Rojnameya Ronahî

‘Li dijî xiyanet û dagirkeriyê, cenga azadiyê bi ser bixin’

Birûc Resûl/Qamişli

Bi sedan ciwanên Kantona Cizîrê meşeke girsayî li bajarê Qamişlo li dar xistin û tecrîda ku li ser Rêber Abdullah Ocalan hatiye ferizkirin, şermezar kirin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe Kurd, Ereb û Suryan bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan li pêşiya navenda Mihemed Şêxo ya Çand û hunerê ya bajarê Qamişlo bi dirûşmeya “Li dijî xiyanet û dagirkeriyê, cenga azadiyê bi ser bixin”meşeke bi girseyî li bajarê Qamişlo li dar xistin.

Meş bi dirûşmeya ‘Bê Serok Jiyan Nabe, Bijî berxwedana Tevgera Azadiyê û faşîst Erdoxan berz kirin. Her wiha meş ji Navenda Mihemed Şêxo hat destpêkirin heya goristana Şehîdan ya Delîl Saroxan hat dewam kirin. Ciwanên kantona Cizîrê tekez kirin ku têkoşîn berdewam e heta Rêberê gelan azadiya xwe bidest bixe û piştgiriya gerîla li çiyayên azadiyê kirin.

Dema ciwan gihiştin goristana Delîl Saroxan, deqeyek rêzgirtin li ser giyanên şehîdan hat rawistandin. Her wiha li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan daxuyanî hate dayîn û têde hat gotin ku dewleta Tirk a dagirker bi çekên kîmiyasalê li ser çiyayê Kurdistanê pêk tîne, da ku berxwedan û têkoşîna li çiyayên kurdistanê tê meşandin bide rawistandin û gerîlla tune bikin. Lê em dibînin ku ev êriş hemû vala ne û dijmin tu carî nagihîje armanca xwe, em ciwanên Rojavayê Kurdistanê û tevahî cîhanê emê berxwedan û têkoşînê bilin bikin. Em soza tolhildanê didin ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan wê pêk were û em ê heya dawiyê li ser piya bin û daxwaza maf û azadiya gelê kurd bikin.

Di dawiyê de ciwanekî kurd û ereb soza xwe dank û tevlî tevgera azadiyê bûn û soza şopandina riya şehîdan û tolhildanê dan.