Rojnameya Ronahî

‘Ji bo pêkanîna Mîsaqa Millî dixwaze DAIŞ’ê zindî bike’

Hemza Sêvo/Qamişlo

Rojnamevan Erdogan Altan diyar kir ku avakirina DAIŞ’ê xwedî dîrokeke dirêj e û vedgere berjewendiyên hin dewletên hegemon yên cîhanî. Her wiha xeteriyek mezin li ser herêmê ava dike, çeteyên DAIŞ’ê li çolistana Sûriyê sûd ji lawazbûna ewlekariya hikumeta Şamê werdigire û tevdigere. Di heman demê de dagirkeriya Tirk ji bo pêkanîna Mîsaqa Millî, dixwaze careke din DAIŞ’ê zindî bike.    

Xeteriya DAIŞ’ê li Rojhilata Navîn û hewildana nûvejandina wê bi taybet li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji her kesî re eşkere ye, tevî vê yekê jî tu gavên alîkariyê ji bo Rêveberiya Xweser nayên avêtin. Di derbarê vê mijarê de rojnamevan Erdogan Altan bersiva pirsên rojnameya me da  û hevpeyvîn jî wiha bû:

Xeteriya DAIŞ’ê li herêmê hîn berdewam e û dawiya wê nehatiye, kîjan hêz li pişt zindîkirina wê disekine û wê bi kar tîne?

