Sunday, May 18, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji bo Silêman Ehmed pêwistî bi hêza dplomasiyê heye!

15/05/2024
in QUNCIK NIVÎS
A A
Nikarin hevpeyaman civakî asteng bikin
Share on FacebookShare on Twitter

Dilyar Cizîrî

Nêzî 7 mehane û hîn hemû qanûn û yasa tê binpêkirin. Bêyî dadgehkirin,  bêyî malbat û parêzer karibin hevdîtinê pêk bînin, hevalê me yê rojnamevan û endamê Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) Silêman Ehmed di hucreyên tarî yên istxbaratê PDK’ê de revandiye. Wer xuya dike di çavên rayedarên PDK’ê de welatparêzî, hezkirina welat û xwedîderketina li xakê sûcekî mezin, pêwistiya wê bi hesab heye.

Ne hesabekî ji rêzê, lê belê hucreya yek kesî, işkence û kî dizane dibe birçîbûn, kirinên kirêt û çi û ne çi! Dibe gelek kes matmayî bimînin, çima û çawa wiha dibe. Lê heger em hinekî li dîroka dûr û nêzîk a rayedarên PDK’ê vegerin, em ê bizanin dosya Silêman Ehmed parçeyekî biçûk ji kirin û sûcên wan ên li dijî welatparêz û hezkiriyê doza azadiyê ne.

Beriya niha gelek rojnamevan, çalakvanên siyasî û kesayetên bibandor revandine, işkence kirine û gelek kirin bi serê wan de anîne. Di heman demê de gelek caran bi dijminên kurdan re û di serî de dewleta Tirk û hikûmeta wê ya qirker re ji bo tunekirina gelê kurd û têkoşerên wan ketine plan de.

Bûyerên Xelîfanê û kemînên ji gêrîlan re danîne, êrişên niha li dijî qadên gêrîla û hevkariya wan bi dewleta Tirk re, beşek din a hevkariya wan bi dijminên kurdan re ye. Revandina Silêmanê Rojnamevan jî beşek ji rêzezincîra kirin û sûcên wan ê bê dawî ye.

Ji ber wê tu kes matmayî namîne ku PDK’ê nêzî 7 mehane ferdekî ragihandina azad revandiye û siyasetên kirêt li ser didin meşandin. Ji ber wê divê em ji xwe pirs bikin, gelo tişta tê xwestin me ji bo azadkirina Silêman Ehmed pêk aniye, yan na?

Bi rastî gelek hewldan hatin kirin, têkilî bi sazî û dezgehên Başûrê Kurdistanê û saziyên navdewletî re hate kirin. PDK’ê çawa dewleta Tirk dema êrişî xebatkarên ragihandina azad dike, guh li kesî nake, ew jî heman siyasetê dide meşandin û guh li kesî nake.

Ji ber wê pêwiste Rêveberiya Xweser ji bilî daxuyaniya ji  bo Silêman Ehmed da, hîn zêdetir dîplomasiya xwe ya bi sazî û dezgehên navdewletî û saziyên Başûrê Kurdistanê re bixe dewrê. Divê her kes ji aliyê xwe ve hewil bide zextê li PDK’ê û rayedadrên wê bike û wiha bêje Silêman Ehmed ne bi tenê ye.

Heger aliyek hemû zagonan binpê dike, gerk alîgirên rastiyê jî mafê xwe yê bersivdayîna qanûnî bixe dewrê. Heger gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêveberiya xwe ya xweser karibin hêza xwe ya Diplomasî ya bi Başûrê Kurdistanê re bixin dewrê, di riya birêz Bafil Telebanî û YNK’ê, her wiha bi riya Tevgera Goran û aliyên din ên siyasî ku di hikûmeta Başûrê Kurdistanê de şirîk in zextek li PDK’ê were çêkirin.

Di serî de Silêman Ehmed serbest berde, her wiha zext lê were kirin ku dest ji hevkariya xwe ya dewleta Tirk û çeteyên wê berde. Her çendî kar û xebat hatin kirin, her çendî PDK’ê sûcên dijmirovî li ser Silêman Ehmed meşandiye, sûcekî ne kêm li gel me û rêveberiya me ya xweser heye. Gerek hemwelatiyê xwe bê parastin nehêle.

Post Views: 63
ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Mîrasa Şehîdên 18’ê Gulanê Îradeya Kongreya 12’emîn e’
NÛÇE

‘Mîrasa Şehîdên 18’ê Gulanê Îradeya Kongreya 12’emîn e’

18/05/2025
‘Ji ber derengbarîna baranê berhemê mûsimê îsal kêm e’
CIVAK Û JIYAN

‘Ji ber derengbarîna baranê berhemê mûsimê îsal kêm e’

18/05/2025
RAMANÊ RÊBER APO YEKÎTIYA GELAN PÊK ANÎ
HAJMARA PDF

RAMANÊ RÊBER APO YEKÎTIYA GELAN PÊK ANÎ

18/05/2025
Biradost Mîtanî; Hezkerî dîrok û zimanê gelê xwe
ÇAND Û HUNER

Biradost Mîtanî; Hezkerî dîrok û zimanê gelê xwe

18/05/2025
Têkoşîna çanda civaka demokratîk
QUNCIK NIVÎS

Têkoşîna çanda civaka demokratîk

18/05/2025
Cihê arkeolojîk ê Tilbeyder nasnameya gelên herêmê temsîl dike
ÇAND Û HUNER

Cihê arkeolojîk ê Tilbeyder nasnameya gelên herêmê temsîl dike

18/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.