Rojnameya Ronahî

Kovara Hawar û Zimanê Kurdî

Farûk Sakik

Zimanê kurdî di dirêjahiya dîrokê de her tim rastî polîtîkayên qedexekirinê û zextan hat.

Li hemberî vê yekê rewşenbîrên Kurdan jî têkoşînek didan. Di destpêka avakirina Komara Tirkiyê de ev zextên li ser zimanê Kurdî di asta herî jorda bû. Di demek waha de rewşenbîrên Kurd ên li sirgûnê bûn li Şamê bi navê ‘Hawar’ kovarek derxistin.

Kovara Hawarê di pêşveçûna zimanê kurdî de roleke tarîxî lîst.

Di qonaxa Kovara Hawarê de gelek nivîskar, rewşenbîr û lêkolînerên zimanê kurdî ‘xwe perwerde’ kirin.

Kovara Hawarê ji sala 1932’yan heta 1943’yan 57 hejmar çap kir, jê 23 hejmarên pêşîn bi alfabeya latînî û erebî, hejmarên din jî bi alfabeya Latînî derketin.

Di sala 1932’yan de dema Kovara Hawar bi tîpên Latînî derket ji bo zimanê Kurdî jî ev destpêkeke nû bû.

Bi “Hawarê” pêşveçûn û standartkirina zimanê kurdî dest pê kir. Ziman Kurdî êdî li gorî formatên cîhanê dihat parastin û pêş xistin. Di serî de Celadet Bedirxan û rewşenbîrên demê li ser ziman kedekî mezin dan û serê xwe êşandin.

Derfetên wan sînorkirî bû. Bi tenê yek awantajek wan hebû ew jî civak bi zimanê Kurdî dihat axaftin.  Ziman wek îroj zêde asîmîle nebûbû. Wan ev zîmanê axaftinê girtin û ji nû de formule kirin. Asîmîlasyon hebû, lê bandora wê zêde nebû. Kurd li herêmên xwe azad bûn û ji desthilatdaran dûr bûn.

Lê îro!!!

Mixabin bi ewqas derfetên mezin û bi teknolojiya pêşketî em hinek zexel man ku vî zimanî ji nav çerxên asîmîlasyonê xelas bikin.

Di sala 2006’an de KNK’ê, bi biryarek 15’ê Gulanê wek roja cejna zimanê Kurdî  îlan kir.

Kurdên li çar aliyên cîhanê vê cejna xwe ya neteweyî bi coş û kelecaneke mezin, bi hişmendî û giyanê têkoşîna parastin û pêşvebirina zimanê kurdî pîroz dikin.

Di hefteya vê cejnê de kelecanek çêdibe daxuyanî tên dayîn. Saziyên ziman bernameyên xwe parve dikin. Di bernameyên televîzyonan de parastina ziman û têkoşîna ji bo ziman tê gotûbêj kirin. Di van nirxandinan de 3 mijarên sereke dertên pêş.

1-Astengiyên li pêşya parastin û pêşxistina zimanê Kurdî

2-Erk û berpirsyariya parastina zimanê Kurdî

3-Xebatên saziyên zimanê Kurdî

Astengiyên li pêşiya zimanê Kurdî û asîmîlasyon bi salan e em nîqaş dikin.

Lê tiştek din ku were kirin heye.  Şaredarî dikarin vî zimanî ji nav lepê asîmîlasyonê derxin bikin parçeyekî jiyana rojane.

Gelek kar û xebat dikarin bimeşînin. Ev ji bo her deverên Kurdistan, şaredariyên ku hene vê yekê dikarin bi hêsanî ji xwe re bikin armanc.

Ji bo herêma dibin dagirkeriya Tirk de ye, di salên berê de me dît çi xebatên ji bo pêşxistina ziman hatin meşandin.

Navên qadan û kolanan bi Kurdî bû. Navê hemû saziyan bi Kurdî bû. Saziyên ji bo pêşxistin û perwerdeya ziman hebûn. Di bazarê de zimanê Kurdî serwer bû. Ango hewldanek hebû.

Îroj dikarin wan tecrûbeyên berê ji xwe re esas bigirin û wan xebatan pêşve bixin.

Roja ku qeyûm hatin, ji paqijkirina destketiyên di warê ziman de hebûn, dest bi talana xwe kirin.

Em bi gotinên Rêber Apo yên der barê ziman de gotiye nivîsa xwe bi dawî kin:  “Ziman beden e, çand beden e, li bedena xwe xwedî derkevin”

Xwedî derketin çi ye?

HER DEM Û LI HER DERÊ;

BI KURDÎ BIFIKIRIN !

BI KURDÎ BIAXIVIN !

BI KURDÎ BIXWÎNIN !

BI KURDÎ BINIVÎSÎN !

Û BI KURDÎ BIJÎN !

15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz be.