Rojnameya Ronahî

‘Rewşenbîr, nivîskar û zimanzan hilgirên projeya parastin û pêşxistina zimanê kurdî ne’

Hemza Sêvo/Qamişlo

 Di 25’ê Gulana sala 1932’an de, bi destpêkirina weşana Kovara Hawarê bi alfabeya latînî, di parastina zimanê kurdî de pêvajoyeke dîrokî dest pê kir. Ev roj weke Cejna Zimanê Kurdî hat ragehandin û her sal tê pîrozkirin. Nivîskarê kurd Kemal Nicim da zanîn ku xebatên pêşxistina zimanê kurdî li Rojavayê Kurdistanê xwe gihandiye asta tevahiya Kurdistanê û saziyên ziman dikarîbûn ziman bihêz bikin û berhemên binirx amade bikin.

 Roja 15’ê Gulanê weke rojeke navnetewî ji bo zimanê kurd, tê destnîşankirin. Roja derketina kovara Hawar a ku dikeve 15’ê Gulana 1932’yan. Lewma jî tevahiya gelê kurd vê rojê weke cejneke pîroz dibînin. Têkildarî mijara rewşa zimanê kurdî û bikaranîna wê, herwiha parastin û pêşxistina zimên, nivîskar Kemal Necim bersiva pirsên rojnameya me da û hevpeyvîn jî wiha bû:

Roja Cejina Zimanê Kurdî weke rojeke navnetewî ya gelê kurd tê destnîşankirin, gelo zimanê kurdî û asta bikaranîna wê di roja îro de di rewşê de ye?

Rewşa zimanê kurdî li Rojava, li gorî pêvajoyeke pirs nêzîk, ango berî 10 salan pir guheriye û mirov nikare berawirdî hev jî bike. Li aliyekî va ye bû zêdeyî deh salan ku zimanê kurdî bûye zimanê fermî yê perwerdeyê li hemû dibistanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ew jî tê wateya ku bi sedhezaran şagirtên zarok û ciwan bi zimanê kurdî dixwînin û perwerde dibibînin. Li aliyên din jî zimanê kurdî bûye zimanê ragihandinê, ji xwe pir diyar e ku ger zimanek bibe yê pewerde û ragihandinê dê bandora xwe li hemû qadên din jî bike. Mirov dikare bêje ku di hêla bikaranînê de zimanê kurdî li herêmê di rewşa herî baş de ne tenê li gorî çend salên berê, lê li gorî sed salên berê jî.

Asta xwendin, nivîsandin û berhemên ku hatine derxistin têrê dike ku zimanê kurdî were parastin û pêşxistin, herwiha di nav hemû warên jiyanê de cihê xwe bigre?

Ji bo zimanekî ku bi dehsalan hatiye çewisandin û qedexekirin, bê guman çalakî û xebatên deh salan dê têrê nekin ku êdî em bêjin zimanê kurdî bûye zimaekî parastî û pêşketî. Gavên pir girîng di vî warî de hatine avêtin. Saziyên çalak, xebatên ziman niha bi rêve dibin. Lê dîse jî hîna zimanê kurdî di warên jiyanê de cihê xwe negirtiye. Hîna jî zimanê kurdî bi awayekî çalak nebûye zimanê danûstandinên fermî yê saziyên fermî yên Rêveberiya Xweser û herwiha yê saziyên çandî û rewşenbîrî jî. Belge, daxuyanî, biryarname, giştîname û zagonên saziyên fermî ku bi awayekî nivîskî têne weşandin û belav kirin hîna tam nebûne bi zimanê kurdî, her çendî carna hewildaneke wiha tê kirin jî, lê ne bûye çalakiyeke asayî, herwiha bi pir şaşî û kêmasiyan jî têne belavkirin.

Xebatên ku ji bo parastin û pêşxistina zimanê kudî yên ku li Rojavayê Kurdistanê tên kirin, mirov çawa digire dest?

Xebatên derbarê zimanê kurdî li Rojavayê Kurdistanê, xwe gihandiye asta Kurdistanê jî, bi taybet ku em behsa Kurmanciyê dikin. Li gorî parçeyên din ên Kurdistanê hijmara mezin ya şagirtên ku bi kurdmancî li dibistanan perwerde dibin li Rojavayê Kurdistanê ye. Herwiha Saziya Zimanê Kurdî ku saziyeke çalak e, karîbû di nava çend salan de beşên lêkolîn û pêşxistina zimanê kurdî  bi hêz bike û berhemên binirx derbarê rêziman û dengnasiyê û rastnivîsê de derxîne, ev berhem li parçeyên din yên Kurdistanê jî dê bibin lêvegera rêziman û rasnivîsîna bi kurmanciyê. Herwiha bi salane çalakî û komxebatên berfereh têkildarî zimanê Kurdî de têne lidarxistin. Ev çalakî hemû dê bêjin ku zimanê kurdî sal bi sal pêşbikeve û bihêz bibe.

Da ku zimanê kurdî were parastin û pêşxistin, erkê ku dikeve ser milê, rewşenbîr, xwendekar, nivîskar û zimanzanan çi ye?

Rewşenbîr, nivîskar û zimanzan hilgirên projeya parastin û pêşxistina zimanê kurdî ne. Ta demeke nêzîk jî xebatên zimanê kurdî bi awayekî takekesane pêk dihat, ango hin kes bi tena sere xwe bi vê mijarê mijûl dibûn. Lê di pêvajoya heyî de pir diyar e ku êdî ev bar ji hêza kesan girantir û zêdetir e, êdî pêwîstî bi xebatên hevbeş, xebatên saziyan heye. Pêwîste rewşenbîr û zimanzan bibin palpişt û hevkarên xebatên hevbeş ên SZK`ê û saziyên din ên ku bi zimanê kurdî re mijûl dibin. Mijara zimanê kurdî êdî ne mijara xwendin û nivîsînê ye, yan jî tenê nivîsîna helbest û çîrokan e. Zimanê kurdî bûye zimanê pweredeyê, lewma pêdiviya xwendekaran bi zimanekî hêsan, fereh û kêrhatî heye ku karibin sûd ji mijarên zanist, felsefe, civaknasî, wêje û hwd…. Bigrin. Ji bilî pirtûkên perwerdeyê yên dibistan û zanîngehan, pêdiviya xwendekran bi pirtûkên lêvegerê heye. Pirtûkxaneya kurdî hîna di pir mijaran de kêm û qels e, kêm caran xwendekar li pirtûkxaneya kurdî pirtûkên zanistî, erdnîgarî, felsefe û civaknasiyê digerin, dema ku van lêvegeran bi kurdî nebînin dê berê xwe bidin lêvegerên bi ziamanên din. Ev hemû erkên pir girîng dikevin li ser milê nivîskar û rewşenbîran. Girêdayî wê jî pir pêwîste ku tevgera wergerê pêş bikeve û bi sedan babet û mijarên bi zimanên cîhanî bo zimanê kurdî bêne wergerandin.