Ji bo em karibin bersiva vê pirsê bidin pêwîste em hinedekê li ser derketin, cih, dem, armanca çeteyên DAIŞ’ê, bi awayekî kurt rawestin. Derketina DAIŞ’ê ne li ser bingehê ku tê îdeakirin di encama valatî an jî nakokiyên ku di Rojhilata Navîn de çêbûne ava bûye an jî hatiye avakirin. DAIŞ, ji aliyê hêzên navneteweyî û heremî yên ku di “Projeya Rojhilata Navîn a Mezin” de cih digirin ve weke projeyekê hatiye avakirin. Ji ber di havêna hevîrê hemû hêzên hegemon de û bi taybet Brîtanya, Amerîka, Fransa, Almanya û di demên dawî de jî Îsraîl, ji bo bikevin herêmeke bi taybetî jî herêmên Rojhilata Navîn, krîz û kaosan pêwîst dike. Vê yekî jî ji bo hinceta xwe weke rizgarker wê herêmî bide nîşandan. Mînakên wê di dîrokê de pirin; em pir dûr jî neçin ji salên 90’î ve şer û pêvçûnên şîa-sûniyan, dewletên ereb ên bi hev re, derketina El-Qaîde û şerên navxweyî yên ji Afganîstanê qet xilas nebûn, israra Saddam Huseyîn a êrişa ser Kuweytê, şerên av, enerjî û petrolê yên ji aliyê hêzên herêmî ve dihatin kirin û hwd…  Ji xwe derketina DAIŞ’ê ne weke ku di ragihandinên xwe de bi awayek fermî dibêjin sala 2013’an de ava bûye, derketina wê digihêje heya piştî 2003’yan de destwerdana DYA’yê ya ser Iraqê di sala 2004’an. Ji ber dateyên (tefasilên) vê pir zêde ye em dirêj nakin, lewra du aliyên Elqaîdeyê hebûn, yek tundiya terorîstî, yê din jî nerm diparastin û qûtbûnek çêbû, DAIŞ jî yek ji wan beşê tundiya terorîstî diparast, bû. Ger em werin li ser esasê pirsê, ya kîjan hêz li pişt zindîkirina DAIŞ’ê disekine û bi kar tîne? Ji pênc salên dawî û şûn de DAIŞ’eke her hêz û dewletekî heye. Dixwazin di hêla zihniyetê de lê binêrin dixwazin di hêla fizkî (leşkerî) lê binêrin, ev yek wisa ye, ji ber ku her hêz an jî dewlet, çeteyên DAIŞ’ê weke “Darê Tirsê” li hemberê dijberê xwe nîşan dide. Di salên dawî de vêya herî zêde dewleta Tirk a dagirker pêk tîne. Hikumeta şer a AKP/Erdogan ku hebûna xwe li ser tunebûna kurd û Kurdistanê dibîne, herî zêde li dijî gelê kurd û tevgera wê ya pêşeng; Tevgera Azadiyê, pêk tîne. Piştre jî ji bo peyama xwe bigihêne hêzan an jî li dijî kurdan destûra qirkirinê derxîne, teqînên terorîstî yên li welatên Ewropa, herî dawî Îran û Rûsya jî pêk hatin, di bin navê DAIŞ’ê de pêk tîne û peyama xwe digihîne wan. Em vana jî dikarin wiha rêz bikin; Di 4’ê Çileya 2024’an de, berdevkê fermî yê çeteyên DAIŞ’ê Ebû Huzeyfe El-Ensarî ku di Tebaxa 2023’an de di şûna serçeteyê çaremîn Ebû El Hisên Elqûreyşî yê hatî kûştin, dest bi erkdariya emîrtiyê kiriye, bi dirêjahiya 33 xulekan, peyamek ji hemû çete û şaneyên xwe re weşand. Piştî peyama wê ya dîtbarî (video) êrişên fedayî, teqîn û hwd… li gelek herêm û welatan zêde bûn. Dema zêdebûna van çalakiyên DAIŞ’ê jî bêguman manîdar bûn û tam di wextê şerê navbera Îsraîl û Hemas de jî dijwar dibû de bû. Her wiha ev peyam û êrişên li ser vê peyamê zêdebûn jî, di wextekî ku Erdogan peyam û gefên ku dê êrişê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Qada Parastina Medyayê dikir de bû. Di sala 2023’an de DAIŞ’ê careke din hewil da ew cihên ku ji bo xwe weke xilafeta cih dihesiband û di sala 2019’an de ji aliyê QSD’ê ve hatibûn rizgarkirin, paş de vegerîne. Ya rastî di hin encama hewildanan de bi taybet hin herêmên çol ên di bin serweriya Sûriyê ku Rûsya, Îran û hikumeta Şamê de bûn, girt. Ji ber ku Rûsya bi şerê Ukraynayê re mijûl dibû, Îran û hikumeta Şamê jî di bin navê kaçaxçitiyê de madeyên hişbir dihatin derbaskirin ku piranî derbasbûna wan jî li ser bendên kontrolan beramberên pereyan bû, an jî dibe ku bi zanebûn be jî. Li gorî vê yekê, tevgera çete û şaneyên DAIŞ’ê li hemû herêmên ku wilayet lê ava kiribûn zêde bû, bi taybetî li ser sînorê Sûriye-Iraqê zêde bû. DAIŞ bi taybetî girîngî dide ser kampa Holê, ji ber ku di vê kampê de niha nêzîkî 43 hezar ferdên malbatên çeteyên DAIŞ’ê hene. Di nav wan de nêzîkî 30 hezar zarokên ku DAIŞ wan wek Eşbalê (Kurên Xîlafetê) dibîne, nemaze ku ev zarok hîna jî perwerdeya tundrew li ser destên jinên DAIŞ’î distînin. Di heman demê de weke tê zanîn ku kampa Holê ji 6 beşan pêk tê, 3 ji wan ji bo îraqiyan, 2 ji bo sûriyan û yek jî ji bo malbatên DAIŞ’ê yên ji welatên din ku ji nêzîkî 40 welatan hatine û di nav DAIŞ’ê de weke Muhacir tên naskirin. DAIŞ, sûd ji lawaziya ewlekarî ya hêzên hikumeta Şamê li çolistana Sûriyê werdigire. Êdî li wan deran em dikarin bêjin weke kampekê ava kiriye. Her wiha alîkariya diravî ku ji baskên wê li Îraqê û dewletên din digre ku ji wan dewletan alîkariya çek, sotemenî û lojistîk ji wan re tê. Herî dawî jî, DAIŞ’ê hejmarek erebeyên bombekirî li deştên Enbar û çola Iraqê ser bi bajarê Elqaim ve amade kirin. Çavkaniyan eşkere kirin ku çeteyên DAIŞ’ê xwe amade dikin ku ji van deveran êrişî çola Elqaim bike, ji ber ku DAIŞ, sûd ji valatiya di navbera Kerkûk, rojava û bakurê rojavayê herêma Enbar, heremên Çiyayê Hemrînê digirin. Her wiha DAIŞ bi alikariya dewletên ji derve û bi taybetî jî dagirkeriya Tirk dixwaze hêza berê kom bike. Dewleta Tirk a dagirker ku hewl dide careke din DAIŞ’ê ji nû ve zindî bike û ji bo pêkanîna planên xwe yên li herêmê, bi taybetî Sûriye û Iraqê, û bigihêje sînorên (Mîsaqa Millî) bê sînor alikarî pêşkeş dike.

