi erêkirina civakê be.

Bele mafê her welatiyekî heye ku beşdarî pêşxistin û diyarkirina siyasetên giştî bibe. Divê her hemwelatiyek karibe beşdarî biryarên li ser mijarên bingehîn ên wekî ku razemeniyên li bajarê xwe, her wiha çiqas derfetên madî dê ji projeyên civakî re bê veqetîn haydar û xwedî biryar be. Ev ne tenê li bajaran, divê li her qadên jiyanê wiha be. Ji bo vê jî divê di civînên ku li gund, tax, navçe û bajaran pêk bên de yên ku bi beşdariya welatiyan pêk tên, di destpêkê de li ser pêdiviyên lezgîn û bingehîn yên ku dê rêveberiyên herêmî, şaredarî bikin tesbît bên kirin. Civaka ku xwe di nav mekanîzma biryarê ya derheqê xwe de nebîne dê bi nêrîneke ji derveyî xwe rastî gelek sepanên ji jor bê. Ev yek jî dê ji bo civakê ne baş be. Bi taybetî jî di warê aborî de heke mekanîzmeyeke hevpar a biryardayînê pêş nekeve dê rewşeke demokratîk dernekeve holê. Bi kurtasî divê şêniyên herêmê bi hev re karibin biryarê bidin ku çavkaniyên kîjan alî, yanî pereyê şaredariyekê di kîjan alî de were bikaranîn.

Li aliyê din, neçar e ku cureyên xizmetên bajarî yên ku pêwîstî bi razemenî û domdariyê heye, di berdêla “heqê xizmetê” de bên pêşkêşkirin. Di diyarkirina berdêlên bi vî rengî de divê pêvajoyên biryardayînê yên demokratîk girêdar û diyarker bin. Miqdara buhayê ku di encama nirxandinên ku dê li tax, navçe û meclisên bajaran bêne diyarkirin, divê di destpêkê de bi erêkirina gel bê diyarkirin. Divê hemû xizmetên ku veguhastin, av û hwd. jî di nav de ji hev cuda bên nirxandin û bi beşdariya gel mîqdara heqê xizmetê bê diyarkirin.

Her wiha hin mezaxtên sereke yên xwezayî yên civakî hene ku nabe bi heq be. Divê hin mezaxtina avê bêpere bê pêşwzîkirin lê belê divê heqê xerckirina zêde bê dayîn. Di mijarên din ên wekî veguhastin û enerjîyê de, divê pêkanîneka bi vî rengî ya gav bi gav were sepandin. Cikaka ku nekaribe li ser mezaxtên xwe serweriyekê bike dê ev rê li ber qeyranên kûr vebike.

Dema em bala xwe didinê di roja me ya îro de li tevahiya cîhanê heqê xizmetê yê veguheztinê buhaye. Bi taybetî li welatên demokratîk û sosyalîst divê ev rewş bi hesasiyeteke mezin li ber çavan bê girtin û di mekanîzmaya biryargirtinê de bi vê nêzîkatiyê biryar bê dayîn. Divê heqê xizmetê dirêjkirina pratîka baca adil be û divê tevkarîyê li baştirkirina dabeşkirina dahatê bike. Divê armanc bike ku xizmeteke bikalîte hilberîne, ne ji bo qezencê. Jixwe nêrîna qezenca ji civakê windahiyeke mezin e. Rêveberiyên herêmê bi her awayî lazim e hesasiyetên civakê li ber çavan bigire û bi her awayî di mekanîzmaya biryargirtinê de civakê tevlî bike. Civak Jî bi her awayî lazime xwe beşdarî mekanîzmaya biryargirtinê bike. Lewre jî divê civak hem di dahatiyê de, hem jî di lêçûnê de bi rêveberiyê re xwediyê maf û biryarê be.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.