Hemza Sêvo/Qamişlo
Kongreya Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûryê bi daxuyaniyeke nivîskî encamnameya kongreya xwe ya sêyem eşkere kirin. Hêjayî bîranînê ye ku kongreya sêyem a Kongreya Îslama Demokratîk li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemd Şêxo hat lidarxistin.
Bi duruşma “Ictîhad û nûkirin dergehên çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn in.” Kongreya Îslama demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê sêyemîn kongreya xwe bi beşdariya 450 delegeyan di roja 12’ê Gulanê de li dar xist.
Herwiha bi daxuyaniyekê jî encamnameya kongreya xwe da eşkerekirin û naveroka wê wiha bû:
Binesaziya nû ya Kongreya Îslama Demokratîk:
Di destpêka daxuyaniyê de binesaziya nû ya kongreyê wiha hat eşkerekirin: “Pêkhateya nû ya Kongreya Îslama Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê ji serokatiyeke hevbeş pêk were, Meclisa Rêveberiya Giştî ya ji (41) endamên jin û mêr pêk were û desteyeke rêveber ku ji nav endamên Meclisa Rêveberiya Giştî ya ku tê hilbijartin pêk tê û hejmara wan 7 endaman in.
Li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gorî Hevpeymana Civakî wê Îslama Demokratîk xwe li herêma Rêveberiya Xweser birêxistin dike û mekanîzmayên wê yên rêxistinî jî li gorî sîstema meclîs, komîte û saziyên ku bi hevrêzî û lihevkirinê re kar bikin. Komîn û meclîsên gel, ji ber ku hemû endamên fermî yên meclîsên Kongreya Îslama Demokratîk îmam û waiz in, di heman demê de endamên komîn û meclîsên gel in. Rêberiya wê ji danîna girêdana di navbera gel û baweriyan de li ser bingehê diyalog, hezkirin, aşitî û têgîna neteweyê ya ku di Belgenameya Civakî de hatiye diyarkirin qebûl dike.
Herwiha di kongrê de guhertinên girîng di wergirtina kar û erkan de rû da, ji ber ku hevseroka berê Delal Xelîl li şûna wê, li ser navê Encûmena Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk, Evîn Elhacî weke namzed destnîşan kir. Herwiha li ser daxwaza rêveberiya kongreyê û lihevkirina hemû kesên hazin, Mela Elxerzanî wek hevserokatiya kongreya Îslama Demokratîk ji bo çerxa nû ya hilbijartinê hat hilbijartin. Ji bo hevserokatiya Kongreya Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Evîn Elhacî û Mela Mihemed Elxerzanî bi yekdengî hatin hilbijartin.
Piştre dengdan li ser (25) endamên jin û mêr ji bo erkê xwe di Meclisa Rêveberiyya Giştî de werbigirin, hat kirin û ev in
Hevserokatiya Kongreya Îslama Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hevserokatiya heft kantonan 14 kes in, hevserokatiya Meclîsa Jinan, hejmara wan 7 in û serokek ji bo Kombenda Al elbeyt û berpirsiyareke jin jî, ji bo karûbarên jinan di kombendê de.
Endamên nû ji bo erkên komîteyên navendî û komîteyên rêveberî û rêxistinî hatin hilbijartin û hejmara wan 16 endamên jin û mêr in, lewra hejmara endamên Meclisa Rêveberiya Giştî dibe 41 endamên jin û mêr. ”
Guherînên ku hatin çêkirin:
Kongreya Îsalama Demokratîk di derbarê guherînên ku di kongreya 3’an de hatin çêkirin wiha anî ser ziman: “Di rêziknameya nû ya kongreyê de jî guhertinên girîng di pêkhateya Meclisa Şûra de cih girt, ji ber ku meclisa yekem car li gorî Hevpeymana Civakî ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat avakirin. Meclisa Şûra ya nû; Rêveberiya Fakulteya Zanistên Olî – Beşa Ola Îslamê, nûnerê Fakulteya Jinolojiyê û du endamên Rêveberiya Perwerdehiyê û Dezgeha Perwerdeya Îslamî, tevî endamên din ên Kongreya Îslama Demokratîk cihê xwe digirin. ”
Pilansaziya nû ji bo dema pêş û armancên Kongreyê
Di dawiyê de bal hat kişandin li ser pilansaziya dema pêş û wiha hat gotin: “Di dawiya nîqaşên ku di kongreyê de hatin kirin, plansaziya çalakiyê û armancên nû yên demkî hatin pêşxistin. Di asta yekem de armanc ew e xurtkirina rewşa rêxistinî, kûrkirina aliyên rewşenbîrî û berfirehkirina têkiliyan. Em di nava armancên xwe de temamkirina avakirina meclisên bajar, bajarok û navçeyan di nava sê mehên bê de û balkişandina ser komîteyên lêkolîn, perwerde û ragihandinê ji bo pêşxistina aliyê rewşenbîrî û belavkirina ramana Îslama Demokratîk. Herwiah lidarxistina dewreyên perwerdeyê yên birêkûpêk ji bo endam û rêvebirina kongreyê û xurtkirina peywendiyên dîplomatîk bi saziyên olî yên li seranserê cîhanê, bi taybetî li cîhana erebî û îslamî. Di heman demê de ji nû ve organîzekirina Saziya Ewqaf û Darayî li gorî rewşa nû ya Kongreyê ku bikaribe pêdiviyên me bi cih bîne û xebatên kongreyê bidomîne.”