Her kes li ser xeteriya DAIŞ’ê diaxive, lê li ser erdê kes destekê nade QSD’ê  ji bo tunekirina xeteriya wê, gelo çima?

Wekî ku me li jor jî anî ziman rêxistinbûyîn û ji nû ve zindîbûyîna DAIŞ’ê gihîştiye astekê xeternak. Li gor daneyên SOHR ê meha Nîsanê; DAIŞ, ji herêma Cebel Ebû Recmîn a li bakurê rojhilatê Palmîra li çolistana Sûriyeyê dest pê dike û heta Dêrezorê diqede li qadeke bi qasî 4 hezar kîlometre xebatên xwe didomîne.Mafê Mirovan diyar kir ku 92 operasyonên ku ji aliyê endamên DAIŞ’ê ve hatin kirin bi belge kirin, di wan de 176 endamên hêzên rêjîmê û milîsên alîgirên Îranê hatin kûştin. Di êrîşên DAIŞ’ê yên li çolê de 1 jê zarok 37 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Her wiha di 66 operasyonên ku ji serê salê ve li herêmên Rêveberiya Xweser ji aliyê şaneyên rêxistinê ve hatin lidarxistin de nêzî 30 leşker û sivîl şehîd bûn. Ruxmê van êrişan hêzên Koalisyonê û hêzên Amerika di her daxuyaniya xwe de bale dikişîne li ser şerê li hember DAIŞ’ê. Lê diyar dibe ku ne hêzên koalisyonê ne jî Emerika alikarî û piştigiriyek xurt nade hêzên QSD’ê yên ku di herêmê de li hember DAIŞ’ê tenê şer dike. Bê guman ev nêzîkatîyeke stratejîke ku dixwazin aloziya Rojhilata Navîn bidin berdewam kirin û bi vê re serweriya xwe li ser herêmê bidin berdewam kirin. Helbet êrişên dewleta Tirk a dagirker ji vê rewşê ne qut e. Bi zêdebûna êrişên dewleta Tirk a dagirker hemwextî erîşên DAIŞ’ê jî li seranserî heremê zêde bûn.

Şer û pevçûnên li herêmê diqewimin heyanî çi astê bandorê li ser têkoşîna Rêveberiya Xweser li dijî DAIŞ’ê û pêşeroja herêmê dike?

Bêguman bi taybet di êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, bi dehan şervan, endamên Asayîş, Erka Xweparastinê û têkoşerên ku li dijî rê û rêbazên êrişên DAIŞ’ê de bi tecrube ne şehîd ketin. Ev yek jî di hêla ku hem di hêla siyasî, leşkerî û aborî de jî di çerçoveya têkoşîna dijî DAIŞ’ê qels bike. Bi taybet di van demên dawî de bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker, hikumeta Şamê û hwd… de didin DAIŞ’ê ku êrişên xwe yên terorîstî zêdekirine, weke Rêveberiya Xweser li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriye pêvajoyeke hilbijartinên demokratîk dest pê kiriye, dixwazin darbe bikin. Lê li gor me agahî girtiye hemû hêzên ewlekariyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di çarçoveya ewlekariya civakê de amadekariyên wan jî hene. Bi taybet di demên dawî de di encama gelek operasyonan de bi dehan çeteyên DAIŞ’ê hatine girtin û 2 şane jî hatine ruxandin. Hewildana hemû hêzên ku DAIŞ’ê li hember gelê herêmê didin bikaranîn, civak jî ketiye nav hewildanan de ku di çarçoveya parastina cewherî de li kêleka zarokên xwe yên hêzên ewlekariyê bisekne û destekê bide.