Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Çima hilbijartin armanc e

15/05/2024
in ROJEV
A A
Krîza Ukrayna bandora xwe pir dike
Share on FacebookShare on Twitter

Zekî Bedran

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê di meha Hezîranê de hilbijartinên şaredariyan bên kirin. Wê Hevpeymana Civakî di sala borî de bihata amedekirin. Piştî wê jî dê hilbijartin pêk bihatana. Lê êrişên dewleta Tirk û amedekariyên dagirkeriyê ev xebat dereng xistin. Niha ev hilbijartin di asteke mezin de temam bûn û her çendî dereng mabe jî dê hilbijartin bên kirin. Rêveberiya Xweser dikaribû ji ber rewşa awarte û şer, di bin gefan de nabe hilbijartin bên kirin. Lê ev ji bo rêveberiyek ku îdda dike wê pergaleke demokratîk ava bike ne guncaw be. Di mercên zehmet de be jî pêwîste gel bixin nava rêveberiyê û ji demokrasiyê tawîz nede. Rêveberiya xweser jî ji bo cudahiya xwe dane holê û xwerêvebirina gel pêwîste tiştên pêwîst bên kirin.

Dewleta Tirk Rojava weke dijmin îlan kir. Ji Efrînê heta Dêrikê bi kûrahiya 30 km vê herêmê weke herêma xwe ya ewlehiyê di lijneya giştî ya NY yî ragihand. Dibêjin,“Berdêl çi dibe bila bibe emê tu caran nehêlin hebûnek Kurd li wir çêbibe”. Herêm her tim di bin êrişan de ye. Gel didin koçberkirin. Qadên jiyanê tên bombekirin, qadên aboriyê dike armanc. Dibêje, “Korîdora terorê, Terorîstan”, bi temamî herêm weke dijmin û qada şer diyar kirine. Ji ber ku ev mejî li ser rêveberiya Tirk serwer e, hewldanên gelê Kurd û gelên herêmê, hewldana li ser piyan mayînê bi pêngavên wêranker re rûbirû dimîne.

Ji bo Kurd nebin statû, dewleta Tirk evqas rolek wêranker li Sûriyê lîst. Heman demê de hesab kir ku Îxwaniyan bike desthilat, rêveberiya B. Esad tesfiye bike û serweriya xwe ava bike. Tê zanîn ku xebatên dewleta Tirk ên belavbûnê hene. Heman demê de dixwaze ji Helebê, heta Mûsil û Kerkûkê bixe nava sînorê xwe. Li hemberî van planên xwe jî Kurdan û gerîlla weke asteng dibîne. Heman demê de dixwazin Kurdan ji dîrokê tune bike, polîtîkayên xwe yên qirkirinê bi armanc bikin. Ev xewna wan a 100 salî ye û projeya wan e. Dibêje, “PKK û Kurd li hemberî berfirehbûna min asteng e, li hemberî mezinbûna min asteng e, pêwîste ez ji zincîrê lingên xwe xilas bikim”.

Yek ji sedemên ku çareseriya Sûriyê dûr dixe jî ev dijminahiya dewleta Tirk e. Eger cîhan bêje şer bes e, em çareseriyek siyasî bibînin jî dewleta Tirk çeteyan birêxistin dike û şer ferz dike. Şer jî tê wateya wêranî û koçberiyê. Erdogan li aliyekî dibêje bila êriş li ser Idlibê çênebe, koçberî zêde dibe, li aliyê din ve jî êrişê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û dixwaze tevahî herêmê dagir bike. Li van herêman nêzî 5 milyon mirov dijîn. Şêniyan Kurdan jî bi esasî li ser xetê ye. Dewleta Tirk li herêmên dagir kiriye tunekirina nîjadî pêk tîne. Lê faşîzma Erdogan weke ku li wê herêmê mirov najîn şerê derûnî dide meşandin. Bi gotina li dijî terorê şer dikim hewl dide bibe asteng ku gelên cîhanê rastiyan nebîne. Weke ku li herêmê tenê terorîst hene û wê Tirkiyê daqurtînin!

Dewleta Tirk ji ber sedema vê dijminahiyê hilbijartinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xistiye amanca xwe. Hem gelê Sûriyê hem jî gelên cîhanê pêwîste vê rastiyê bibîne. Ji ber wê jî êrişên xwe yên ji bo astengkirina hilbijartinan, sabotekirinê zêde dike. Jixwe herêm her tim di bin bombebaranê de ye. Li zeviyên çandiniyê agir derdixe. Çavkaniya bingehîn a debara herêmê çandiniye. Niha jî werza çinînê ye. Ji bo aboriya herêmê têk bibe, agir bi zeviyan dixe. Gel mehkûmî birçîbûnê û hejariyê dike.

Ji bo Rojava xwe birêve nebe, rewabûnê qezenç neke û sergûzeştê qezenç neke kiriye amanc. Dewleta Tirk propogandaya bergiriyên parastina sînorên xwe zêde kiriye. Heman demê de piraniya şêniyên Kurd di sînorên Tirkiyê de ne. Ji ber sedemê projeya qirkirina Kurdan bi pirsgirêkek wiha re rûbirû maye. Lê weke ku ew mexdûr e, demagojiyek bênavber dike. Dikeve axa Sûriye û Iraqê qaşo dixwaze “çavkaniyên terorê ziwa bike”. Ew bixwe çavkaniya şer û terorê ye, lê Kurdan weke çavkaniya terorê nîşanî cîhanê dike. Çavkanî ne ji derve ye, di hindirê Tirkiyê de ye. Li Enqerê ye.

Hikumeta Sûriyê jî ji ser lingan mayîna herêmên xweser û sergûzeştek demokrasiyê aciz e. Bi mejiyê dewleta klasîk a navendî nêzî pirsgirêkan dibe. Dewleta ew bixwe ye. Herkes wê girêdayî dewletê û Şamê be. Weke berê dê Baas bibe serwer. Kesên ku hikumeta navendî diyar dikin di hilbijartinê de tên hilbijartin. Tê zanîn ku hikmê meclîsê û vîna wê tune ye. Eger hebûya Sûriye di vê rewşê de nebûya û pergala yek partî, Baasê nedikarî bi dehsalan rejîmek otorîter ava bike. Desthilatên li Şamê dîsa xwedî heman mejî û nêzîkatiyê ne. Ew jî her ku ji destê wan tê hilbijartinan asteng dikin û hewl didin reş bikin.

Pêwîste gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tevahî pêkhateyên rêveberiya xweser û saziyên wê vê rastiyê bizanin, bi amedekariyên bihêz û rêxistinî xwedî li pêşeroja xwe derkevin. Bê ku bergiriyan sist bikin, pêşketinan nîşanî gelên cîhanê bikin, bi fikrê ku ji Rojhilata Navîn re bibin pêşengê şoreşek demokratîk tev bigerin. Pêwîste hema nebêjin hilbijartin û derbas nebin. Pêwîste bi fikra naverokek demokratîk û ji Rojhilata Navîn re bibin alternatîf tev bigerin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.