Rojnameya Ronahî

Jin têdikoşe xwe ji danasîna Bermalî rizgar bike

Nehîe pale 

Pêvajoya têkoşînê ya bi şoreşa Rojava destpê kirî ji bo jina Kurd û Ereb gelekî bi wate ye. Li hinek Kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybet ên ji çeteyên DAIŞ`ê hatin rizgarkirin di mijara jin de berê zêde xebat lê nehatibûn meşandin û her tişt ji bo wan nûbû. Xebitîna jin a li sazî û meclîsan mijarekî gelekî balkêş bû. Mînak derketina jinê ji malê û çuyîna kar ji bo wan şoreşek bû. Berî şoreşa Rojava xebtandina jinê eyb bû. Bi taybet jinên xwendina xwe bi dawî nekiribûn, ne dewlet û ne jî civakê firset dida wan ku ji malê derbikevin û bixebitin.

Bi şoreşa Rojava re êdî tiştên ji bo jinê eyb dihatin dîtin niha hêdî-hêdî têne guhertin. Jina ku dixwaze bi xwe pêdiviya xwe pêkbîne û berpirsyartiya xwe rabike, ya dixwaze fêrî siyasetê bibe, xwe îfade bike, bibe hêza çareseriyê hemû berê xwe didin meclîs û saziyên Rêveberiya Xweser. Hewl didin xwe ji danasîna Bermaliyê rizgar bikin. Zîhniyeta zayenperestî rojane êrîşî ked û hewldanên jin ên têkoşînê dike. Li hemû Kantonan jin bûne Hevserokên meclîs û saziyan, ev ji bo jinê gavekî xebat û têkoşînê yê mezin e. Ji ber mêr qebûlnake û destûr jî nade ku jin di rêvebirina civakê de xwedî erk û berpirsyar be. Mêr her tim hewl dide jina ku pêre Hevseroke li ber destê xwe bide bi kar anîn, wê bi tiştên biçûk re mijûl bike, firset nade ku jin pêşbikeve û çavên wê vebe.

Piştî ku çavên jinê vebûne û ketiye nava hewldana ku li beramberî zîhniyeta zayendperest têbikoşe, bertekên mêr gelekî dijwarin. Têgehên mîna (Dîroka Jin, Jineolojî, cinsiyetparêzî, azadiya jinê) qebûlnakin û di nava tevgerê de ku van têgehan bê wate bikin, an jî naveroka wê pûç bikin. Dema ku dibihîzin fikra Jin, Jiyan, Azadî tê gotin û her diçe belav dibe, bertek ji aliyê wan ve derdikeve. Niha di nava civakê de gotina `Jinê azadî şaş fêmkiriye` tê belav kirin. Li hemberî tevger û têkoşîna jin şerekî taybet tê kirin û hedef ew e ku jin dev ji daxwazên xwe berde û mîna berê wê weke koleyan bidin bi kar anîn, ew jî bêdeng bimîne.

Niha jin nêrîna xwe tînin ziman, lêgerînên wan hatine guhertin, her tiştî lêpirsîn dikin, qebûlnakin ku di bin serweriya mêr de bimînin û li jiyanê digerin. Jin êdî fikrê Rêber Apo hebûna xwe dibînin. Fêrdibin ku xwe çawa birêxistin bikin, li ser çareserkirina pirsgirêkên jin difikirin. Mala Jin zû bi zû pirsgirêkên jinan ranakin dadgehê û ew li ser çareseriyê dixebitin. Tevlî dewreyên perwerdê dibin û berpirsyartî radikin. Li Akademiyan jin perwerdeya fikrî û îdolojîk dide dewreyên ku mêr jî tevlî dibin.

Têkoşîna jin a xwe birêxistin bikin û bibin hêza çareseriyê gelekî bi wate ye. Sîstem û zagonên di bin navê ol û exlaq de ji bo jinê hatine dayîn, êdî têne lêpirsîn kirin, jin mîna berê nema ditirse. Çavên xwe ji mêr re nagire û bi riya meclîs û saziyên jin daxwaza mafên xwe dikin.